Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Jinên kurd çanda kurdewarî zindî dihêlin

Jinên Helebce û Hewramanê di malê de xwe sînordar nahêlin û bi vê xebata xwe dikarin debarek taybet ji bo xwe dabîn bikin. Jinan diyar kirin ku divê her jinek bikare li derve karek ji bo xwe bike û gotin ku bi vî awayî çanda kurdewarî zindî dihêlin.

Kurdistan di aliyê erdnîgarî û çandê de ciheke dîrokî ye. Bi tyabetî jî jinên kurd di nava her zor zehmetiyê de çand û kevneşopiya hezaran salan didomînin. Li Helebce û Hewramanê tu festîval û şahî bê reng û kêrhatinên jinan nayê lidarxistin. Di her festîval û çalakiyê de jin bi jêhatin û berhemên xwe beşdariya xwe çêdikin û rolek girîng dilîzin. Jinên Helebce û Hewramanê di malê de xwe sînordar nahêlin û bi vê xebata xwe dikarin debarek taybet ji bo xwe dabîn bikin.

Yek ji wan berhem û kêrhatinên jinan ên ku bi wê beşdarî festîvalan dibin jî, çêkirina xwarinên Kurdewariye ku di rêjeyek berçav de bala welatî û geştyaran dikişîne.

Rengîn Elakerem ji bajarokê Tewêle ya Hewramanê ye ku bi salane bi çêkirina xwarinên cur be cur yên kurdewarî cihê xwe di festîvalan de digire. Rengîn Elakerem derbarê xebatên de ev tişt anî ziman: “Ev kare ji bo min bûye çavkaniyek ya debarê. Hêvîdar im her jinek bikare li derve karek ji bo xwe bike. Çanda kurdewarî bi vê rêyê jî em zindî dihêlin. Ev xwarinên kurdewarî tam û lezetek taybet hene. Gelek ji karê xwe hez dikim. Ji bo wê her beşdarî festîvalan dibim. Divê jin ji xwe bawer bin û ji derve kar bikin ku bibin xwedî dahatek taybet ya xwe.”

Jinek din ya ku gelek caran ji Helebceyê bi jêhatinên xwe beşdarî festîvalan dibe Nemam Walî qala giringiya çalakiyên wiha ji bo jinan kir û wiha anî ziman: “Her sal wek jinên Helebceyê bi karên cuda cuda beşdarî festîvalan dibin. Ev kar di warê bidestxistina debarek taybet de, ji bo jinan karekî başe. Ez beşdarî hemû festîvalên li herêmê bûme. Ez bi vî karî gelek keyfxweşim.”

Nemam Walî her wiha da zanîn ku jinên Helebceyê bi awayekî komî di rêjeyek berbiçav de beşdarî festîvalan dibin û wiha got: “Vekirina festîvalên wiha ji bo jinan gelek başe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar