Endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê Nagihan Akarsel, li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê xebatên vekirina Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê dikir. Akarsel, di 4’ê cotmeha 2022’yan di encama êrişeke sûîqestê de hate qetilkirin. Bernameya vekirina Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Arşîv û Lêkolînan ku projeya Akarsel bû, di roja duyemîn de didome. Ji çar parçeyên Kurdistanê endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komîteya Jineolojiyê û ji gelek welatên ewropayê nûnerên rêxistinên jinan ji bo vekirinê hatin Silêmaniyeyê. Parlamentera Mêrdînê Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Bêrîtan Guneş jî li ser navê Meclisa Jinan a Partiya Çepên Kesk tev li bernameyê bû.
Jinên ji çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê hatin, di roja ewil a bernameyê de bal kişandin ser girîngiya dîroka jinan û diyar kirin ku ev pirtûkxaneye dê ji bo têkoşîna jinan bi rolekî girîng rabe. Ji Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê Fammy Arambilet yek ji wan jina ye ku bi sala ye li ser mîtolojiyê û berxwedana jinan lêkolînan dike.
Arambilet ku mohra xwe li gelek xebatên têkoşîna azadiya jinan da ye, wiha got: “Tevgera azadiyê ya jinan, mezintirîn tevgere ku dê me ji baviksalariyê û kapîtalîzmê rizgar bike. Li gorî min ev paradîgmaya mezin dê tevahiya jinan rizgar bike.”
Arambilet a ji bo Pirtûkxaneya Jinên Kurd û Navenda Arşîv û Lêkolînê hatiye Silêmaniyeyê, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Ez gelek keyfxweş im ku gelek xwîşkên min ên ji deverên cuda yên cîhanê îro hatine vê derê û ez wan dibînim. Li gel aliyên berxwedêriyê yên jinên kurd, her wiha min aliyên wan ên hunerî jî dîtin. Ji ber ku bi awayekî dîrokî jinan lêkolîn dike, ez spasiya hemû jinên keda wan di vê organîzasyonê de heye dikim. Weke jinekê ez jî di vê projeyê de cih digirim û ez ê hewl bidim dîroka jinê bi awayekî herî rast binivîsim.”
Ji endamên Komîteya Ekolojiyê ya Katalonyayê Lola Gutierrez jî ji bo vekirina pirtûkxane û navendê hatiye Silêmaniyeyê û dibêje ku şahidiya rojeke dîrokî dike. Gutierrez, wiha didomîne: “Ji bo rizgarkirina dîroka jinan, ev roj rojeke dîrokî ye. Ez jî ji bo dîroka jinan xebatan dikim. Ev pêvajo, hemû jinan eleqeder dike. Xebata jinên kurd, di serî de malbatên me dê ji bo jinên li herêmên me dijîn dê firsendên pir girîng biafirîne.”
Gutierrez, diyar kir ku rizgariya jinan bi têkoşîna azadiyê pêkan e û axaftina xwe wiha qedand: “Ez dizanim ku tevgera jinan ji bo vê dinyayê ronahiyek e. Divê xwedî lê were derketin. Ez xebatên jinên kurd pir ji nêz ve dişopînim. Ji ber ku em jî bûne parçeyekê wê, gelek kefyxweş in. Dê têkoşîna jinan me ji vê krîzê rizgar bike.”