Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jinên ereb li dijî dagirkeriyê li ser pêya ne

Pêngava jinên ereb ên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê ku bi dirûşma ‘Em bûn yek, bi ser ketin, em ê li ber xwe bidin ji bo ku xwe biparêzin’ dabû destpêkirin bi dawî bû. endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xelîxe Ebdî diyar kir ku wan rûyê rasteqîn ê dagirkeriyê raxist ber çavan û jinên ereb karîn dengê xwe bilind bikin û serî hil din

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên li dijî Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Li dijî van êrîşan, rêveberiyên jin ên herêmên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê di 23’yê tîrmehê de bi dirûşma ‘Em bûn yek, biserketin, em ê li berxwe bidin ji bo ku xwe biparêzin’ pêngavek da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de gelek jinên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li pêngavê bûn.

Bi berdewam kirina êrîşên re jinan di 19’ê îlonê de vêcarê bi dirûşma ‘Dagirkerî tundî ye, bi berxwedana Hevrînê em ê dagirkerî û faşîzmê hilweşînin’ pêngav hate domandin. Pêngav di 18’ê kanûnê de bi dawî bû. Tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li pêngavê bûn û li hemberî artêşa tirk a dagirker serî hildan. Jinan destnîşan kirin ku ew binpêkirinên hovane yên li dijî herêmê qebûl nakin.

‘Pêngav bi ser ket’

Têkildarî pêngavê endama rêveber a Rêveberiya Jin a Reqayê Xelîxe Ebdî ji ANHA’yê re axivî û wiha got: “Pêngav bi ser ket. Pêngavê li hundir û derveyî Sûriyeyê deng veda. Me hewl da bi rêya çalakiyên xwe rûyê rasteqîn ê dagirkeriyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê raxist ber çavan. Her wiha me bal kişand ser tundiya dagirkeran a li ser jinê û kiryarên çeteyên DAIŞ’ê.”

‘Jinên karîn dengê xwe bilind bikin’

Herî dawî jî Zehîxe Ebdî ev tişt anî ziman: “Jinên ereb karîn dengê xwe bilind bikin, li dijî gefên dewleta tirk serî hil din û piştgiriya xwe ya bi HSD’ê û girêdana xwe ya bi xaka xwe re bînin ziman. Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li aştiyê digere. Armanc dike aloziya Sûriyeyê bi rêya diyaloga sûrî-sûrî çareser bibe.” REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar