Şoreşa Rojava a bi pêşengiya jinan pêk hat, her roj bi pêşengiya jinan geş dibe. Jinên azad li aliyekî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji êrîşan diparêzin ji aliyê din ve jî lez daye xebatên rêxistinkirina jinan. Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatên xwe yên ji bo jinan bênavber didomîne. Berdevka Komîteya Aboriya Jinê ya Kongra Starê Gulistan Mûrad têkildarî xebatên xwe de agahî da.
Gulistan Mûrad di despêka axaftina xwe de li ser wate û girîngîya aboriya jinan rawestiya û wiha got, “Komîteya Aborî jî komîteyeke serekeya Kongra Starê ye. Gelek caran ji me tê pirsîn ku çima aboriya jinê heye. Jixwe aborî di bingeha xwe de erka jinê ye. Peyva aborî bi xwe jî bi latînî tê wateya debara malê yan jî zagonên malê. Ji dîrokê û heta niha a ku aboriya malê re mijûl dibe û bi rê ve dibe jin e. Lê di destpêkê de wateya aboriya civakê nedihate zanîn. Di despêkê de ji bi komkirina fêkî dest pê kir û paşê hêdî pêşketin çêbû û jinê çandinî jî derxist holê û pêşxist. Civakbûyîn bi vî awayî dest pê kir û berhem derketin. Hêdî hêdî ew berhema çandîniyê ji pêdiviyên rojane zêdetir bû, ji bo wê jinê berhemên zêde ji bo pêşerojê rakir da ku birçî nemînin. Ev çand heta roja îro berdewam dike.”
Gulistan anî ziman ku zihniyeta ku zilam li ser jinê da meşandin aboriya jinê ji destê wê derxist û wiha domand: “Ji ber zihniyeta mêr jin di warê aborî de bê rol ma û bandoreke mezin li ser jinê kir. Lê bi saya şoreşa Rojava jinê cihê xwe di her qadê de girt. Yek ji wan qadan jî aborî ye û pêwîst bû ku jin tê de cih bigire û bi rêve bibe. Rêber Abdullah Ocalan tîne ziman ku jin û aborî ji hev nayên dûrxistin, ji ber ku aborî bi destê jinê hatiye avakirin û yê ku aboriyê pêş bixe û sererast bike jin e. Di xwezaya jinê de afirînerî heye û ti caran berjewendiyên kesayetî nafikire, hertim li derdora xwe û civakê difikire.”
Gulistan anî ziman ku Komîtey Aboriya Jinê di sala 2015’an de hatiye avakirin û wiha axivî: “Heta roja îro nêzî 3000 jin cihê xwe di xebat û projeyên aboriya jin de digire. Her wiha kar û xebata aboriya jinê di bingeha xwe de li ser esasê koperatîfbûnê ye. Yek ji armancên aboriya jinê avakirina aboriyeke civakî û komînal e. Xebata koperatîfê xebateke hevbeş e, her kes bi hev re tê de kedê didin û çi berhem be jî dîsa bi hev re û wekhev tê belav kirin. Ji bo wê jî piranî projeyên me li ser esasê koperatîfê tê meşandin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Gulistan wiha qala destpêka avakirina aboriyê kir: “Di despêkê de xebata aboriya jinê bi çend jinan dest pê kir. Lê bi perwerde û nîqaş û pêşketinên ku di civak û şoreşê de rûdane, gelek jinan berê xwe dan aboriya jinê û gelek ji wan niha di komîteyên jinan de cih digirin. Her jinekê xwe, derdora xwe û civakê bi rêxistin kir. Her wiha di aboriya jinê de xebata jinê tenê li ser esasê pêşxistina aboriya jinê nabe. Bi perwerde, civîn, nîqaş û serdanan gelek jin hatin birêxistinkirin. Niha gelek jin bi xwe berê xwe didin aboriya jinê, pêşiyar û nêrînên xwe jî ji bo pêşxistin û mezinkirina aboriya jin pêşkêş dikin.”
Berdevka Aboriya Jinê Gulistan da zanîn ku aboriya jinê li Rojavayê Kurdistanê ji bo jinê girîng e û wiha got: “Jineke aboriya wê nebe wê hertim ne azad be. Rêber Apo dibêje; ‘Bêkarî dijminek bi hêz e, li hember jinê ye’. Ji bo wê me xwest em bêkariya jinê yan jî mayîna wê ya di nav çar dîwaran de û tenê xizmetkirina mal û zarokan ji holê rakin. Eger jinek bêkar be wê di rêyên şaş re jî biçe ji bo wê aborî ji bo jinê û bi taybetî jî li Rojava pir girîng e. Xebeta me ya aboriya jinê zêdetir li ser çandiniyê ye. Çandinî karek dem dirêj e û bi axê re girêdanekê çêdike. Her wiha ji bo malbatê jî dibe moralek. Ji bilî çandiniyê projeyên bazirganî û pêşesazî jî hene. Lê dîsa jî bingeha xwe ji çandiniyê digire. Ji ber ku li vir karê sereke çandinî ye û herî zêde girîngiyê didin çandiniyê. Me di karê xwe de fikir û felsefeya Rêber Apo ji xwe re esas girtiye.”
Gulistan Mûrad axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Zuhabûna beriya demekê çêbû bandoreke mezin li ser aboriyê û civakê kir. Ji bo ku ev dubare nebe hewldanên me hene, sal bi sal em gavên nû bavêjin û bi rêbazên nû çareser bikin. Da ku di salên pêş de dîsa bandorê li ser xebatên me neke. Em ê ji hemû jinan re bibin bersiv û wê jinek jî bêkar nemîne ku jin bi fikir û kesayeta xwe azad bibe û xwe bi xwe bi rê ve bibe.”