Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Jinên Şengalê li sûka ku jinên êzidî lê hatibûn zincîrkirin meşiyan

Jinên êzidî li Şengalê li sûka ku jinên êzidî ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibû zincîrkirin, meşa azadiyê li dar xistin

Bi nêzikibûna salvegera 3’yê Tebaxa 2014’an a êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê re, jinên êzidî bi armanca protestokirinê dest bi rêzeçalakiyan kirin. Di çalakiyan de hem ferman tê şermezarkirin hem jî daxwaza naskirina ‘Xweseriya’ Şengalê tê kirin.

Di çarçoveya van rêzeçalakiyan de jinên êzidî bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), li sûka ku jinên êzidî dîl ketibûn destê çeteyên DAIŞ’ê, hatibûn zincîrkirin û reş hatibûn pêçan, meşeke watedar lidarxistin.

Bi sedan jinên ku tev li meşê bûn, li dijî tarîtiya DAIŞ’ê desmalên spî pêçan, li refên pêş a meşê de jî komek jin bi armanca protestokirin û bibîrxistinê, xwe reş pêçan û destên xwe zincîrkirin. Di meşa de dirûşmên wekî ‘Yekitî û têkoşîna jinan wê pêşî li fermanan bigire’, ‘Bimire Îxanet’, ‘Bijî berxwedana Şengalê’ û ‘We çi divê Xweserî’ qêriyan.

Em bi hev re dijîn

Endama TAJÊ Şemê Remo di dawiya meşê de bi boneya salvegera fermanê axaftineke kurt kir û wiha got: “Îro ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an me li Suka Kevin meşek li dar xist. Ciwanên me weke sembol cilên reş li xwe kirin û zendên xwe zincîr kirin, ji ber di fermanê de wiha li keçên me jî kirin û birin. Lê em ê bi têkoşîna xwe bi herkesê bidin qebûlkirin ku jenosîda li ser êzidiyan pêkhatiye, nas bikin.”

Endama TAJÊ Fehîme Silêman jî di meşa protestoyî de axivî û ev tişt anî ziman: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li vê sûkê bi sedan keçên me hatin girtin û kuştin. Me xwest em bi vê meşê fermana bi ser me de hatiye, bi bîra herkesê bixin. Me êş û azarên gelek mezin dîtin. Lê ji vir şûnde em heya ku xweseriya xwe ava nekin em ê her têkoşîna xwe bidomînin, ji ber enceq em dikarin wiha pêşî li fermanan bigirin.”

Komkujî kirin û di gorên komî de veşartin

Piştî axaftinan di meşê de berdevka TAJÊ’yê Sebiha Sebrî daxuyaniya TAJÊ xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: “Em dikevin 7’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tabaxa 2014’ an. Wê demê ji ber bê berpirsiyarî û îxaneta hêzên herêmê û bêdengiya cîhanê li Şengalê civaka êzidî Fermana 74’ an jiya. Bi dehan keçên êzidî ji bo nekevin nava lepên hovên DAIŞ’ê xwe ji zinaran avêtin, demarên destê xwe qut kirin û dawî li jiyana xwe anîn. Di rojên herî zor û zehmet de ku civaka êzidî ber bi qirkirin û tunebunê ve diçû, şagirt û şervanên Rêber Apo ji çiyayên azad û rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Şingalê û bi hawara gelê êzidî ve hatin. Gerîlayên HPG û YJA-STAR û şervanên YPG û YPJ’ê ji bo parastina civaka êzidî bi sedan şehîd dan. Bi mudaxeleya şervanên azadiyê re rê li ber qirkirina li ser civaka êzidî hat girtin.”

Ji Peymana 9’ê Cotmehê re na

Di daxuyaniyê de siyaseta hêzên cîhanî ya beramber êrîşên li ser êzidiyan jî hat rexnekirin û ev tişt hat gotin: ”Li beramberî jenosîda li ser civaka êzidî cîhan guh û çavê xwe girt, ker, kor û lal bû. Hîn fermana li ser civaka êzidî wek jenosîd li giştî cîhanê bi fermî nehatiye nasîn û hesab ji berpirsan nehatiye xwestin. Di vî demê dawiyê de li hin welatan ferman wek jenosîd hat niqaşkirin û hinek welatên weke Belçîka jî bi fermî jenosîd qebûl kirin.”

Di daxuyaniya TAJÊ’ê de daxwaza Xweseriya Şengalê hat kirin: “Em hevpeymana 9’ê Cotmehê weke berdewama fermanê dibînin. Ji bo ku jenosîd dûbare nebin, divê îradeya gelê êzidî ya li Şingalê were nasîn û esas girtin. Îrade û xweseriya Şengalê neyê nasîn tu wateya nasîna jenosîdê jî wê nebe. Divê êzidî çarenûsa xwe diyar bikin. Em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzidî di şexsê şehîdên fermanê de tevahî şehîdên 74 fermana bi rêzdarî bi bîr tînin. Em wek jinên êzidî soz didin ku em ê bi nasîn û serxistina xweseriya Şengalê bersivekî dîrokî bidin 74 fermanan û em ê bi îradeya xwe rê li ber jenosîdan bigirin.”

Her wiha dê rêzeçalakiyên êzidiyan bidomin. ŞENGAL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar