Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jinên êzidî li dijî peymana Bexda û Hewlêrê meşiyan

Jinên Şengalê li dijî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de hatî îmzekirin meşek li dar xistin.

Meşa ku ji aliye Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ve hat organîzekirin, li ber şaredariya Gel a Bajaroka Sinûnê dest pê kir. Girseya qelebalix, bi al pankartên xwe dest bi meşê kirin û bi dirûşmeyan helwesta xwe nîşan dan. Meş li ser rêya gundê Kersê bi dawî bû û li vir daxuyaniyek hat dayîn. Li ser navê TAJÊ’yê Delîla Axîn daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Gelê êzidî ku ji fermanê heya roja me ya îro ruxmî hemû zor û zehmetiyan li ber xwe da, xwe rêxistin kir û bû hêz. Îro Şengal bi hêza xwe, xwe bi rêvedibe û herêmên xwe diparêze. Di demên herî zor de em xwediyê Şengalê bûn. Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li pêşiya çavên cîhanê 7 hezar pêşmergên PDK’ê Şengal berdan û reviyan.

Li hemberî fermanê bêdeng man…

Her wiha ne tenê Şengal ji aliyê pêşmergên PDK’ê ve nehat parastin hikûmeta Iraqê jî li hemberî êrîş û komkujiya Şengalê bêdeng man. Di encamê vê îxanetê de ferman li Şengalê pêk hat, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kalên civaka êzidî dîl ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Bi dehan gorên komî yên êzidiyan hene. Hîna çarenûsa bi sedan dîlên ku ketine destê DAIŞ’ê de ne diyar e.

Beriya her tiştî pêwîst e hêzên ku Şengal rûbirû fermanê hiştîn û bêdeng man bên mehkûmkirin. Ev tifaqa hikûmete Herêma Kurdistanê û hikûmete Iraqê ku li 9’ê Cotmehê pêk anîn, ne li gorî berjewendiyê civaka êzidî û aramkirinê rewşa Şengalê ye. Berovajî vê ji bo dubara kirine ferman û komkujiyên li ser civaka êzidî ye. Îro Şengal bi hêza xwe, xwe bi rêve dibe û parastine xwe dike, pêwîstiyên civaka Şengal bi parastin û îdarekirina hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Şengalê nîne.

Armanc duberakirina komkujiyê ye

Tu biryarên bêyî îradeya êzidî yê Şengalê wê neyê qebûlkirin. Hîn birînê me yê fermanê hene, divê beriya her tiştî lêborîn ji civaka êzidî ya Şengalê bê xwestin û îradeya civaka vir nas bikin û li gorî wê tevbigerin.

Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Yekitiya Jinen Ciwan en Êzidî bang li hemû civaka xwe ya êzidî dikin ku li dijî van planên qirêj yekitiya xwe ava bikin. Her mirovekî êzidî ku hîna êşa fermanê dijî pêwîst e li dijî vê tifaqa li ser civaka êzidî ya Şengalê xwedî helwest be. Em baş dizanin armanca vê planê Hewlêr û Bexdayê dûbara kirine ferman û komkujiyan e.

Bila carek din îxanetê nekin

Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dubare destnîşan dikin ku ev hevpeymana ku bêyî vîna êzidiyan hat pêkanîn, red dikin. Heya ku bi hezaran keçên me dîlgirtî ne û li bazaran wek kole tên firotin em bi tu awayî hatina pêşmergeyên PDK’ê qebûl nakin. Ji ber ku ew bûne sedema ev ferman pêk were. Heger naxwazin carake din di dîrokê de bi îxanet û revokbûyîna xwe werin naskirin, em cara dawî vê dibêjin ku bila dev ji xewn û xeyalên Şengalê berdin. Em nema dihêlin ku bi xeyalên Şengalê bijîn. Hatineke wan hebe ev e bibe sedema dubara revokbûyîna wan. Em vê peymanê wekî berdewamiya fermanê dibînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên ‘Bijî berxwedana jin û êzidiyan’, ‘Bijî xweseriya Şengalê’ û ‘Bimre xiyanet’ bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar