Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên ereb: Me bi saya fikrên Ocalan rastiya xwe nas kir

Jinên ereb ên ji Herêma Firatê bi boneya rojbûna Ocalan axivîn. Jinên ereb di serî de rojbûna Ocalan pîroz kir û da zanîn ku bi saya fikrên Ocalan wan rastiya xwe nas kiriye. Jinên ereb destnîşan kir ku divê di serî de jinên kurd, hemû jinên cîhanê ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan rabin ser pêyan

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demekî dirêj li rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ma. Di wê demê de Ocalan bi gelên herêmê re civiya û bandorekî mezin li ser civaka Rojava û Sûriyeyê kir. Di vê çarçoveyê de jinên herêmê xwe li gorî fikrên Ocalan birêxistin kir û vê xwebirêxistinkirinê jî mohra xwe li Şoreşa Rojava da. Lê Ocalan ji 15’ê sibata sala 1999’an ve ku bi komployekî navneteweyî hate girtin heta niha di bin tecrîdekî giran de ye. Bi taybet jî ji sala 2011’an ve ev tecrîd girantir bû. Sibe jî ango 4 nîsan, roja rojbûna Ocalan e. Bi boneya rojbûna Ocalan û tecrîda girankirî, jinên ereb ên ji Herêma Firatê ji nûçegihanên JinNewsê bi Berçem Cûdî re axivîn. Jinên ereb dibêjin ku bi saya ramanên Ocalan, rastiya xwe dîtine.

Yek ji van jinên ereb jî endama Kongreya Star a navçeya Eyn Îsayê Tehanî Husên e. Husên di serî de rojbûna Ocalan li hemû gelên azadîxwaz pîroz kir û wiha domand: “Asta ku îro jin gihaştinê bi saya raman û felsefeya Rêber Apo ye. Em îro dikarin qala maf û azadiya xwe bikin. Em di hemû sazî dezgehan de bi rolekî çalak radibin. Me azadiya rast jî ya şaş jî nas kir. Em dizanin ku azadî ya mêjiyê mirov de ye.”

‘Jinên bindest li dijî koletiyê serî rakir’

Têkildarî mijarê endama Saziya Malbatên Şehîdan Emel Mustefa jî anî ziman ku bandora têkoşînê li ser gel heye û ev tişt destnîşan kir: “Heta niha ji bo doza azadiya jinê tu felsefe pêş neketiye. Lê Rêber Apo ev yek pêk anî. Li dijî koletiyê jinên bindest serî rakir. Niha bi felsefeya wî dijîn. Ji bo tevahî jinan jî Rêber Apo lêgerînek bû. Bi taybetî jinên ereb ji ber kevneşopiyên kevnare fetisîbûn. Divê jin êdî ji malên xwe derkevin û li dijî hînbûna civakê xwe biguherînin. Em jinên kurd nêzikatiyên bi vî rengî qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin.”

‘Divê hemû jinên cîhanê rabin ser pêyan’

Emel Mustefa herî dawî jî bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê di serî de jinên kurd, hemû jinên cîhanê li dijî tecrîdê rabin ser pêyan. Hemû dewlet ji fikrên Serokatiyê ditirsin. Ji ber ku desthilatdar ramanên wî xetere dibînin. Heke jin azad bibin dê civak jî azad bibe lê dema ku jin bindest bin dê jiyan jî bindest be.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar