Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên li Helebceyê bi meşê dest bi rojê dikin

Nêzî 30 û 40 jinên li Helebceyê dijîn serê sibêhê saet di 04.00’an de li cihê diyarkirî komdibin, nêzî 3 kîlometreyan dimeşin. Her wiha ji bilî werzişê ev jin dema sibeha ji mal derdikevin, çopa ku li ser rê dibînin komdikin û paqijiya hawirdorê jî dikin

Çend salên dawiyê de li Herêma Federal a  Kurdistanê gelek welatî hene girîngiyeke zêde didin werzişê. Li navenda bajarê Helebceyê jin serê sibêhê zû ji bo werzişê ji mal derdikevin. Bi armanca şopandina vê werzişa jinên Helebce, ekîba Rojnewsê di saetên zû de rabûn û li gel jinan re berê xwe da cihê werzişê.

Jin piştî ku hemû li cihek kombûn saet di 04.00’an de bi hev re berbi serkaniya ava Çawig bi rê ketin. Jin her sibeh bi qasî 3 kîlometreyan dimeşin heya digihin ava Çewig, li wêderê bêhndanek kurt distînin û ji wir carek din vedigerin malên xwe. Hejmarek diyar a jinên beşdarî vê werzişê dibin nîne, jin li gorî derfetan beşdar dibin, hinek jiwan her roj beşdardibin hinek jî nava hefteyê de çend rojek beşdar dibin. Bi giştî jimara jinên beşdarî vê wezişê dibin 30 ta 40 jin in. Temenê jinên beşdardibin cûda cûda ne, hinek ji van jinan ji bo kêmkirina kîloyên xwe beşdardibin, hinek jê jî ji bo çareserkirina nexweşiyên wek şekir, romatîzma beşdarî vê werzişê dibin. Ji bilî werzişê ev jin dema sibeha ji mal derdikevin, çopa ku li ser rê dibînin komdikin û dixin bermîlên çopê.

‘4 sal in dimeşim’

Jina binavê Gulale Cemîl ev çar sal in vê werzişê dike û wiha got:“Hemû rojek piştî banga sibehê em ji mal derdikevin bi meş an jî bi bez heya serkaniya ava Çawig dimeşin. Ji wê derê jî bi bez berbi mal ve tên.”

‘Ji 98 kîloyan daket 74 kîloyan’

Yek ji jinên din ên beşdarî werzişê dibe jina binavê Tara Elî ye, ev sê sal in Tara beşdarî vê werzişê dibe. Tara diyar kir ku dema despêkê wê dest bi vê werzişê kirî ew 98 kîlo bû lê niha kîloyên wê daketiye 74 kîloyan. Herwiha diyar kir ku wê li gel werzişê de jî bernameyekî xwarinê ji bo xwe daniye. Tara Elî da zanîn ku ew di despêkê de diçû salona sporê  lê bi qasî vê werzişê sûd nedidayê.

‘Ji bo tedawiyê meş girîng e’

Jina bi navê Gelas Qadir jî wiha axivî: “Bi qasî meheke beşdardibim û nexweşek jî li gel min de ye ku emeliyata gurcikê derbaskirye û ew jî beşdarî werzişê dibe. Ez jî li gora wê dimeşim, ji seda 20’ê van jinan nexweşin, ji bo tendirûstiya wana baş be sporê dikin. Ev spor gelek baştire ji tedawiyên bijîşkan.”HELEBCE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar