Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Mexmûrê: Em piştevanê jinên Rojhilat in

Jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê piştgiriya xwe ya bi jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re diyar kirin û bang li jinên kurd û cîhanê kirin ku li hember kuştina jinan bi yek dengî helwesta xwe raber bikin

Piştî kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve li bajarên rojhilatê Kurdistan û Îranê di pêşengtiya jinên kurd û îranî de li dijî rejîma Îranê serhildanek hatiye destpêkirin. Girêdayî vê mijarê Jinên Wargeha Penaberan a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî piştgiriya xwe ya bi serhildana jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê re ragihandin û ev bang kirin: “Em bang li hemû jinên kurd dikin li kuderê dibin bila bibin pêwîste piştgiriya vê şoreşê bikin. Ji ber ku wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê. Wek jinên penaber em piştgiriya xwe ya bi jinên rojhilatê Kurdistanê re didin diyar kirin û dibêjin teqez wê serkeftin ya me be.”

‘Her sal bi hezaran jin tên kuştin’

Gulê Tunç diyar kir ku her sal bi hezaran jinên bêsuc û bêsedem tên kuştin û neçarî xwe kuştinê tên kirin û got: “Bi hinceta ku Jîna Emînî porê wê  derketiye hat kuştin. Em vê hovîtiyê şeremzar dikin. Piştgiriya xwe ya bi jinên Rojhilat re didin diyar kirin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Jinên Rojhilat, kuştina jinan ne pejirandin û li hember wê daketin qadan. Di nava salekê de bi hezaran jin bê suc û sedem tên kuştin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li dijî bêmafiya li ser jinan dakevin qadan. Êdî dem dema azad kirina jinan e.”

‘Divê em şoreşa jinan li darbixin’

Teybet Hêşetî jî bal kişand ser hovîtiya Rejîma Îranê ya li dijî jinan û wiha peyivî: “Em Jîna Emînî ya ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat kuştin bibîrtînin û Rejîma Îranê şermezar dikin. Jin û ciwanên di nava têkoşînê de cih digirin silav dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em piştgirî didin têkoşîna wan. Em naxwazin jin bên kuştin, jin li kîjan devera cîhanê were kuştin divê em bi yek dengî li dijî wê derbikevin û şoreşa jinan lidarbixin. Em bang li tevahî jinên cîhanê dikin ku li hember kuştina jinan bêdeng nemînin û dakevin qadan. Em têkoşîna jinên rojhilatê Kurdistanê jî pîroz dikin û dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî.”

‘Wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê’

Herî dawî Fatma Tayboga jî axivî û kuştina Jîna Emînî şermezar kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em wek dayîk kuştina Jîna Emînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve şermezar dikin. Serhildana ku di pêşengtiya jina kurd de li Îranê destpêkirî pîroz dibînin û serkeftinê ji wan re dixwazin. Em bang li hemû jinên kurd dikin, li kuderê dibin bila bibin pêwîste piştgiriya vê şoreşê bikin. Ji ber ku wê ev şoreş me bigihîne serkeftinê. Wek jinên penaber em piştgiriya xwe ya bi jinên rojhilatê Kurdistanê re didin diyar kirin û dibêjin teqez wê serkeftin ya me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar