Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jinên Licê: Serkeftin teqez ya meye

Jinên Licêya Amedê der barê hilbijartinên 14'ê Gulanê de axivîn û gotin: “Bila gelê me xwe nas bike û bi hev re têbikoşin. Ger em nebin yek, em ê winda bikin, em mil bi mil bixebitin. Serkeftin a me ye û em ê ji bo vê serketinê jî dengê xwe bi kar bînin.”  

Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê ku çarenûsa Tirkiyeyê diyar dike re roj man. Li gorî lêkolîn û nirxandinên hatine kirin, gelê kurd, jin û ciwanên kurd dê di hilbijartinê de roleke diyarker bilîzin. Xebatên partiyan didomin, Partiya Çepên Kesk a ku li herêmê her çalakiyê vediguherîne mîtîngê, armanc dike ku di vê hilbijartinê de hejmara parlamenteran zêde bike. Bi taybetî kelecana jin û ciwanan di her çalakiyê de xwe nîşan dide. Jinên Licê gotin, “Em ê dengê xwe bidin xwe” û Partiya Çepên Kesk îşaret kirin.

‘Em ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin’

Jinên ku beşdarî hevdîtina jinan a roja duşemê li navçeyê hat pêkanîn bûn, li vir namzedan bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” silav kirin. Delal Zengîn a ku beşdarî hevdîtine bû wiha got: “Ez kurd im, dengê xwe bidim xwe. Ez ji xwe pê ve dengê xwe nadim tu kesî. Em dixwazin şer bi dawî bibe, em ê ji bo mirov nemirin dengê xwe bidin. Bila êdî dilê dayikan neşewite. Êdî sebra dayikan nemaye. Bila Erdogan êdî here mala xwe û rûnê. Bila êdî vê qetlîam bisekine. Gelek mirovên me hatin qetilkirin. Em êdî wan naxwazin. Li welat hemû gel tên pelçiqandin. Em ne tenê ji bo xwe ji bo hemû gelan aştiyê dixwazin. Ez nabêjim bila Erdogan bimre, bila here li mala xwe rûne.”

‘Em xwe nas dikin û dizanin dengê xwe bidin kê’

Rafîka Nêrgiz jî diyar kir ku ew dizanin li ku û çawa dengê xwe bidin û wiha got: “Min heta niha dengê xwe daye xwe. Ji vê pê ve jî nadim kesek din. Me zehmetî kişand û zilmê dît. Ciwanên me winda bûne, girtîgeh tijî bûn. Em xwe nas dikin û dizanin dengê xwe bidin kê. Pêşeroja me geş e û di vê hilbijartinê de jî serkeftin dê ya me be. Ji bo ku hemû kes azad bibin, girtîgeh bên valakirin û kes girtî nemîne ez ê dengê xwe bi kar bînim. Em tiştekî din naxwazin. Em xwe nas dikin û em ê bi vê yekê re herin dengê xwe bidin.”

‘Ez ê ji bo çiyayên Kurdistanê dengê xwe bidim xwe’

Melîke Kendal jî bi gotina; “Ez ê ji bo çiyayên Kurdistanê dengê xwe bidim xwe” û axaftina xwe wiha domand: “Li van çiyayan ewqas xwîn hat rijandin, ji bo şervanan û vê têkoşîne dengê xwe didim xwe. Dengek ku bidim kesekî din jî nîn e. Em ê bi ser bikevin, em ji her kesî re serketinê dixwazin. Em ê dev jî xebata Jin, Jiyan, Azadî gav paşve navêjin. Bila gelê kurd bixebite, di nava gelê me de yekitî çêbibe. Bila gelê me xwe nas bike û bi hev re têbikoşin. Ger em nebin yek, em ê winda bikin, em mil bi mil bixebitin. Serkeftin a me ye û em ê ji bo vê serketinê jî dengê xwe bi kar bînin.”

‘Bila gelê me xwe nas bike’

Leyla Benîce ya herî dawî axivî jî wiha got: “Em ê ji bo edalet were welatê me dengê xwe bidin xwe. Erdogan 20 sal in li ser desthilatdariyê ye divê êdî biçe. Gelek zilm li gel kir êdî bes e. Ger Selahattin Demîrtaş îro li derve bûya dê tiştên pir xweş çêbûna. Em naxwazin bibin mehkûmê vê zilmê û em dixwazin mafên xwe bi dest bixin. Ger gelê me rastiya xwe bizanibûya, em ê zûve bi ser ketana. Bila gelê me xwe bizane û nas bike êdî em ji wan re bibêjin ‘raweste.’ Em bi vê hişmendiyê biçin ser sindoqan.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar