Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jinên Îzmîrê: Li dijî tundiya ser jinan di 8’ê Adarê dakevin qadan

Jinên li Îzmîrê lez dane xebatên 8'ê Adarê diyar kirin ku jinên kurd di saziyan de bi rehetî nikarin bi zimanê xwe biaxivin û nikarin derdê xwe bînin ziman û ev bang i hemû jinan kirin: "Em di 8'ê Adarê de bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em ne mehkûmê îktidara dijminê jinê ye."

V

8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê nêz dibe. Bi vê re jin daxwazên xwe tînin ziman. Jinên aktivîst û siyasetmedar ên li Îzmîrê dibêjin bila Peymana Stenbolê dîsa bikeve meriyetê û  gotin ew ê di 8’ê Adarê de li qadan bin. Rêvebera DEM Partiyê ya Îzmîrê Suna Kiliç da zanîn gelek pirsgirêkên jinan nayên çareserkirin û wiha got:”Li Tirkiyeyê komkujiyên jinan zêde dibin. Mixabin li cîhanê jin bi tundiyê rû bi rû dimînin. Îktidar pêşî li tundiya li ser jinan nabire. Jin bi zarokên xwe re jî tên kuştin. Îktidar di warê zagonên jinan de gavê paşde diavêje. Zagonên hene jî tên betalkirin. Jin nikarin li her qadên jiyanê bin. Loma ev jî dibe sedema tundiyê. Ji ber bêtir di nava malê de ne jî tundî li wan tê kirin.”

Suna Kiliç bi lêv kir ku tundiya li ser jinan bi polîtîkayên bêcezahiştinê hîn zêde dibe û wiha pê de çû: “Hinek jin bêtir bi cihêkariyê rû bi rû dimînin. Bi taybet lawaziya di qada civakî de ji bo jinên kurd hîn zêde ye û dewlet du qat zêde tundiyê li ser jinên kurd dike. Çimkî jinên kurd di saziyan de bi rehetî nikarin bi zimanê xwe biaxivin û nikarin derdê xwe bînin ziman.”

Di berdewamiya axaftinê de Suna da zanîn divê jin di qadên polîtîk de cihê xwe bigirin û wiha lê zêde kir:”Jin li qadên polîtîk kêm in di nava partiyan de kêm in. Ji ber jin tên hepiskirin nikarin xwe bi awayekî azad îfade bikin. Nikarin nasnameya xwe îfade bikin û pirsgirêk mezin dibe.”

Suna anî ziman tu çareya wekî din a jinan ji xeynî têkoşînê tune ye û wiha got:”Tiştê wê jinan rizgar bike derketina wan a kolanan e û daxwaza mafê wan e. Ji xeynî vêya tu rê tune ye. DEM Partî bang jinan dike ku bi hev re bin. Di 8’ê Adarê de em bi hev re bin.”

Ji Tevgera Jinên Sosyalîst Sibel Yaşar da zanîn ji ber qeyranê xizaniya li ser jinan û mêtingeriya li ser jinan zêde dibin û wiha got:”Du caran keda jinan tê binpêkirin. Jin di 8’ê Adarê de daxwazên xwe tînin ziman. Divê em mafên sendîkal biparêzin. Niha li her derê şer heye. Li Rojava û Filistinê şer heye û herî zêde zarok û jin di bin bandora vî şerî de dimînin. Di şer de tundî û tecawiz li jinan tê kirin. Her wiha dema erdhej çêbû jî herî zêde jin û zarok di bin bandora vê yekê de man. Loma hatina gel hevdu ya jinan a di 8’ê Adarê de girîng e. Em loma jinan vedixwînin têkoşîna bi rêxistinkirî.”

Ji Piştevaniya Mor Sibel Orkmez da zanîn ew di serdemeke ku jin hedef tên girtin de 8’ê Adarê pêşwazî dikin û wiha pê de çû:”Em dixwazin Peymana Stenbolê dîsa bê îmzekirin. Em naxwazin dest zagona 6284’an bidin. Em dixwazin bi aweyekî ewle hebin. Em têkoşîna hebûna jinan didin.”

Sibelê bi lêv kir ku ew hêzê ji hev digirin û wiha wê 8’ê Adarê pêşwazî bikin û got:”Em dixwazin ji vê bêbextewariya li her derê welêt geriyaye rizgar bibin. Loma em dibêjin em bi hêz in em li vir in û em  naçin. Em ê bi vê dirûşmê 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Em bang li jinan dikin ku hûn li tu derê ne bêçare ne. Em çareya hev in em deng û raperîna hevdu ne. Em di 8’ê Adarê de bi hev re dengê xwe bilind bikin. Em ne mehkûmê îktidara dijminê jinê ye. “

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar