Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Jinên ciwan wê ji Rojava ber bi Rojhilata Navîn gavên dîrokê bavêjin

Nadiya Yûsif diyar kir ku weke jinên ciwan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê ve biçin û gavên hîn mezintir, girîng û dîrokî bavêjin û wiha got: “Armanca sereke ew e ku em bikaribin tecrubeyên me ji Şoreşa Jinan girtiye bi welatên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin û pergala neteweya demokratîk bidin rûniştandin, xwedî li xwe derbikevin."

Yekitiya Jinên Ciwan li ser mijara di neteweya demokratîk de pêşengiya jinên ciwan di bin dirûşma “Bi Jin Jiyan Azadî ber bi şoreşa jinan ve” konferansa xwe li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê li dar xist. Di konferansa jinên ciwan de li ser rola jinên ciwan di pêkanîna neteweya demokratîk de ku bingehên wê komîn, meclis, kooperatîf û meclis in, nîqaş hatin kirin. Her wiha li ser çawaniya rêxistinbûyîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemû jinên Rojhilata Navîn dibe mînak û di avakirina konfederalîzma jinan a cîhanê de rol dilîze, nîqaşên berfireh hatin kirin. Rêvebera Ofîsa Jinên Ciwan a Meclisa Ciwanên Demokratîk Nadiya Yûsif derbarê konferansa jinên ciwan û rola jinên ciwan di pêkanîna Netewa Demokratîk de axivî.

Nadiya Yûsif di destpêka axaftina xwe de behsa girîngiya lidarxistina konferansa Jinên Ciwan kir û wiha got: “Konferans li ser du mijaran hatiye destpêkirin. Yek pergala neteweya demorkatîk û rola jinên ciwan di avakirina kondeferalîzma demokratîk de, li ser civaka demokratîk û avakirina wekheviya di navbera her du zayendan de nîqaş hatin kirin. Ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin beşdarî konferansê bûn û wê ji wê derê nîqaşên pir girîng derkevin holê.”

Nadiya Yûsif bal kişand peyamên jinên ciwan ên ji welatên cûda ku ji bo konferansê şandibûn û got: “A herî girîng, di vê konferansê de ji bo piştgiriya têkoşîna me bikin ji çend welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê peyamên jinan hatibûn rêkirin, hatin guhdarkirin. Her wiha li ser şoreşa jinan, li sînevîzyonê hat tamaşekirin, armanc ew e ku ji vir û şûnde em çawa bikaribin hîn bêtir xwe bihêz bikin di nava vê şoreşê de. Di oxira vê dozê û projeya neteweya demokratîk de di 12 salên şoreşa jinan de gelek rêhevalên me canê xwe feda kirin, tenê ji bo ku wateya rast a vê projeyê were fêmkirin û rûniştandin.”

Nadiya Yûsif got ku rola ku niha divê jinên ciwan bilîzin dîrokî ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Pêwîst e ji niha û şûnde û bi awayekî xurtir jinên ciwan bi hişmendiya neteweya demokratîk rêxistina xwe xurtir û dorfirehtir bikin. Weke jinên ciwan avakirina kesayetê û îradebûyîn, ji xusletên herî girîng in ku divê pêk bînin. Di heman wextê de jî bêyî ku destwerdaneke ji derve çêbibe, bêyî ku zexteke derûnî li ser me hebe divê jinên ciwan bi cewherê xwe bijîn û xwe li her qadê îfade bikin. Ji ber ku em bi hezaran salan bi zihniyeta desthilatdaran re rûbirû dimînin, ji lewre lidarxistina konferansên jinên ciwan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li Kurdistanê û tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê pêwîstiyek e.”

Nadiya Yûsif bal kişand ser girîngiya lidarxistina Konferansa Jinên Ciwan di vê pêvajoyê de û wiha pêl da gotinên xwe: “Berî demekê Hevpeymana Civakî hat pesendkirin û Rêveberiya Xweser ji nû ve xwe saz dike. Di heman wextê de jî hilbijartinên şaredariyan hatin destpêkirin. Em divê ku di nav de xwedî roleke çawa bin û çawa bikaribin bi nasnameya jinên ciwan tevbigerin û rêxistina xwe dorfireh bikin, ev hemû jî girîng in ku werin nîqaşkirin. Her wiha konferansa me ya îro dibe bersiva komploya ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan di 6’ê Gulanê de li Sûriyeyê hatibû destpêkirin. Ji bo êrîşkarên ku dixwazin dawî li fikrên Rêber Apo yên ji bo azadiya jinan bînin, wê bersiv û bertek û têkoşîna me her dem tund û bihêz be.”

Nadiya Yûsif a got “Armanca me bi vê konferansê ew e ku em weke jinên ciwan ji vir ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ber bi Rojhilata Navîn û cîhanê ve biçin û gavên hîn mezintir, girîng û dîrokî bavêjin” wiha bidawî kir: “Her wiha ya sereke jî ew e ku em bikaribin tecrubeyên me ji Şoreşa Jinan girtiye bi welatên Rojhilata Navîn û cîhanê re parve bikin û pergala neteweya demokratîk bidin rûniştandin, xwedî li xwe derbikevin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar