Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Jinên Serêkaniyê: Na ji kuştinê re, na ji tundiyê re

Kongreya Star li bajarê Serêkaniyê bi daxuyaniyekê sûcên li dijî jinan şermezar kirin. Di daxuyaniyê de têkoşîna li dijî hişmendiya paşverû tekez kirin û diyar kirin ku di nava hemû beşên civakê de dê zanînê belav bikin

Li navçeya Zirganê ya girêdayî Serêkaniyê ya kantona Hesekê, berî çend rojan jinek bêyî ku sedem were nîşandan, hat kuştin. Li hemberî vê bûyerê û şermezarkirina sûcdariyan, Kongreya Star li Serêkaniyê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî bi kombûna bi dehan endamên Kongreya Star, li ber Çerxerêya Mîtan a li taxa Newroz a li navenda bajêr ji aliyê endama kongreyê Hemrîn Salih ve hate xwendin. Endaman alên Kongreya Star, wêneyên jina ku li Zirganê hatiye kuştin û pankartên bi nivîsên ‘Na ji kuştinê re, na ji tundiyê re’ hildan.

Daxuyaniya Kongreya Star wiha ye: “Sûcdariyên mîna kuştinê di hemû civakan de, carinan ji encama tundiya ji aliyê êlan ve ye û carinan jî bi navê namûsê ye, yan jî di çarçoveya tevliheviya çekdarî de ye û kuştin jî di qonaxên tundiya li dijî jinan de, di gelek rewşan de gava dawîn e. Di dawiyê de jî kesê sûcdar nayê cezakirin, berovajî vê yekê di civakan de ji cezakirinê xelas dibe.

Jin berê û niha jî dibin qurbaniyên hişmendiya baviksalar ku li ser civakan hatiye sepandin. Wekî tê zanîn qanûnên der heqê jinan de tên meşandin û dabên paşverû/kevneşopî bi navê olê azadî û mafên jinan standine û bûye di rêza duyem de ji nirxên mirovî û mal ji mêran re!

Em jî wek Kongreya Star li bajarê Serêkaniyê yê girêdayî kantona Hesekê, em maf, azadiya jinan û têkoşîna wê diparêzin û em vê hişmendiya ku ji bingeha xwe ve ji bo kuştina jinan di milê fizîkî û derûnî de û bêparkirina ji mafan e, bêyî ku li çareyên ku sûcekê li civakê bikin, red dikin û bi taybet doza jinan, doza ku pêşketina civakê asteng dike. Li ser vî esasî û ji bo ku bûyerên wiha careke din rû nedin û ji bo garantiya mafên jinan zagona xweserî jinan a di sala 2014`an de hat ragihandin, di bendeke vê zagonê de cezakirina kesên ku sûcdariyê der heqê jinan de bikin, heye.

Di demên dawîn de jina bi navê Mocev li navçeya Zirganê bêyî ku sedem werin naskirin, hat kuştin. Em jî wek Kongreya Star li bajarê Serêkaniyê, hemû kiryarên kuştin, tundiyên derheqê jinan de, di bin çi navî de dibe bila bibe, şermezar û red dikin. Em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin û dibêjin ‘Na ji tundiyê re, na ji kuştinê re.’

Di dawiyê de em soza bilindkirina pêla têkoşînê li dijî hişmendiya paşverû didin û em ê zanînê di nav hemû beşên civakê de, ji bo rakirina zordariya li ser jinan û pêkanîna azadî, wekhevî û dadê bixebitin.” HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar