Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jinên Rojhilat: Berxwedana we sînoran bê wate kir

Jinên ji rojhilatê Kurdistanê name ji Leyla Guven re nivîsandin û wiha gotin: “Em ji hewldan û rêbaza we ya azadîparêziyê hêzê digirin û pê bawer in ku em ê dîwaran û sîstema dîktatoriyê hilweşînin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê Leyla Guven bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin 83 roj in didome.

Bi armanca piştgirîdayîna Guven û daxwaza rakirina tecrîdê 93 jinên rojhilatê Kurdistanê nameyek hevpar ji Guven re nivîsandin.

Di nameyê de jinan diyar kir ku greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hemû dîwarên zindanan hilweşandine, sînor bêmane kirine û hemû jin li ser yek armancê gihandine hev û ew nêzî hev kirine û bang li hemû tevgerên jin ên cîhanê kirin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe têbikoşin.

Nameya ku 93 jinên kurd ên rojhilatê Kurdistanê wiha ye:

“Hevala Leyla;

Em jinên rojhilatê Kurdistanê ji dil û can we silav dikin û hezkirina xwe pêşkeşî hestên we yên bi berpirsyarî û îradeye we dikin. Niha ev 83 roj in tu bi berxwedanek mezin greva xwe ya birçîbûnê didomînî. Her çiqas em ji aliye fizîkî ve ji te dûr bin jî lê têkoşîna te ya ji bo aştî û azadiyê me hemûyan digihîne hev û îradeya berxwedanê ya we û hevalên we hemû sînoran derbas kiriye û em ji her demek zêdetir xwe nêzîkî we û hemû jinên pêşeng dibînîn.

Hevala Leyla, berxwedana te li hemberî desthilatdariya faşîst û zîhniyeta zilamserwer ku di heman demê de ji bo tevahiya mirovahiê ye, ji bo aştî û aramiyê ye, hemû sînoran derbas kirine, niha di asteke wiha de ye ku dikare hêz û îrade bide hemû tevgerên siyasî û bi taybetî tevgerên jin ku li hemberî deshilatdariya tekperest û zalim li ber xwe didin. We bi hemû awayî xwe xistiye xizmeta siyasetek mirovdost ku tije jiyanê ye û wateyek nû bi çemkê berxwedan daye û bûne dengê hemû azadîxwazan.

Faşîzm û desthilatxwazî ku berhema zihniyeta zilam e, bi hezaran sal in êrîşê tîne ser Rojhilata Navîn û Kurdistan û ji bo wan êrîşan jî xwe dispêre piştgîriya ku ji sîstema kapîtalizm û neolîbralîzmî digire. Niha bûye mezintirin taloke ji bo jin û civakê. Desthilata ku rêz ji yasayên xwe jî nagire û hemû peymanên navneteweyê li berçavan nagire, di hemanê demê de peymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 2015’an sebaret bi girtiyan jî li berçavan nagire. Ji ber vê em bawer dikin ku hêz, îrade, yekitî, hevkarî û pêşengiya jinê niha dikare ji rewşa niha re bibe alternatîf û li dijî vê desthilata zalim bibe çavkaniya hêvî û baweriyê. Di vê mijarê de em hêz ji rêbaz û xebatê we yên azadîxwazî digirin û di vê baweriyê de ne ku em ê bikaribin dîwaran hilweşînîn û sîstema dîktatoriye birûxînin.

Em jinên kurd bi îmzakirina vê nameyê radigihînin ku ji amanca greva we fêm dikin û piştgiriya we û hemû çalakvanên din dikin ku niha beşdarî çalakiyên greva birçîbûnê li welatên cûda bûne. Her wisa bang li jinên çalak, xwedî helwest û azadîxwaz dikin ku bibin dengê we û hemû jinên ku ji bo mirovahiyê û aştî têdikoşin û daxwazê dikin ku bi lez tecrîd bi dawî bibe û hemû girtî azad bibin.”

Jinên navê xwe danîne bin nameyê:

1- Hîwa Xidirî

2- Azade Rehmanî

3- Hawjîn Beqalî

4- Arezû Kerîmî

5- Fatime Kerîmî

6- Nigîn Şêxulîslamî Wetenî

7- Rûnak Ferheng

8- Soma Rostempûr

9- Leyla Enayetzade

10- Sûdabe Alî Mihemedî

11- Perwane Kerîmî

12- Zeyneb Bayezîdî

13- Miryem Fethî

14- Hana Nasor

15- Firmêsik Zahêdî

16- Kwêstan Fitûhî

17- Gulale Abdulla

18- Taban Sekaya

19- Roza Reha

20- Kejal Şêxmihemedî

21- Wîda Hacibî

22- Sara Esedî

23- Xawer Qetarî

24- Merziye Subhanî

25- Çinûr Enayetzade

26- Esmer Nadirpûr

27- Rojîn Alîpenah

28- Afaq Tûfanî

29- Şehla Talebanî

30- Nigar Heyderzade

31- Roqiye Penahî

32- Sergul Hesenî

33- Şehîn Xulamî

34- Hêro Kerîmî

35- Sebrî Raşêdî

36- Zuleyxa Nasirî

37- Seher Baqirî

38- Kwêstan Dawûdî

39- Şehla Hefîd

40- Şehnaz Elyasî

41- Şîrîn Kazêmî

42- Nigîn Azerî

43- Besê Şamarî

44- Nergis Nesîmî

45- Sûmeye Fetahî

46- Ava Homa

47- Nesrîn fetahî

48- Jîla Huseyînî

49- Azade Keyxusrewî

50- Tavge Hesenpûr

51- Çinûr Kakî

52- Şilêr Reşîdî

53- Xedîce Îbrahîmî

54- Azîta Behramî

55- Viyan Bextiyarî

56- Semîra Reşîdpûr

57- Suheyla Nebatî

58- Şîwa Salihnejad

59- Sadiye Wekîlî

60- Sinûr Huseyînî

61- Ewîn Sûrî

62- Azîta Behramî

63- Ferîde Esedî

64- Şeyda Şems

65- Nesrîn Ezîzî

66- Hemîde Menûçêhrî

67- Soybe Rehîmî

68- Aydîn Şerîfî

69- Dilniya Mihemedî

70- Kejal Yunisî Kurdistanî

71- Wahîde Mihemedî

72- Şino Kemanger

73- Şeyda Yusfipûr

74- Sebrî Bemeî

75- Amîne Mihemednejad

76- Şehla Kemanger

77- Fewziye Abdulrehmanî

78- Sediye Xelîlpûr

79- Zehra Efendok

80- Meryem Îsmaîlpûr

81- Qedem Mihemedî

82- Azîta Rehîmî

83- Ruqiye Weysî

84- Şadç Muyînî Pawe

85- Wîda Zemanî

86- Şehîn Osmanî

87- Jîla Osmanî

88- Anît Behramî

89- Sena Behramî

90- Şehîn Ehmedî

91- Nesîbe Baranî

92- Behcet Seîdî

93- Fezîlet Xudamuradî

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar