Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Pazar - 29 Eylül 2024

Jinên êzidî bi dirûşma ‘Jin jiyan e jiyanê nekuje’ meşiyan

Jinên êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘Jin jiyan e jiyanê nekuje’ meşek li dar xistin

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li ser Jinan, Tevgera Azadiya Jinên Êzidîxanê (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Xwişkên Mîrabel, siyasetmedar Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan, Hevrîn Xelef hatin hildan. Di meşê de dirûşmên wekî ‘Jin jiyan Azadî, Bijî berxwedana Rojava, Jin jiyan e Jiyanê Nekuje’ hatin berzkirin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn.

Daxuyanî ji hêla berdevka TAJÊ’yê ve Sebîha Sebrî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku têkoşîn û berxwedana ku bi pêşengiya jinan li pêş dikeve her diçe mezin dibe û wiha hat gotin: “Di roja me ya îro de jî tundî û kuştin berdewam dike. Di bin navê namûse de tundî pêk tê, lê belê em ne namûsa tu kesî ne, namûsa me xaka me, ziman, ol û baweriya me ye. Di aliye din de jî ev demeke êrîşên qirkirin û tunekirina civaka êzidî didomin. Weke em dizanin ev êrîş ji aliyê dewleta tirk û hevalbendên wê ve pêk tên. Ji bo ku careke din tirsekê di nav civaka êzidî bibe tolgirtina dijminê mirovahiyê. Li ser vî esasî bangawaziya me ji bo hemû jinên êzidî yên welat û devreye welat ji bo vîn û îradeya xwe, xwe rêxistinkirin û êrîşên li ser nirx, ol û baweriya xwe, guherin û veguhertinê rabin ser pêyan.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bi dirûşmên ‘Ji bo tolhildana jinên êzidî, Jin Rabin Ser pêyan, Jin jiyan e jiyanê nekuje, Jin jiyan Azadî!’ bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar