Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên êzdî: Em ne şerê birakujiyê, yekitiya kurdan dixwazin

Êrîşên dewleta tirk ên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê berdewam in. Li gel van êrîşan, hewldanên nebaş ên hêzên kurd ên li hemberî hev jî dike ku aloziya di navbera wan de kûrtir bibe. Yek ji van hewldanan jî şandina hêzên pêşmerge ya li Zînî Wertê ye. Vê hewldanê kir ku kurd ber bi şerekî birakujiyê ve biçin. Têkildarî mijarê jinên êzdî yên şengalî ji Jinnewsê bi Ehlam Hecî û Nesrîn Hisên re axivîn.

Der barê mijarê de endama Tevgera Jinên Êzdî (TAJÊ) Kinê Xidir ji ewil êrîşên li Zînî Wertê yên li dijî hêzên gerîla şermezar kir û wiha got: “Ev êrîş nayê qebûlkirin û cihê şermezariyê ye. Cihên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin îro rastî êrîşan tên. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, pêşmerge reviyan. Niha YBŞ û YJŞ’ê hêzên me yên parastinê ne. Em ê bi hêzên xwe yên parastinê li dijî hemû êrîşan bisekinin. Em ê tu carî êrîşên li dijî gelê kurd qebûl nekin.”

‘Em şerê birakujiyê naxwazin’

Ji endamên TAJÊ’yê Meyan Nasir jî ji ewil êrîşa li dijî Zînî Wertê şermezar kir û da zanîn ku dewleta tirk bi arîşeya li Zînî Wertê re hewl dide şerê birakujiyê derxîne. Nasir got ku ew naxwazin şerê birakujiyê çêbibe û ew dixwazin ku li dijî êrîşên dewleta tirk bisekinin. Nasir wiha bi dawî kir: “Divê êrîşên li ser Zînî Wertê bi dawî bibe. Ji bo parastina xwe divê gelê kurd yekitiya xwe êdî safî bike. Li dijî êrîşên ser Zînî Wertê û hemû êrîşan divê kurd bibin yek. Em êrîşên li dijî gelê kurd tu carî qebûl nakin. Li dijî êrîşan em ê têkoşîna xwe bidomînin.” ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar