Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jinên Mexmûrê: Tecrîda li ser Rêber Ocalan bêexlaqî ye

Jinên Wargeha Mexmûrê têkildarî biryara cezayê disiplînê ya ku li dijî Rêber Ocalan hatiye dayîn axivîn û gotin: "Tecrîd û cezayên disiplînê yê ku li ser Rêber Ocalan tê pêkanîn ji van êrîşên li ser Mexmûr, Şengal, Herêmên Parasinê yên Medya û Rojava ne qut in."

Parêzeran ji bo hevdîtinê bi parêzeran re di 27’ê nîsana 2023’yan de serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dan. Lê dadgeriyê bersiv neda serlêdanê. Li şûna dadgeriyê, 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Bûrsayê teblîg ji parêzeran re şand. Di teblîgê de cih da biryara 3’yemîn Dadgeha Cezayan ya Bûrsayê. Di biryara teblîgê de hat destnîşankirin ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryareke nû ya qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan hatiye dayîn.

Jinên Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ev 15 rojin li dijî hêzên Iraqê ya ku bi gelek leşker, polîs, hêza taybet, wesayîtên zirxî, wesayîtên kar kar anîne derdora wargehê, bi îradeyek xurt û mezin li ber xwe didin. Jinan têkildarî cezayê disiplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ku di 27’ê nîsana 2023’ê de hatiye birîn ji Rojnews re axivîn. Jinên Mexmûrî banga yekîtiyê li tevahî gelan û bi taybet gelê kurd kirin.

‘Pêwîste herî zêde jin û ciwan li Rêbertî xwedî derbikevin’

Taybet Tofîq ku ev 15 rojin di konên berxwedanê yên li dijî dorpêça wargehê de li ber xwe dide, têkildarî cezayê disiplînê yê li ser Rêber Ocalan axivî û da zanîn ku ev êrîşên li ser Herêmên Parstinê yên Medya, Rojava, Şengal û dorpêçên ku li ser Wargeha Mexmûr ji hev ne qutin û wiha axivî; “Ev êrişên li ser Wargeha Mexmûrê di heman demê de bi tecrîda li ser Rêbertî ve girêdayî ye. Êrişên ku niha çêdibin, li ser kurdê azadîxwaz û yê ku dixwazin xwe bixwe, xwe birêve bibe ye. Dewleta tirk kurdekê li gorî xwe, di bin desthilatdariya xwe de dixwaze. Her tim êrîş li ser kurdê ku maf û azadiya xwe û Rêbertiya xwe dixwaze, heye. Lewra ev dorpêça ku ji 20’ê mehê ve li ser wargehê tê meşandin ev jî bi tecrîdê ve girêdayî ye.  Eger îro Rêbertî ne di zindanê de bûya, wê bi tu awayî êrîş li ser gelê kurd nehatibana kirin. Dewleta tirk bi vê girtina Rêbertî re dixwaze gel, gerîla û Rêbertî ji hev qut bikin, lê bila xwe nexapînin ewê tu carî nikaribe gel, gerîla û Rêbertî ji hev qut bike, ji ber ku fikir û felsefeya Rêbertî di dilê her mirovekê de hatiye rûnişkandin. Rêber Apo ne tenê Rêberê gelê kurd de, Rêberê tevahî mirovahiyê ye, Rêberê gelên bindest û hemû azadîxwazane. Li beramberî ev tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin eger em bêdeng bimînîn, wê ev girantir bibe û wê êrîş li ser xelkê Wargeha Mexmûr û kurdê li her deverê dijwartir bibe.”

Di dawiya axaftina xwe de Taybet Tofîq bibîr xist ku eger ew kurd îro li Rêbertiya xwe û gerîlayên xwe xwedî dernekevin kesek li wan xwedî dernakevin û ev êrîşên ku hene wê dijwartir bibin û got: “Em bang li gelên cihanê û gelê kurd bi taybet li jinan û ciwanan dikin ku ji ber ku herî zêde Rêbertî maf daye jin û ciwanan pêwîste herî zêde jin û ciwan li Rêbertî xwedî derbikevin .”

‘Roj roja berxwedanê ye divê em serokê xwe bi fîzîkî azad bikin’

Sakîne Ziravikî jî nerazîbûna xwe li dijî tecrîd û cezayê disiplînê yê ku li ser Rêber Ocalan tê meşandin anî ziman û wiha got: “Ez bang li tevhî gelê kurd yê xwedî wijdan, gelên bindest û xelkê welatparêz dikim ku hemû destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe ava bikin. Ew Rêbertiya ku çav, guh û zimanê me vekirî, divê em jî tifaqa xwe çêbikin û Rêberê xwe ji girtîgehê derbixînin. Ji ber ku îro roja serhildanê ye, roja berxwedanê ji bo wê jî divê her yek ji me bêjin ez. Lewra divê her Kurdek rabe li ser lingan, îro ne roja bêdengiyê ye roja berxwedanê ye divê em serokê xwe bi fîzîkî azad bikin. Em bang li tevahî kesên ku dilê wan ji bo me bi êşê bila ew jî alîkariya gelê Mexmûr bike.”

‘Ma wê heta kengê Rêbertî di girtîgehê de be’

Herwiha Bedrê Kaplan jî di destpêka axaftina xwe de ev tecrîd û cezayê disiplînê yê li ser Rêber Ocalan şermezar kir û wiha axivî: “Ev terîda ku li ser Rêbertî tê meşandin bi taybet ev cezayê disiplînê yê ku lê tê birîn, ji bo me gelê kurd gelek giran tê. Divê em wek gelê kurd li dijî vê rabîn û qebûl nekin. Ji ber ku em hemû bi hêz û felsefeya Rêber Apo hatîne rêxistinkirin û perwerdekirin. Ji ber vê jî divê gelê kurd hemû rabin ser xwe û li Rêbertiya xwe xwedî derbikevin. Erdogan tiştek nema ku li ser gelê kurd û gerîlayan pêkne anî. Wî tang, top, kîmya û hemû tiştên li dijî exlaqê mirovahî û şer li ser gelê kurd û geriyên wê bikar anîn. Ma wê heta kengê Rêbertî di girtîgehê de be, îşkence lê were kirin û ceza lê were birîn? Mafê Rêbertî jî heye ku bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Rêbertî ne rêberekê ji rêzê ye, Rêber Apo hemû cihanê birêve dibe. Ji bo vê jî divê em wek gelê kurd rabin ser xwe û bêjin ‘êdî bese ji vê neheqiyê re’. Eger em wek gelê kurd hemû xwe bikin yek wê tecrîda li ser Rêbertî were şikandin û di heman demê de li ser tevahî gelê kurd jî were şikandin. Banga min li tevahî gelê kurd bi taybet li dayîkan heye ku pêşengiya vê berxwedanê bikin û li Rêbertî xwe derbikevin.”

‘Em Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin’

Eyşê Arzû Îlhan jî bi van gotinan hêrsa xwe ya li dijî cezayê disiplînê yê li ser Rêber Ocalan anî ziman; “Divê gelê kurd li dijî vî cezayê disiplînê yê şeş mehan li ser Rêbertî hatî birîn qebûl neke û rabin ser lingan. Pêwîste gelê kurd li kûderê dibe bila bibe bi taybet jin li dijî vê tecrîdê helwesta xwe bidin nîşandan. Em bang li her kesê dikin ku xwedî li Rêbertî derbikevin û emê Rêberê xwe bi fîzîkî azad bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar