Rêveberiya Jinan a Reqqayê bi dirûşma ‘Têkoşîna me azadî ye û berxwedana me serkeftin e’ rêzeçalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku dê di 1’ê adarê de dest pê bike û heta 8’ê Adarê dewam bike, aşkera kir.
Ji rêveberên Rêveberiya Jinan a Reqqayê Zelîxa Ebdê diyar kir ku 8’ê Adarê rojeke tijî berxwedan û serkeftinên jinan û got ku jin xwe bi berxwedana vê rojê girê dane.
Piştî axaftinê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê wiha hat rêzkirin;
- Di 1’ê adarê de dê daxuyaniyek bi navê Rêveberiya Jinan were dayîn û pankart ji aliyê Şaredariya Gel ve werin daliqandin.
- Di 2’yê adarê de dê konê kevneşopiyan were vedan.
- Di 3,4 û 5’ê adarê de rêzecivîn li tevahî xetên girêdayî bajarê Reqqa û gudnewarên wê werin lidarxistin, her wiha dê sînevîzyon li ser jiyan û dîroka jinan li Reqqayê were pêşandan.
- 6’ê adarê dê broşûr û kulîlk li saziyên bajêr werin belavkirin.
- 7’ê adarê dê mûm li ser gorên şehîdên li Goristana Şehîdan a li Hikûmiyê û Keramê werin pêxistin û serdana Rêveberiya Jinan a Tebqayê were kirin.
- 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dê meş û şahî werin lidarxistin. REQQA