Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Jinên Şengalê li dijî komployê meşiyan

Bi pêşengiya TAJÊ li Şengalê li dijî Komploya Navneteweyî meşek hat lidarxistin. Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û wiha gotin: "Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin."

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî Komploya Navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, meşiyan. Meşa jinan ji gunde Barê dest pê kir heta gundê Xelefa Şengalê dom kir. Di meşê de pankarta ‘Bi têkoşîna jinên êzidî û ereb dê xweseriya Şengalê mîsoger be’ hat vekirin. Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em weke êzidî heta niha bi 74 fermanan re rûbirû mane. Jinên ereb jî Rêber Apo wekî rêberê xwe dîbinin. Her wiha komploya li ser Rêber Apo hatî pêşxistin di heman demê de komployeke li ser jinên êzidî, Ereb û hemû jinan hatiye pêş xistin.

Îro civak di şexsê jinan de tên parçekirin. Her wiha çareserî jî di yekitiya jinan de ye. Em jinên êzidî û ereb li ser vê axa pîroz bi hezar sala ne ji hev hatine dûrxistin û pir caran dijminatî di navbera me de hatiye pêşxistin. Lê îro êdî bi fikir û felsefeya Rêber Apo em wan tevahiya komplo û lîstokan dibînin. Em jinên ereb, kurd, tirkmen û hwd. çiqas bibin yek, xwe bi rêxistin bikin em ê ew qas bikaribin şer û pevçûnên li ser axa me tên kirin bidin sekinandin.

Em jinên êzidî û ereb azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin. Em xwedî li fikrê rêberê xwe û Rêbeveriya Xweser derdikevin. Her wiha di salvegera 23’yemîn Komploya Navneteweyî de komployê bi tundî şermezar dikin û em di têkoşîna xwe de azadiya Rêber Apo ji bo xwe armanca sereke û esas digirin.

Em soz dikin ku heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşîna xwe bi pêşengtiya jinên êzidî û ereb bidomînin. Bi azadkirina Rêber Apo re dê rê li pêşiya fermanan bê girtin. Azadiya jinên Şengalê dê Xweseriya Şengalê mîsoger bike.

Banga me ji bo hemû jinên Şengalê ew e ku em li derdora Rêber Apo kom bibin xwe bi rêxisttin bikin û komployê vala derbixin.”

Daxuyanî bi dirûşmên jinan bi dawî bû. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar