Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...
Perşembe - 14 Kasım 2024

Dewlet bi OHAL’ê gel bi berxwedanê heye

Li Tirkiyeyê li aliyekî OHAL li aliyekî berxwedan heye. Dewlet ji bo hebûna xwe berdewam bike bi OHAL’eke bênav xwe li ser piyan digire....

Şoreşa Şengalê

Şengal... Bajarê qedîm ê Kurdistanê, navenda Êzdîxana pîroz... Di 3'yê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan vî bajarî û bi armanca qirkirina...

Jinên Idlibê ji hemû mafên bingehîn û xwezayî bêpar in

Li bajarê Idliba ku di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye, ji ber zagonên bêedalet û cudakarî tên di warê mafên şexsî û hiqûqa malbatê de jin ji hemû mafên xwe yên bingehîn û xwezayî bêpar in.

Li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta tirk û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, rewşa jinê ya civakî bi “kevneşopî” tê diyarkirin. Zagonên heyî têra parastina jinan nakin, berovajî zagonên ku bi aqlê mêran tên çêkirin, dibin sedem ku jin hîn zêdetir bindest bin.

Gelek rêxistinên mafên mirovan daxwaza guhertinên qanûnî yên bi armanca bihêzkirina mafên jinan dikin, lê di şert û mercên niha yên dagirkeriyê de pêkanîna van gelekî zehmet e.

Sara El Dûdî a ku ji ber tundiyê hvjînê vê biryar daye hevberde got: “Ez hîs dikim ez bûme êsîra zagonan. Dema min biryar da ez ji hevjînê xwe veqetim min gelek zehmetî kişandin. Diviyabû ez hemû mafên xwe ji dest bidim ji bo ez xwe jê veqetînim. Min baldariya bi zarokê xwe jî winda kir ji ber zagon berjewendiya wan naparêzin. Zagon herdem bi mêr re ye. Heta di rewşên nebaşiyê de jî zagon mêr diparêzin. Ez gelekî lawaz dibim dema dibînim zarokên min dûrî min in. Zagonek alîkariya min jî bike tune ye.”

Leyla EL Ewed a 20 salî, di 15 saliya xwe de li hember gelek zextên malbatê ma ji bo bi kesekî wî naxwaze re bizewice û di gelek zehmetiyan re derbas bû û got: “Li vê derê zagon li me ferz dikin em tenê alavên pêkanîna daxwazên kesên din dikin. Xeyala min ew e jin bi xwe hevrêyê jiyana xwe hilbijêrin bêyî zext li wan bibe. Dema min pirsgirêk bi hevjînê xwe re jiya, min nikarîbû berê xwe bidim zagonan ji bo parastina xwe bikim. Gelek caran doza tundiya malbatî tê paşguhkirin. Ez hîs dikim ez di gilovereke tirs û zilmê de me.”

Leyla EL Ewed dema hevjînê wê di şer de jiyana xwe ji dest dide wê pêşbînî dikir dê mîras ji wê û zarokên wê re bimîne lê belê li gorî zagonan mîras ji malbata hevjînê wê re ma heta zarokên wê mezin bibin ew ê bigihêje wan. Ji ber vê sedemê ew neçar ma xwe bispêre kesên din.

Her wiha Leyla EL Ewed destnîşan kir ku li Idlibê jin herdem di asta duyem de ne. Ji jinan tê xwestin derbarê jiyana xwe de destûrê ji hevjîn an jî mêrên nêzî xwe bixwaze.

Nûr Hirêtanî a 34 salî zehmetiyên xwe bi zagon û teqalîdan re dikşîne parve kir û got: “Min li navenda tenduristiyê kar dikir lê belê çawa ez zewicîm, hevjînê min got divê tu dest ji karê xwe berdî. Ev kiryarên hene dihêlin ez hîs bikim ku ti mafên jiyana min tune ne. Dema min zaroka xwe anî min got qey ez ê karibin biryaran der barê jiyana wî de bidim. Bi kêmanî nav lê bikim. Lê belê min dît ku her tişt erêkirina bavê wî dixwaze. Ez tengav bûm û min dît çawa mafê dayîkê di bin navê teqalîd û qanûnan de diçe.”

Nûr El Hirêtanî daxwaz ji civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku piştgiriyeke mezintir bidin jinan. Nûr El Hirêtanî di dawî de diyar kir ku ew dixwaze bibe dengê guhertinê lê belê di rewşa heyî de diyar e keda wê vala dice, ji ber pêwîstiya wê bi kesên dengê wê guhdar bikin û rêzgirtinê ji mafê wê re bigrin heye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar