Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên helebî: Em hêza xwe ji Rêber Apo digirin

Jinên helebî diyar kirin ku ji bo azadiya Rêber Apo misoger bikin wê her li qada bin û wiha got: “Em ê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo li ber xwe bidin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em hêza xwe ji Rêberê xwe digirin."

Dostên gelê kurd di 10’ê cotmeha 2023’yan de li seranserê cihanê pêngava “Ji Rêber Apo re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasîdan destpêkirin. Pêngava cîhanî di qonaxa duyemîn a azadiyê de bênavber didome. Di çarçoveya pêngava azadiyê de li taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê ji aliyê Kongra Star ve çalakiyek sê rojan hat orgenîzkirin. Çalakî li hola taxên Telêt Şemis Heleb a ku dikeve Rojhilata taxê hat lidarxistin. Di vê çalakiyê de fikir û felsefeya Rêber Apo ji aliyê tevahî kesên hazir ve partiyên siyasî, kesên serbixwe, hêza ewlekariya hundirîn û tevahî endamên meclis û komînên di taxê de hat nirxandin. Gelek kes beşdar bûn. Jinan jî li vir dan diyarkirin ku ji bo azadiya Rêber Apo misoger bikin wê her li qada bin. Her wiha gotin:”Ne ji fikir û felsefeya Rêber Apo bûya wê jin her bi qirkirinê re rû bi rû bimana.”

Endama Koordinasyona Kongra Star a Helebê Verjîn Mihemed wiha got:”Ji bo azadiya Rêber Apo me çalakiya xwe sê rojan li dar xist. Di çalakiya me de hemî sazî, partî, meclisên taxê û welatiyên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê abajarê Helebê amade bûn. Di vir de em beş bi beş li ser fikir û felsefeya Rêbertî nirxandinê dikin. Di roja yekem de me nirxandina xwe li ser girîngiya perwerdeyê daye. Her wiha her endamek ji saziyên di taxê de li gorî karê ku dike û li gorî xebata xwe ya girêdayî fikir û felsefeya Rêbertî nirxandina xwe dikin. Perwerde ji bo me pir girîng e.”

Di dewamiya axaftina xwe de Verjînê li ser fikir û feslefeya Reber Apo axaftina xwe dewam kir û wiha pêde çû:”Fikir û ramanên Rêbertî ji bo me xwedî girîngî û nirx e. Bi saya ramanên Rêber Apo me xwe nas kir û îro di hemî qadan de me cihê xwe girt.”

Di dawiya axaftina xwe de Vêrjînê da zanîn ku jin wê bi saya ramanên Abdullah Ocalan xwer bigihîne azadiya xwe û wê azadiya Rêberê xwe misoger bike.

Di heman demê de jî endama Meclisa Dadgeha Jin a kantoan Efrîn-Şehbayê Zekiya Mihemed behsa felsefeya Rêber Apo kir û wiha berdewam kir:”Em wek jin ji pêkhateya kurd beriya ku me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir em di çarçoveya mal de hatibûn astengkirin. Îro jî bi taybet piştî ku me fikir û felsefeya Rêber Apo nas kir me xwe nas kir ji ber ku dema destpêkê em bindest bûn lê îro me ferq kir çiqas mafê me hatibû binpêkirin. Lema jî di dema me ya îro de ger ji me ji bo  azadiya Rêber Apo çi were xwestin em ê bê dudilî karê xwe berdewam bikin da ku em xwedî li Rêberê xwe derkevin.”

Zekiya balkişand li ser nûjenkirina cezayê dîsîplînê yê li ser Rêber Apo hatiye ferzkirin û wiha bi dawî kir:” Em ê li hemberî vê yekê dengê xwe bilind bikin heya ku em digihînin azadiya Rêberê xwe ya fîzîkî. Ji ber ku em hêza xwe ji Rêber Apo digirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar