Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên Helebê ji bo Rêber Apo li ser piyan e

Jinên li Helebê yên li dijî tecrîdê daketin qadan dan diyar kirin ku ew ê li dijî tecrîdê her tim çalakiyên xwe bidomînin û wiha gotin:" Em îro ji bo Rêberê xwe, li ser piyan e. Dewletên navneteweyî baş dizanin îro ramanên Rêbertî ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn, çareserî ye lewma her tecrîd û ceza nû dikin. Lê ji bo lidijderketina li hember vê em her li ser piyan e. "

Çalakiyên li djî tecrîdê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber didomin. Meclîsa Jinan a Malbata Şehîdan a Helebê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daket qadan. Bi sedan kes tevlî çalakiya meşa li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Abdullah Ocalan bûn. Jinên tevlî vê çalakiyê bûn nêrînên xwe anîn ziman. Jinên tevlî meşê bûn wiha gotin:”Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her li ser piya bin û ji bo azadiya Rêbertî xebatên xwe dewam bikin.”

Endama Meclisa Jinan a Saziya Malbata Şehîdan Remziya Îbrahîm Salih tecrîd şermezar kir û wiha got:”Îro em daketine qadan ji ber ku em vê tecrîda li ser Rêberê me tê meşandin, şermezar dikin. Dinya tevde dizane ku îro bû 25 sal in tecrîda li ser Rêbertiya me dewam dike. Dewleta tirk û dewletên navneteweyî bi tecrîdkirina Rêbertî daxwaz dikin ku tevahî gelan ji ramanên Rêbertî ku îro li dinyayê belav bûye bi dûr bixin. Lê bila dewleta tirk xwe nexapîne ji ber ku ew ê ev daxwaz pêk neyê.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Remziyayê bal kişand ser têkoşîna hevpar û mayinde û wiha domand:”Ji bo tecrîd rabe divê em her tim bi hev re li berxwe bidin. Di heman demê de îro bi ramanên Rêbertî em dijîn û li berxwe didin. Divê em bi hev re li ramanên Rêbertî xwedî derkevin. Em bi ramanên Rêbertî têkoşîna xwe dewam dikin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her li ser piya bin û ji bo azadiya Rêbertî xebatên xwe dewam bikin.”

Remziyayê da zanîn tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha pêde çû:”Cezayê dîsîplînê yê ku îro li ser Rêbertî careke din nû dikin. Îro dewletên navneteweyî cezayên dîsîplînê nabînin. Bi vê re daxwaz dikin ku îro pêşiyê li ramanên Rêbertî bigirin lê tevî vê yekê jî ramanên Rêbertî li dinyayê belav bûye.”

Endama Meclisa Malbata Şehîdan, Rexde Remedan da zanîn ew li dijî tecrîdê her tim çalakiyan li dar dixin û wiha axivî:” Em îro ji bo Rêberê xwe, li ser piyan e. Dewletên navneteweyî baş dizanin îro ramanên Rêbertî ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn, çareserî ye lewma her tecrîd û ceza nû dikin. Lê ji bo lidijderketina li hember vê em her li ser piyan e. ”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar