Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jinên ku hêza xwe ji Zîlanê girtin şoreşa jinê pêk anîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku hêza xwe ji pêşengên dîrokê jinên kurd ên leheng girtibû. Wê bi hêza ku ji pêşengên xwe girt bû çirûska azadiyê û deng veda. Zilan jî ji bo jinên piştî xwe xeta azadiya jinê ava kir û navê xwe li dîrokê nivîsî.

Li Kurdistanê ku her daîm dagirkerî serewer e û pergaleke baviksalar lê tê meşandin, jinên kurd tu carî bi qedera xwe razî nebûne û rola ku ji aliye civakê ve li wan hatiye ferzkirin qebûl nekirine. Van jinan her têkoşîna xwe berdewam kiriye. Ew bûne şopdarên heqîqeta gelê xwe û ya jinê. Îro navê van jinên têkoşer ê gelekan nayê zanîn û di bin siya baviksalariyê de winda bûne. Lê yên ku xwe ji bin vê siyê rizgar kirine û navê xwe ji me re ragihandine jî hene. Jinên wekî Besê, wekî Zarîfe û wekî Leyla Qasim a ku dema çû sêdarê li hemberî celadê xwe serî netewand. Piştî wê yên wekî Sakîne Cansiz ku li Girtîgeha Amedê neşter di laşê wê de hat badan û li hember Esat Oktay ê bi zilma xwe tê zanîn serî netewandin jî hene.

Zeynep Kinacî bi nasnavê Zîlan dîroka xwe baş lêkolîn kiribû. Wê ev hemû lehengên jin ji bo xwe mînak girtibûn û dixwest ku bibe berdewamiya têkoşînê. Ji ber vê ye ku Zîlanê bedena xwe kir teqemenî û li Dêrsimê, wekî hewareke dereng mayî bi hewara Seyîd Rizayê di got ‘ma bêkeso, ma bê xwediyo’ de çû li dijî dagirkerên welatê xwe çalakî li dar xist. Zîlan bi çalakiya ku li dar xist bi xwe re bi dehan celadên gelê kurd birin û jiyana xwe ji dest da.

Zeynep Kinaci (Zîlan) di sala 1972’yan de li gundê Mamurek (Elmali) yê girêdayî Meletî hat dinê. Zîlan, ji Zanîngeha Înonû ya Meletî ji beşa rehberî û şêwirmendiya dêrûnasîyê mezûn bû. Zîlan ji malbateke kurd a welatparêz bû. Berî ku tev li nav refên tevgera azadiyê bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê xebitî.

Dema ku li lîseyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û eleqeya wê ya li hemberî  tevgera azadiyê ya kurd zêde bû. Eleqe û bala wê ya li ser kurdîtiyê ji ber taybetmendiyên neteweyî yê malbata wê bû ku ew ber bi heqîqeta wê de dibir û rêya rast li ber vedikir. Zîlan bi pey heqîqeta xwe ket û heta dawî jî têkoşîna xwe berdewam kir.

Zîlan, piştî  di sala 1994’an de li Edeneyê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995’an de tev li nav refên tevgera azadiyê bû. Zeynep Kinaci ango Zîlan, di 30’ê hezîrana 1996’an de li Meydana Komarê ya li Dêrsîmê li hemberî leşkerên tirk ku merasîma Al’ê pêk dîanîn, çalakiya fedaî pêkanî û bi vê çalakiya xwe di dîroka Kurdistanê de bû yek ji sembolên têkoşîna azadiya kurd.

Belê wekî ku me li jorê jî bahsê kir gelek jinên kurd ên çalak hene. Lê çiqas çalak bin jî ewqas çeleng in. Zîlan jî bi çalakiya xwe hem çelengbûna xwe û hem jî çalakbûna xwe nîşan da. Wê xwest ku dawî li bêdengiyê û xemsariyê bîne. Lê çalakiya Zîlanê ku pêk anî çalakiya yekem bû ku jinek bi vî rengî pêk tîne. Zîlan bi vê çalakiyê nîşan da ku dema jin bixwaze tişta nikare bike tune ye. Zîlan bi çalakiya xwe ji bo azadiya civakê rêyeke nû vekir û xwest zarokên kurd bi hêvî li pêşeroja xwe binêrin. Zîlan rêya dawî li zilm û zorê tîne nîşanî hemû jinan da.  Îro li ser şopa wê li Rojhilata Navîn jinên kurd Şoreşa Jinê pêk tînin.

Piştî Zîlanê bi dehan zarokên ku hatin dinê navê wan kirin Zîlan. Ew zarokên ku navê Zîlanê li wan hat kirin îro mezin bûne û bi dehan ji wan li ser xeta Zîlanê di nava tevgera azadiya kurd de cihê xwe girtine û ji bo heqîqeta welatê xwe, ya jinên kurd û jinên cîhanê têkoşîneke mezin didin meşandin. Çawa ku Zîlan wekî çirûska azadiyê li Dêrsimê deng veda, jinên kurd jî li Rojhilata Navîn ji bo hemû jinan bûn çirûska azadiyê.

Lehenga azadiyê Zeynep Kinaci ango Zîlan ku bi çalakiya li dijî neyaran xeta azadiyê ava kir, li ser xeta wê li rojavayê Kurdistanê di pêşengiya jinên kurd ên wekî Arîn Mîrkan û Barîn Kobanê de şoreşa pêk anî. Van jinan navê xwe li tevahiya cîhanê belav kir û ji bo jinan bûn sembola azadiya jinê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar