PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Jinên Komunîst ên Şoreşger ji bo Efrînê bang kirin

NAVENDA NÛÇEYAN |

Jinên Komûnîst ên Şoreşger (JKŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên dewleta tirk a li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û bangaa xwedîderketina destkeftiyan kir.

Jinên Komunîst di destpêka daxuyaniya xwe êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê wiha bi bîr xist: “Li ber çavê hemû cîhanê, bi piştgirî û erêkirina hêzên emperyalîst di Adara 2018’ê de Efrîn û di Cotmeha 2019’an de Serê Kaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta tirk a dagirker û faşîst û çeteyên wê yên hov ve hat dagirkirin. Dewleta tirk a faşîst û çeteyên girêdayî wê êrîşên xwe didomînin. Piştî ku Efrîn hat dagirkirin bi hezaran welatiyên Efrînê yê kurd, ereb, tirkmen, elewî ji ser axên xwe hatin koçberkirin. Bi hezaran çete û malbatên wan li dewsa wan hatin bi cih kirin.”

JKŞ’ê di dewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirina mafan û hovîtiya dewleta tirk û çeteyên wê û wiha pê de diçe: “Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên ku hemû hiqûqa şer a navnetewî tune dihesîbinin, tevahî hebûn, mal, milk û erdên gelê Efrînê talan kirin û hîna jî berdewam dikin. Di aliyekî de bi sed hezaran darên zeytûnan ku bûye sembola Efrînê hatin birîn. Bi sedan sivîl, ciwan, jin, kal û pîr tên revandin, di îşkenceyan de tên derbaskirin û tên qetilkirin. Mirov tên revandin û ji malbatên wan bi milyonan fidye tê xwestin û bi bedêla pereyan tên berdan.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di serê armanca wan êrîşên de herî zêde jin henen û ev tişt hate gotin: “Bêguman weke ku di rastî û bingeha dewleta tirk a dagirker de xwe nîşan dide, êrîşên herî mezin dîsa li ser jinan tên pêkanîn. Di pêvajoya dawî de dîmenên îşkenceya ku li ser bi dehan jinên efrînî ku di zindanên girêdayî dewleta tirk de hatiye kirin derketin holê. Wateya vê bêguman di şexsê jinên Efrînê de şikandina şoreşa me ya jinê ye. Êrîşên ku îro li dijî jinên Efrînê tên pêkanîn berdewamiya êrîşa çeteyên DAIŞ’ê yên ku li dijî bi hezaran jinên êzidî pêk aniye û berhemê heman ferasetê ye.

Êrîşên ku di şexsê jinan de tên pêkanîn bi armanca şikandina vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin. Û bi vê gavê tê xwestin ku mesajek bê dayîn ji jinên Rojava û bakurê Sûriyeyê re. Bi vê mesajê tê gotin ku ‘Ger hûn di nav vê şoreşê de cih bigirin dawiya we ev e’. Ev siyaset tenê ne li dijî jinên efrînî, di heman demê de li dijî nasnameya tevahî jinên Rojava, bakur û rojhilatê Sûriyeyê û jinên karker, kedkar ên bindest ên hemû cîhanê ye.”

Her wiha JKŞ’ê di dawiya daxuyaniya xwe de di serî de jinên kurd bang li hemû jinan kir ku li hemberî wan êrîşan xwedî li vîna şoreşa xwe derbikevin û wiha bi dawî kir: “Hemû hêzên emperyalîst yên navnetewî û dewletên paşverû û mêtinger ku dagirkeriya Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî erêkirin û niha bêdeng temaşa dikin şirîk û berpirsiyarên van êrîşan in. Em bangawaziya tevahî jinên 4 parçeyê Kurdistanê heta Tirkiyğ, Ji Rojhilata Navîn heta Ewropayê, ji Amerîkaya Latînî heta her derê dikin, li dijî êrîşên ku li ser vîna şoreşa Rojava ya jinê tên kirin, vîna şoreşa jinê û piştgiriyê mezin bikin.

Em Jinên Komûnîst ên Şoreger (JKŞ) banga jinan dikin ku li dijî hemû êrîşên zilamperest, dagirkerkeriya axa me û bi taybetî nasnameya jinê dike hedef, zanebûna xweparastin û rêxistinbûnê mezin bikin. Em ê bi vîna şoreşa jinê Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spiyê û hemû warên ku di bin dagirkeriyê de ne, bi ruhê fedayî ya Arîn, Barîn, Avesta, Sarya û Destanan rizgar bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar