Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên kurd dê 3’yê Tebaxê li gelemperiya cîhanê dakevin qadan

TJK-E’yê ji bo çalakiyên deqeyekê rêzgirtinê û xwepêşandanên 3’yê Tebaxê yên salvegera qirkirina Şengalê banga tevlibûnê kir û bi vê armancê plansaziyeke çalakiyan hate amadekirin

Tevgera Jinên Kurd ên li Ewropayê (TJK-E) bi minasebata 5’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê ya li ser êzidiyên Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

TJK-E’yê diyar kir ku DAIŞ ku hêza herî barbar a zîhniyeta serdestiya mêr e, di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê êrîşî jin, zarok û civaka êzidiya kirin ku koka jiyanê ya civaka komunal a Kurdistan û Rojhilata Navîn e û bi bîr xist ku bi fermana ku bi destê DAIŞ’ê li civaka êzidî hate kirin bi hezaran mirov hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin û mîna koleyan hatin firotin, civaka êzidî ji xaka xwe hatin dûrxistin û mirovahiyê komkujiya herî hovane ya sedsala 21’an dît.

Jinên ku DAIŞ’ê têk birin hatin silavkirin

TJK-E’yê qurbaniyên komkujiya Şengalê bi rêzdarî bi bîr anî û berxwedêrên jin ên ku DAIŞ têk birin silav kir û wiha domand: “Ewladên gelê kurd li hemberî vê faşîzm û zordariyê bêdeng neman, di şexsê DAIŞ’ê de hesab ji hêzên serdestiya mêr ên desthilatdarîperest pirsîn. Sekna berxwedanê ya gelê azad û jinên azad ku ji Şengalê dest pê kir, xwe gihand Reqqayê û tola jin, zarok û gelê me hilanî.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî êrîş, komplo, tundî û hovîtiya serdestan di serî de jin wê bêdeng neminin û wiha hat gotin: “Pêleke berxwedan û tolhildanê li dijî kolekirina gel û jinan hatiye afirandin. Di serî de jinên êzidî careke din hatiye nîşandan ku jin wê serî li ber mêtingeriyê, tundiyê û zayendîperestiyê netewînin.”

Jinên êzidî îro çarenûsa xwe diyar dikin

TJK-E’yê da zanîn ku jinên ku doh li bazarên koleyan dihatin firotin, dihatin qetilkirin îro çarenûsa xwe bi xwe diyar dikin, li Şengalê û li her devera lê ne xwe bi rêxistin dikin, zane dikin û bi pîrozmendiya xaka Şengalê siberojên azad ava dikin û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de em êşa fermana 74’an vediguherînin rêxistinî û hêza xweparastinê ya jinên êzidî, vediguherînin berxwedana mezin a azadiyê û bi vî rengî salvegera 5’an a komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê 2014’an pêşwazî dikin. Bi biryardariya mezinkirina têkoşîn û hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên jinan em pêşwazî dikin.”

Ji bo guhertin û azadiyê rabe ser pêyan

TJK-E’yê diyar kir ku ew bi pêngava ‘ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser pêyan’ salvegera komkujiyê pêşwazî dikin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê careke din nîşan didin.

Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku di çarçoveya banga Federasyona Jinên Êzidî her kes 3’ê Tebaxê tev li çalakiyan bibin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li jinên me hemûyan dikin ku 3’ê Tebaxê saet di 11’an de ji bo jinên me yên hatin revandin û qetilkirin deqeyeke rêzgirtinê bikin, her kes cilên spî li xwe bikin û bi xurtî tev li çalakiyan bidin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar