Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jinên Mêrdînê ji bo meşa 15’ê Sibatê bang kirin

Jinên Mêrdînê, ji bo meşa ku bi minasebeta 15’ê Sibatê bê lidarxistin de axivîn û gotin: "Ev meş ji bo me girîng e. Em bang li her kesî dikin ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan dakevin qadan."

Di pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED) û Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmen xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi wesîleya 15’ê Sibatê salvegera Komploya Navneteweyî dê meş bên lidarxistin. Di 6’ê sibatê de li navçeya Qosera Mêrdînê û navçeya Gevera Colemêrgê dê meş bê lidarxistin û dê heta Gemlîkê bidome.

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Bozan, Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Bêrîvan Bahçecî û Rêvebira HDP’ê ya Mêrdînê Suphiye Babayîgît,  têkildarî meşa ku bê lidarxistin de axivîn û bangawaziyê kirin.

‘Li her qadê tecrîd tê meşandin’

Ayşe Bozan, anî ziman ku meşa bê lidarxistin ji bo Gelê Kurdistan û Tirkiyeyê, girtîgeh û jinan girîng e û wiha domand: “Tecrîda ku îro li Girava Îmraliyê tê meşandin li ser tevahî girtîgeh û gelan tê meşandin. Di girtîgehan de bêhiqûqiyek mezin tê jiyîn. Mafê girtiyan nayê dayîn. Îro înfazên gelek girtiyan hatin şewitandin. Ne bi tenê li girtîgehê li her qada jiyanê ev tecrîd tê meşandin. Tecrîd bandorek giran li ser civakê dike. Li her deverên Kurdistan û Tirkiyeyê bêhiqûqiyek mezin tê jiyîn. Bi tecrîdê re girêdayî roja ku jin neyê qetilkirin nîne. Ev 24 sal in Birêz Ocalan di bin tecrîdek giran de ye. Ew dixwazin fikr û ramanên Birêz Ocalan jî bikin bin tecrîdê. Divê bêhiqûqiya li Îmraliyê tê jiyîn bi dawî be.”

‘Ev meş ji bo me gelek girînge’

Ayşe, bang li hemû Gelê Kurd û gelên din kir ku tevlî vê meşê bibin û tecrîdê bişkînin. Ayşe, got ji bo zext, zilm, zordarî û şerê heyî heye bi dawî bibe pêwîste tecrîd bê şikandin û wiha pê de çû: “Ji ber vê yekê ev meş gelek girîng e. Roja 6’ê sibatê bila hemû gelê me werin tevlî vê meşê bibin. Li Kurdistanê hem pirsgirêka kurd heye û hem jî qeyranek mezin tê jiyîn. Ev hemû jî bi tecrîdê re girêdayî ne. Dema tecrîd şikiya û Birêz Ocalan gihîşt mafê xwe dê ev hemû pirsgirêk çareser bibe. Ji ber ku ew pirsgirêk tenê Birêz Ocalan dikare çareser bike. Dê pêşiya azadî jî vebibe. Ji ber vê yekê pêwîstiya hemû kesî bi azadî yê heye. Ev yek jî bi Birêz Ocalan pêkane. Ev meş ji bo azadiya Birêz Ocalan û jinan gelek girîng e û bi wateye. Banga min ji gelê Mêrdînê ew e ku werin tevlî vê meşê bibin. Em tecrîdê bişkînin, pêşiya azadî, aştî û demokrasiyê vekin.”

‘Di şexsê Birêz Ocalan de tevahî civak di bin tecrîdê de ye’

Bêrîvan Bahçecî jî destnîşan kir ku ne 22 meh in 24 sal in li Girava Îmraliyê tecrîdek giran tê meşandin û wiha got: “Di şexsê Birêz Abdullah Ocalan de îro li ser tevahî civakê tecrîd pêk tê. Ev tecrîd bi taybetî li ser jinan tê meşandin. Ji ber ku hem jin û hem jî tevahî Gelê Kurd îro bi komkujiyan re rû bi rû ne. Ev komkujî û êrîş jî di encama polîtîqaya tecrîdê de pêk tê. Ji ber vê yekê em jî dibêjin heta tecrîd neyê şikandin em nasekinin. Tecrîd hem di hêla aborî, çandî, jiyanî, siyasî û hemûn qadên dinê de heye. Ji bo şikandina tecrîdê berxwedan û rêxistinbûyîn pêwîste. Em ê hemû qadan, kolan û taxan bikin cihê berxwedanê. Ger ku Birêz Ocalan azad be dê Gelê Kurd jî di şexsê wî de azad be.”

Wê lingekî meş ê ji Qoserê bê destpêkirin

Bêrîvan, bi lêv kir ku ji bo şikandina tecrîdê Gelê Kurd bi salan e berxwedanek mezin didin û vê têkoşînê gihandine hemû qadan. Bêrîvan, diyar kir ku bi minasebeta 15’ê Sibatê têkoşîna wan mezintir dibe û wiha domand: “Di hêstên Gelê Kurd de 15’ê Sibatê wek hestek cuda ye. Komploya ku li dijî Birêz Ocalan hat kirin ji bo me kurdan rojek reş e. Ji bo şikandina tecrîdê dem bi dem çalakiyên cuda tên lidarxistin. Ji ber vê yekê meşa ku li dijî tecrîdê bê lidarxistin ji bo me gelek girîng e. Ji bo ev tecrîd bê şikandin kesên ku aliyê azadî, aştî û demokrasiyê ne tevlî vê meşê bibin û meşê xûrtir bikin. Em bi wê rihê berxwedanê tecrîdê bişkînin. Ev meş wê ji du milan bê lidarxistin. Milek aliyê Tirkiyeyê û milê dinê jî li Kurdistanê bê lidarxistin. Em ê li Qoserê meşa xwe li dar bixin. Ji ber vê yekê tevlîbûna we ji bo me gelek girîng e. Ji bo şikandina tecrîdê ne bi tenê Gelê Kurd divê tevahî gelên dinê jî tevlî vê meşê bibin. Bila hemû gelên me yên azadîxwaz piştgiriyê bidin vê meşê û em bi hevre tecrîdê bişkînin. Em tecrîdê bişkînin, Birêz Ocalan û tevahî civakê azad bikin.”

‘Em tecrîdê bişkînin Birêz Ocalan bigihînin azadiya wî’

Suphiye Babayîgît jî komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û da zanîn ku piştî kopmloyê li ser Gelê Kurd zilm, êriş û komkûjî zêdetir bûne. Suphiye, destnîşan kir ku ew bi salan in daxwaza azadî û aştiyê kirine û wiha axivî: “Ev tecrîda girankirî ku 24 sal in tê meşandin dê heta kengî bê meşandin? Ev zilm heta dawiyê dom nake, dê elbet rojek bi dawî be. Em dixwazin hemû gelê cihanê şiyar bin. Ji bo meşa 15’ê Sibatê jî em hemû kesan vedixwînin meşê. Ev meş ne bi tenê ji bo Gelê Kurd ji bo gelên tevahî cihanê ye. Ji ber ku ger em tecrîdê bişkînin û Birêz Ocalan bigihînin azadiya wî dê aştiyek mayîn de pêk were. Em dixwazin êdî şer bisekine û xwîn nerije. Îro girtiyên li nav çar dîwaran jî di bin tecrîdê de ne. 45 sal in ev şer di nava me de ye. Heta kengî dê dayîk bigirîn? Şikandina tecrîdê ji van hemû pirsgirêkan re bersiveke.”

‘Tevlî meşa azadiyê bibin’

Suphiye, daxuyakirin ku tecrîda ku li Girava Îmraliyê 24 sal in tê meşandin li dijhiqûqê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev bi salan e bêhiqûqiyek mezin li Îmraliyê tê meşandin. Destûr nayê dayîn ku hevdîtin bên kirin. Ev zilm ji kesekî re namîne. Bila destên xwe ji xwînê vekişînin. Em bang gelê xwe dikin ku tevlî meşa azadiyê bibin. Ger ku em nebin yek ev tecrîd, zilm, şer û bêhiqûqî wê tim berdewam bike. Em ji bo tevahî gelan dengê xwe bilind bikin. Em bi hev re tevlî meşê bin û azadiyê pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar