Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...
Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Jinên kurd û afgan banga azadiyê kirin

Jinên afgan, kurd û fars li dijî zext û zordariya rejîma Talîbanê li Stockholmê daketin qadan û banga azadiyê kirin

Li paytexta Swêd Stockholmê, li dijî kiryarên rejîma Talîbanê ku bi taybetî zext û zordariyeke giran li jinan dike, çalakiyek hat lidarxistin.

Çalakiya ku jinên afgan pêşengî jê re kirin, li qada Sergels Torgetê duh piştî nîvro destpê kir û saetekê dewam kir. Jinên kurd ên ji rojhilatê Kurdistanê jî bi alayên xwe beşdarî çalakiyê bûn û hevxemî û piştgiriya xwe ya bi jinên afganî re nîşan dan ku ji bo azadiyê têdikoşin.

Di çalakiyê de ku gelek jinên ji neteweyên fars, afgan, kurd û swêdî lê amade bûn dirûşmên ‘Talîbanê nas nekin’, ‘Ji girtin û kuştina jinan re bêdeng nemîne’ hatin qîrîn.

Çalakgeran bang li welatên rojavayî kirin ku xaliyên sor li bin lingê Talîbanê ranexin, wan weke pêşengên civakê û mirovên pak pêşwazî nekin û bi tu awayî desthilatdariya wan rewa nebînin.

Çalakgeran destnîşan kirin ku pejirandina Talîbanê xeteriya herî mezin ji bo civakê û bi taybetî jî li dijî mafên jinan e.

Dê çalakî heta 8’ê Adarê bidome

Ji çalakgeran rojnamevana afgan Înnet Walemî diyar kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku piştgiriyê bidin jinên afgan ên di bin zext û zilma Talîbanê de li ber xwe didin.

Înnet Walemî ragihand ku wê çalakiyên xwe heta 8’ê Adarê dewam bikin û diyar kir ku ew dengê jinên afgan ên di bin zordariya Talîbanê de ne bigihînin tevahiya cîhanê, dê bibin pirek ji bo wan jinan.

Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku jinên fars û kurd jî bi wan re heman daxwazê dikin û wiha got: “Mijara jinan ne tenê li Afganistanê pirsgirêk e, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Em banga wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya jinan dikin.”

Lazim e deng derbixin

Ji çalakgeran Selma Şerîfî jî bi bîr xist ku ew jinên ji neteweyên cuda li hev kom bûne û ev tişt anî ziman: “Em ji bo wan jinan li hev kom bûne ku bi dirûşma ‘Kar, nan, azadî’ daketibûn qadan, lê belê hatine binçavkirin. Mixabin li rex bêdengiya cîhanê û dezgehên mafên mirovan, waye me dibînin ku xaliyê sor ji wan qatil û kujer û hovên dijjin radêxin û wan pêşwazî dikin. Em dizanin ku tu hêz li pişt me nîne lê lazim e bi her awayî em dengê xwe bilind bikin. Em ku îro li derveyî welat in, lazim e em bi her awayî dengê xwe bilind bikin, ji bo tevayî jinên azadîxwaz û her wiha tevayî ew mirovên ku dibêjin em layengirên azadîxwaziyê ne. Lazim e deng derbixin û bi her awayî jin li jinan xwedî derkevin.”

‘Divê komên terorîst ên Talîbanê nas nekin’

Çalakger Mîna Refîq jî destnîşan kir ku ew jin divê bi destê xwe azadiya xwe û welatê xwe bi dest bixin û wiha got: “Daxwaza me ya sereke ji bo civata navneteweyî ew e ku wan komên terorîst ên Talîbanê nas nekin û qedera welatê me nexin destê wan. Ji ber ku kiryarên wan û daxwazên wan û têgeha ku li ser dimeşin diyar e. Bi fermiyet naskirina Talîbanê, pejirandina qirkirin û kuştina jinan e.”

Ji bo azadiyê

Li rex rêxistinên azadîxwazên afxanî, jinên kurd jî (endamên KJAR) bi alayên xwe bi awayeke sembolîk beşdar bûn. Yek ji wan jî jina çalakger a kurd Şanaz Eliyasî ya ji rojhilatê Kurdistanê ye ev tişt anî ziman: “Em îro weke jinên kurd ji bo piştgirî û destekdayîna jinên afgan hatine gel hev. Ji bo ew jinên ku gelek caran ketine bin zilm û zora zextên Talîbanê û hewldana ji bo rizgariya xwe dikin. Li rex vê ya jî mixabin hin welatan ferşa sor ji wan re raxistine û weke ku mirovên rewşenbîr û pêşketî bin wan pêşwazî dikin. Em wek jinên rojhilatê Kurdistanê KJAR bi her awayî piştgîrî û hevxemî û hevderdiya xwe ya bi tevayî jinên ku têkoşîna azadiyê didin bi taybet bi jinên afganî re dubare dikin û her tim li rex wan bin ji bo azadiya jinan.”

Çalakgeran destnîşan kirin ku ji bo azadî û jiyana xwe, ew ê bi her awayî li dijî Talîbanê rawestin û têbikoşin. STOCKHOLM 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar