Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

Jinên Reqayê li dijî dagirkeriya tirk meşiyan

Bi dirûşma ‘Bi ruhê şehîd Sosin em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê biafirînin’ jinên Reqayê xwepêşandanek li dar xist û banga derketina artêşa tirk a dagirker ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin

Jinên Reqayê li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker bi pêşengiya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê û bi dirûşma ‘Bi ruhê şehîd Sosin em ê şoreşa xwe biparêzin û aştiyê biafirînin’ meşek lidar xistin.

Jin li pêşiya Yarîgeha Ewlekariya Hundirîn a li navarasta Reqayê kom bûn. Jinan pankartên ‘Ka wijdanê navneteweyî li hemberî sûcên Erdogan ên li dijî jinên Rojhilata Navîn’ û ‘Na ji dagirkeriya tirk a li Sûriye, Iraq û Lîbyayê re’ rakirin.

Xwepêşandêr ber bi Yarîgeha Beledî a li bajêr ve herikîn. Jinan banga derketina artêşa tirk a dagirker ji herêmê kir.

Xwepêşandan li Yarîgeha Beledî veguheî mitîngê. Li wê derê bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Itîmad Ehmed wiha axivî û wiha got: “Dewleta tirk û welatên hevrik şer û fitneyê derdixin da ku armancên xwe pêk bînin. Derdê wan ew e ku herêmên din ên Sûriyeyê dagir bikin, ew bi xemsarî gelan qir dikin.

Duh Roja Aştiyê bû lê belê kanî aştî, kanî mirovahî? Hîn jî jin û zarok tên qetilkirin. Heta ku hin alî çarenûsa me û welatên me diyar bikin, em ê nekarin bi aştî bijîn. Heta ku gelên bindest hebin, aştî ne pêkan e.”

Itîmad di axaftina xwe de bal kişand ser kuştin jinên têkoşer wekî şehîd Sosin, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel, Hind, Saide û gelek jinên din ku mohra xwe li dîrokê xistin û dilsoziya xwe bi wan jinan re nîşan da.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Nêrmîn Mirî jî ev tişt anî ziman: “Em gefên Erdogan yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê red dikin.”

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan, berxwedana jinan û dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû. REQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar