Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên êzidî giliyê hikûmeta Merkel kirin

Federasyona Meclisên Jinên Êzidî yên li Almanyayê giliyê hikûmeta federal a alman kir, ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê yên alman ên di destê HSD’ê de ne venagerîne Almanyayê û xwe nade ber darizandina wan

Hikûmeta federal a bi serokwezîrtiya Angela Merkel, tevî bangên rêveberiya Rojava jî çeteyên DAIŞ’ê yên alman ên di destê hêzên HSD’ê de ne venagerînin û ji bo darizandina wan tiştekî nake. Li girtîgeh û kampên penaberan ên li Rojavayê Kurdistanê, piraniya wan jin û zarok zêdeyî 200 welatiyên Alman ên DAIŞ’î hene. Lê rêveberiya Berlînê li pêşberî vê yekê xemsar e.

Federasyona Meclisên Jinên Êzidî yên li Almanyayê, ji ber vê xemsariya li pêşberî almanên li rojavayê Kurdistanê, başûrê Kurdistanê, Sûriye û Iraqê sûcê li dijî mirovahiyê kirine, giliyê wezîrên hikûmeta Merkel, Wezîra Edaletê Katarina Barley û Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer kir.

Jinên êzidî ragihandin ku her du wezîr ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê nakevin nav hewldanan, lewma li pêşiya bicihhatina edaletê asteng in. Di gilînameyê de bangên rêveberiya Rojava û bakurê Sûriyeyê yên ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê hatin bibîrxistin û îşaret bi komkujiyên ku DAIŞ’ê li êzidiyan kirin, bi taybetî sûcên li dijî jinan kirin, hate kirin.

Jinên êzidî di gilînameyê de bal kişandin ser xala 258’an a Destûra Bingehîn a Almanyayê ku li gorî wê xalê astengkirina darizandina sûcdaran sûc e. Li gorî xala ku jinan bal kişandin ser wê; kesên ku bicihhatina edaletê asteng dikin heta 5 salan cezayê girtîgehê û cezayên pereyan divê bên cezakirin. Di vê navberê de berdevkekî Wezareta Edaletê, pirsên qenalên televîzyonê yên WDR û NDR ên li ser mijarê bê bersiv hişt û diyar kir ku di vê mijarê de wê daxuyaniyê nede.

Çeteyên ku Almanya li wan digerin di destê YPG’ê de ne

Li gorî medyaya alman, li girtîgehên rojavayê Kurdistanê herî kêm 71 çeteyên DAIŞ’ê hene ku der barê 21 kedan de Dozgeriya Federal a Almanya biryara girtina wan derxistiye. Tevî ku hatiye tespîtkirin 21 kes çeteyên DAIŞ’ê ne û sûcê şer kirine, balkêş e ku Almanya daxwaza îadekirina wan nake.

Hikûmeta alman timî dibêje ‘DAIŞ’iyên bi saxî hatine girtin em nasnameyên wan nikarin tespît bikin.’ Lê belê meha adarê aşkera bûbû ku wezîfedarên saziya îstîxbarata derve ya alman BND çûne girtîgeh û kampên penaberan ên DAIŞ’î lê ne û tespît kirine ku kî alman e. FRANKFURT 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar