Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Jinên kurd pêşengiyê dikin

Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli destnîşan kir ku jinên kurd li dijî pargala serdest bi berpirsyariya xwe radibin li dîjî pergalê tev digerin ji bo biguherînin û pêşengiyê dikin

Jinên kurd bi taybetî li Kurdistanê û bi giştî jî li her derê amadekariya pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Têkoşîna Jinên Kedkar ên Cîhanê dikin ku di vê rojê de bi girseyî dakevin qadan. Hevseroka Colemergê ya HDP’ê Humeyra Armût û Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gulderen Varli têkildarî xebatên 8’ê Adarê de axivîn.

Hevseroka HDP’a Colemêrgê Humeyra Armût destnîşan kir jin li qadan, li zindanan û kargehan li dijî vê pergala zilamserwer a yekreng bersiva xurt a hewce texsîr nakin. Armût ji bo krîza Tirk a bi polîtîkayên faşîst herî pir jin karîger dibin û got “Tacîz û tecawiz tê asayîkirin fihûş û madeyên hişkujiyê têne teşwîqkirin. Jin û ciwanên Kurd dikişinin nav vê û li nav civakê basîtkirin.”

Armût diyar kir di şexsê wekîlên jin de nasnameya jinê dikin hedef, dixwazin peyamê bidin jinan û wiha got: “Jin zêdetir hejar bûn. Jin weke hêza erzan a kar têne dîtin. Jin zêdetir di nav malê de têne asêkirin û li dijî vê tiştek nehate kirin. Jin dîsa jî li qadan, zindanan, malan û kargehan li dijî vê pergala zilamserwer a yekreng bersiva xwe texsîr nake.”

Armût diyar kir ku wan ji 1’ê adarê ve dest bi xebatên 8’ê Adarê kirine, li navenda Colemêrgê û navçeya wê Geverê ew ê şahiyan bikin û li Çelê û Şemzînanê jin bêne gel hev.

Hevseroka Wanê ya DBP’ê Gulderen Varli jî bal kişand ser têkoşîna jinan û ev tişt anî ziman: “Jinên Kurd li dijî vê pergalê mil didin hemû beşên civakî, dibin pêşenga zîldan, guherîn û geşedanê.” Varli diyar kir dewleta tirk bi hemû derfetên xwe dixwaze têkoşîna mafdar a Kurdan terorîze bike û wiha got: ‘’Di vê pêvajoyê de pergal hemû amûrên gemarî bi kar tîne, ji nirxên wê dûr dixe û dixwaze bixe nav jiyaneke ketî. Ji ber hinde, ev 5-6 sal in dewletê her cure çalaki û bername qedexe kirine. Li gel hemû astengiyan jî jinan hewl daye ku ji nû ve hilberînin û bi ser jî ketine. Li dijî êrîşên hovane, têkoşîna jinên Kurd, rêxistiniya jiyana azad û pêşverû kiriye û li dijî êrîşên pergalê bûne lat û zinar. Têkoşîna Kurdan gav bi gav bi pêş ve bir, hêvî da. Jina azad û pêşverû, wê aştî, hezê, wekhevî û xwîşk û biratiyê bîne navmalê, cografyaya xwe û hemû cîhanê.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar