Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jinên Qendîlê şehîdên Şengalê bi bîr anîn

Li Binarê Qendîlê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) şehîdên fermana 73’yan a Şengalê hatin bibîranîn

Jinên Binarê Qendîlê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi minasebeta 5’emîn fermana 73’yan a di 3’yê Tebaxa sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li Şengalê pêk hatibû, daxuyaniyek dan û şehîdên fermanê bi bîr anîn.

Li ser navê jinên Qendîlê endama RJAK’ê Zulêxa Mihemed daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku gelê êzidî kurdên resen in û di berdewama dîrokê de li vê erdnîgariyê dijîn û xwediyê rasteqîn ê welat in û wiha hat gotin: “Heta niha 73 caran ji aliyê dagirkeran û desthilatdaran ve komkujî li ser wan pêk hatiye. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi serokatiya Erdogan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê û nokeran ve nêzî nîv milyon kes ji warên xwe koçber bûn. Bi hezaran şehîd û birînar bûn. Ji derveyî vê 7 hezar jin, keç û zarok ketin destê terorîstan. Li welatên hevkariya DAIŞ û Erdogan kirin, hatin kirin û firotin. Rastî êrîşên zayendî hatin an jî qetil kirin.”

Her wiha daxuyanî bi van hevokan bi dawî bû: “Divê dagirker û desthilata mêrsalarî vê baş bizanibin jinên kurd dê qet koletî û bindestiyê qebûl nekin û wê têkoşîna wan berdewam bike. Jinên kurd ji hemû cîhanê re îspat kir ku ka çawa dikarin xwe bi rêxistin bikin. Hemû cîhan dizane şikestina DAIŞ’ê bi destê jinên kurd pêk hat. Em weke jinên Binarê Qendîlê û RJAK’ê di 5’emîn salvegera komkujiya jinên Şengalê de hemû şehîdan bi bîr tînin. Di heman demê de dagirkeran û dijminên gelê kurd şermezar dikin. Em li vir sozê didin xwîna şehîdan ku tola jinên Şengalê bistînin.” QENDÎL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar