PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

‘Jinên kurd tirs û xofek mezin xistine dilê dewleta tirk’ 

Cîhan Derwêş diyar kir ku Jin ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û bi edalet têdikoşe û wiha axivî: “Dewleta tirk a qirker ji hêza jinê ditirse, jina rêveber dibe hedefa dewleta tirk, dewleta tirk ji jina pêşeng ditirse. Jina ku civakê ji êrîş û koletiyê rizgar dike û diparêze, bûye xof û tirsa dewleta tirk a dagirker.”

Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya jinan çeteyên herî hov ên wekî El Qaîde û DAIŞ’ê têk bir û şoreşa jinan pêk anî. Seroka Desteya Jin a Kantona Firatê Cîhan Derwêş têkildarî berxwedaniya jin a piştî şoreşa Rojava û berxwedaniya xeta jinê û têkoşîna wan a li hemberî dagirkeriyê axivî.

Cîhan di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Ji dîrokê ve sîstemên desthilatdar xwe her li ser jinê daye ferzkirin û meşandin. Ew bi xwe sîstemekî înkarkirina jin e. Bi taybet jî jinên ku di qadên siyasî, civakî, diplomasî û leşkerî de cih digirin jî dike hedefa xwe. Ew jina ku di nava civakê de xwe îsbat kir û weke pêşeng hat diyarkirin, ji desthilatdariyê re tirseke. Jin ji bo jiyaneke wekhev, demokratîk û bi edalet têdikoşe.”

Cîhan anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku bi pêşengtiya jinê destpê kirî, dixwazin di şexsê jinê de tune bikin û wiha pêde çû: “Ew Şoreşa ku bi jinê destpê kirî, gelek destkeftî li dû xwede hişt. Şoreşa ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo gelek gavên girîng avêt, têde jinê xwe îsbat kir û di her warî de rola ku dikeve ser milê wê, lîst. Rêber Apo jî bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ tespît kir ku jin dikare di her warî de xwe bi rêve bibe.”

Cîhan Derwêş diyar kir ku dewleta tirk a qirker ji hêza jin ditirse û wiha domand: “Dewleta tirk a qirker ji hêza jinê ditirse, jina rêveber dibe hedefa dewleta tirk, dewleta tirk ji jina pêşeng ditirse. Jina ku civakê ji êrîş û koletiyê rizgar dike û diparêze, bûye xof û tirsa dewleta tirk a dagirker. Li gundê Helincê yê li Kobanê êrîşa dewleta tirk a li dijî Ronahî, Dilar û Kobanê û êrîşa li dijî Jiyan Tolhildan û hevrêyên wê, nîşan dide ku dewleta tirk çiqasî ji hêza jinê ditirse. Di 18’ê nîsanê jî berdevka Rêxistina Sara hat hedefgirtin û di encamê de bi giranî birîndar bû. Lê dema her jinek tê hedefgirtin, hêrsa me jî zêdetir dibe û em bi hêztir dibin. Em ê li ser xeta şehîdên ku ji bo azadiya jin têdikoşin, têkoşîna xwe berdewam bikin. Dewleta tirk çi dike bila bike em ê li dijî her komployê bi ser bikevin û em ê bibin bersiva li dijî van êrîşan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar