PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Jinên Mêrdînê starta çalakiyên 8’ê Adarê da

Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin li dijî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê ne û dê li dijî vê pergalê têbikoşin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê, starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê da. Starta çalakiyan bi daxuyaniyekê hat ragihandin. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê yên Mêrdînê Ebru Gunay û Pero Dundar, namzetên jin ên hevşaredariyê yên şaredariyên navçeyan, rêvebirên HDP û DBP’ê û malbatên girtiyan amade bûn.

Li ser navê Meclisa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, parlamenter Ebru Gunay axivî. Gunay da zanîn ku li her deverê dê bi dirûşma ‘Jin ji bo azadiyê di grevê de ne û têdikoşin’ çalakiyan li dar bixin. Gunay got ku dê li her qadekî ji bo azadiya jinan bang bikin. Gunay diyar kir ku çalakiyên grevên birçîbûnê bi pêşengiya Leyla Guven hatin destpêkirin û wiha domand: “Leyla Guven nîşan da ku tecrîdê qebûl nake û li dijî vê li ber xwe dide. Li her qadên me yên jiyanê yên weke kolan, tax, mal û kargehan em nîşan didin ku dê vê tecrîdê qebûl nakin.”

‘Pergala Îmraliyê veguheriye pergala rêvebirinê’

Gunay got ku dê pergala li Îmraliyê qebûl nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hikûmeta AKP’ê pergala Îmraliyê veguherandiye sîstemeke rêveberiyê. Lê me jinan ev rêveberî qebûl nekir. Dibe ku bedena girtiyan girtî be lê ruhê wan azad e. Tevî vê jî li her deverê ji bo me banga azadiyê dikin. Daxwazên girtiyan, daxwazên me ne. Jin di têkoşîna azadiyê de ne. Jin li her qadê dê dîsa ji bo azadiyê bang bikin. Pergala tecrîda Îmraliyê dê bê rakirin û azadî dê bi ser bikeve.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar