Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê bi daxuyaniyekî xwedî li Pêngava KCK’ê ya bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşizm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ hatibû destpêkirin, derketin.
Di daxuyaniyê de ku bi navê girtiyên PKK û PAJK’î hate dayîn, pêngav hate silavkirin û wiha hate gotin: “Bi sekna li Heftanînê pêngava me dest pê kir. Biryardariya me ya li têkoşînê biryardariya serketina misoger e. Bi navê jinên berxwedêr ên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê em vê pêngavê silav dikin. Sekn û biryardariya hevalên li warê azadiyê sekn û biryardariya me ye. Bi bawerî û coşa pêngava azadkirinê, dil û rûyê me ber bi hevalên li çiyê ne. Baweriya me xurt e ku pêngava me wê bi rengê herî xurt bi ser bikeve û em ê bigihêjin Rêber û gelê xwe. Dilê me bi gelê me û serokê me re ye. An serketin an serketin.” STENBOL