Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Jinên Wargeha Mexmûrê: Ev meşa şeref û namûsê ye

Jinên Wargeha Mexmûrê bal kişandin ser girîngî û wateya hilbijartinan û gotin: “Em di wê hêviyê de ne ku ev hilbijartin bibe wesîleya şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, tevahî girtiyan û çareserkirina giştî pirsgirêkên li Kurdistan û Tirkiyê.”

Demek dirêje xebatek ji bo amadekariyên hilbijartina ku wê 14’ê Gulanê li bakûrê Kurdistan û Tirkiyê bên kirin, tê meşandin. Di derbarê vê hilbijartinê de jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji Rojnesw re axivî û piştgiriya xwe ji bo Partiya Çep a Kesk ya ku bi pêşengtiya jinan tê bi rêvebirin destnîşan kirin.

‘Tekçûna desthilta xwînmij wê rê li ber gelek çareseriyan vebike’

Gulîzar Repinî di destpêka axaftina xwe de piştgiriya xwe ji bo Partiya Çepên Kesk ya ku bi pêşengtiya jinan tê bi rêvebirin re anî ziman û got: “Li rûxmê hemû zorî û zehmetiyan jî namzetên Partiya Çepên Kesk ku xebatên amadekariyên hilbijartinê dikin, navber nedan karê xwe berovajî bi coş û kelecanek hîn mezintir xebatên xwe dimeşînin. Bi vê xebata wan em pir kêfxweşin her wiha girîng û pîroz dibînin. Em di wê hêviyê de ne ku ev hilbijartin bibe wesîleya şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, tevahî girtiyan û bibe zemînek ji bo çaresrkirina giştî pirsgirêkên gelên li Kurdistan û Tirkiye. Ev zêdeyî bîst salin desthilatdariya AKP-MHP li ser hikme, di vê pêvajoya ku AKP li ser hikum de tu sûdek nedaye gelê kurd û gelên bindest. Ji kuştinê bigre heta girtin, gund xirabkirin, penaberkirina gelê kurd û hwd pêk aniye û hêjî didome. Dema mirov li aliyê wî yê aborî mêze dike tiştek nemaye, pereyên ku hene hemû ji bo tunekirina gelê kurd û xwezaya Kurdistanê mezaxtiye. Ji bo wê jî, bi taybet em wek gelê kurd û Tirkiye ji bo bikaribin bi awayek wekhev û aram jiyan bikin divê em vê desthilatdariya heyî hilweşînin, ev jî encex bi hilbijartina 14’ê Gulanê gengaze. Divê em li dengên xwe xwedî derbikevin û neyên leyîstokan. Eger em di vê hilbijartinê serbikevin, wê hem gelê kurd û hem jî gelê Tirkiye henaseyekê bistîne. Her wiha wê rêyên çareserkirina gelek pirsgirêkan jî were vekirin.”

‘Hêvî û daxwazê me ewe ku ev hilbijartin bibe wesîleya azadiya fîzîkî a Rêber Apo’

Gulîzar Repinî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her çiqas ew ne li Bakûrin jî, lê dilê wan bi gelê Bakûr re lê dide û ev bang kir: “Wek gelê wargehê bi taybet wek jin hêvî û daxwazên me ewe ku ev hilbijartin bibe wesîleya şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, berdana tevahî girtiyan, hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP, her wiha bibe zemînek ji bo çareserkirina pirsgirêkên tevahî gelan.”

‘Meşa şeref û namûsê ye’

Hezar Nerexî jî di derbarê hilbijartina ku li bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê bê kirin de axivî û kêfxweşiya xwe ji bo namzetên Partiya Çepên Kesk anî ziman û wiha peyîvî: “Hilbijartina 2023’yan pêngaveke ji bo aştî, aramî û demokrasiya gelan e. Desthilatdarî, zilm, zordariya ku bi salane AKP-MHP li ser nasname, çand û zimanê gelan dimeşîne, xebatên ku di vê hilbijartinê de tên kirin wê hemû hêza me ya ji bo meşa azadiyê derbixe pêş. Em di wê hêviyê de ne ku bi vê hilbijartinê pêşerojek azad û demokratîk bi serkeftina Partiya Çepên Kesk bê bidestxistin. Her çiqas wekî gel di nava zordarî, qetilkirin û komkujiyan de bin jî, lê em baş dizanin gelê me yê Bakûr wê li dijî vê faşîzmê serî netewîne, wê bi biryar û hêza xwe serkeftinên mezin bi dest bixin. Meşa me ya azadiyê ji bo me meşa şeref û namûsê ye, hilbijartin jî pêngaveke ji bo em bikaribin hîn zêdetir di vê meşê de serkeftî bin, em bikaribin bi ziman, çand û nasnameya xwe di rêya azadiyê de bimeşin her wiha em bikaribin desthilatdarî, koletî û faşîzma ku AKP-MHP dimeşîne bişkînin.”

Hezar Nerexî di dawiya axaftinên xwe de îşaret bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan kir û got: “Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo heye, di kesayeta Rêbertî de li ser tevahî gelê kurd û gelên bindest tê meşandin. Xebatên Hilbijartina ku niha têne kirin, ji bo em bikaribin tercrîda heyî bişkênin yekane rê bi serxistina vê hilbijartinê ye. Em bang li tevahî gelên li Bakûr, kesayetên demokrat, aştîxwaz û kesên ku di vê xetê de dimeşin dikin, bila di gavên xwe de hîn zêdetir bi bawer bin serkeftin wê ya me be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar