Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên DAIŞ’î di çalakiyên xwe de piştgiriyê didin Erdogan

Berpirsyara kampên ku malbatên DAIŞ’î tê de Roj Hesen da zanîn ku bi destpêkirina êrîşên dewleta tirk re hewldanên reva van malbatan zêde bûne. Hesen got ku heta niha 635 hewldanên revê asteng kirine. Hesen diyar kir ku jinên DAIŞ’î di çalakiyên xwe de piştgiriyê didin Erdogan û got ku reva van malbatan ji bo hemû mirovahiyê xetere ye

Êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê didomin. Di heman demê de van êrîşan hişt ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî qels bibe. Bi taybet jî di mijara kontrolkirina girtîgehan û kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê de astengiyên mezin derxist. Têkildarî mijarê berpirsa hêzên ewlehiya ya kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê Roj Hesen ji ANHA’yê bi Ehmed Mihemed re axivî.

Roj Hesen da zanîn ku ji destpêkê ve wan di raporên xwe yên ewlehiyê de ji hemû cîhanê re asta xetereya kampên malbatên çeteyên DAIŞ û girtîgehên ku DAIŞ’î tê de ne parve kir. Hesen wiha dom kir: “Me destnîşan kir bê ka ger êrîşek pêk bê dê xetereyekê çawa derbikeve.  Bandora êrîşa dewleta tirk a li herêmê zêde ye. Kampa Eyn Îsayê ji bin kontrola me derket. Di encamê de tevahiya malbatên DAIŞ’ê  ku di nava kampê de qadek ji wan re hatibû veqetandin, reviyan. Me tenê derdora 60 heta 70 jinên DAIŞ’î girtin.”

Hewldanên dewleta tirk

Artêşa tirk û çeteyên wê ji bo ku 250 malbatên DAIŞ’î yên biyanî ji kampê derxînin di 13’ê cotmehê de bi balafiran û çekên giran êrîşî kampa Eyn Îsayê kirin. Dagirkeran bi rêya şaneyên xwe yên veşartî û endamên çeteyên di nava kampê de agir bi kampê xistin. Hesen piştre jî ev tişt destnîşan kir: “Heman rewş li kampên Roj a Dêrikê û kampa Holê ya Hesekê jî rû da. Bi êrîşan re ev kamp jî tevlihev bûn.”

‘Xetereya kampa Holê heye’

Herî dawî jî Hesen ev agahî dan: “Jinên DAIŞ’ê di nav kampa Holê de ji bo revê bi awayekî komî xwe bi rêxistin kirin. Ji destpêka êrîşa dewleta tirk ve hêzên ewlehiyê yên kampan 365 hewldanên reva ji kampê yên jinên DAIŞ û zarokên wan vala derxistin. Her wiha kesên ku reva wan hêsan kirine jî hatin girtin. Hê jî li ser van kampan xetere heye. Hewldanên wan ên revê hê jî didomin. Car bi car jinên DAIŞ’î di çalakiyan de piştgiriyê didin Erdogan. Zarokên xwe bi fikrên tundrew perwer dikin. Hê jî koçber û penaberên li kampê dikujin. Xetereya kampa Holê heye. Pêkane di her kêliyê de ji kontrolê derkeve. Dê encamên vê jî ji bo hemû mirovahiyê giran bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar