Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan

Di çarçoveya pêngava Kongreya Star a bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkerî û DAIŞ’ê têk bibe’ de, bi sedan jinên Qamişloyê li dijî êrîşên dewleta tirk meşiyan

Di çarçoveya pêngava bi dirûşma ‘Ax û rûmeta xwe biparêze, dagirkeriyê û DAIŞ’ê têk bibe’ hatiye destpêkirin de, Kongreya Star a bajarê Qamişloyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk meşek lidar xist. Bi sedan jinên Qamişloyê û jinên enternasyonalîst tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst dest pê kir û heta Goristana Delîl Sarûxan berdewam kir.

Piştî meşê bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, ji aliyê endamên Kongreya Star Sûad Hesen û Şeha Xelîl, li ser navê Akademiya Jineolojiyê jî Nûjîn Lêgerîn axivîn û wiha gotin: “Em ê li hember dagirkeriyê tu caran bêdeng namînin û em ê her dem li ser pêyan bin. Heta dilopek xwîn di canê me de hebe em ê bi aramî li ser xaka xwe bijîn. Em soz didin ku em ê li gor felsefeya Rêber Apo tev bigerin. Li hember gefên dewleta tirk a li ser ax û heremên me, em ê bibin mertal.”

Piştî axaftinan meş bi dirûşmeyan bi dawî bû. QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar