Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jinên YNK’yî: Divê kurd piştgiriya siyaseta azadiya gelê xwe bikin

Jinên YNK’yî diyar kirin ku hilbijartinên li Tirkiyeyê û bakûrê Kurdistanê dê pêşeroja kurdan diyar bike û gotin: “Ev hilbijartine bibe werçerxanek ji bo guhertina ew rûyê ku zêdetirî 20 salin hikumeta Tirkiyeyê birêve dibe.”

‘Rejîma Erdogan wê ji binî ve hilweşe’

Endama YNK’ê Mehsûme Îbrahîm têkildarî hilbijartinên Tirkiyeyê û serkeftina Partiya Çepên Kesk da zanîn ku ew ji niha ve jiber binkeftina rejîma faşîst ya Erdogan, wê serkeftina gelê kurd li kurdên bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê pîroz dike û got: “Bi qasî em di medyaya giştî û medyaya civakî de dişopînin ku bi awayek hûr çavdêriya analîz û anketên hilbijartinê dikin, encama ji me re derdikeve ew e ku tê pêşbînîkirin rejîma Erdogan wê ji binî ve hilweşe.”

‘Piştgiriya Partiya Çepên Kesk kirin erka tevahî kurdan e’   

Mehsûme Îbrahîm balkêşa ser girîngî û piştgirîkirina Partiya Çepên Kesk û wiha dibêje: “Piştgirî dayîna kurdên bakûrê Kurdistanê erke li ser milê hemû gelê kurd. Em jî wek jinên başûrê Kurdistanê her tim piştgirî û dilsoziya xwe ji bo namzetên jin yên Partiya Çepên Kesk dubare dikin ku bikaribin serkeftinê di hilbijartinan de bidest bixin. Bi serkeftinê re jin bikaribin dawî li desthilata dîktator û yek kesî bînin û jinên di girtîgehan de azad bibin.”

Mehsûme Îbrahîm aşkere dike ku serkeftina gelê kurd ya li bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê wê bandorek mezin di aliyê aştî, parastina sinoran û aramiyê li başûrê Kurdistanê bi xwe re bîne.

Endama YNK’ê Mehsûme Îbrahîm bang li kurdên bakûrê Kurdistan û kurdên li derveyî welat dijîn dike û dibêje; “Bila kurd piştgiriya siyaseta azadiya gelê xwe bikin, di roja hilbijartinê de her kes tevlî dengdanê bibe û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Wê demê dikarin bi dengên xwe hebûna netewî, çandî, ziman û siyasî ya gelê kurd dubare isbat bikin.”

‘Serkeftina parçeyekî Kurdistan serkeftina Kurdistana mezin e’   

Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar jî diyar kir ku Bakûrê welat ber bi hilbijartinekê ve diçe û siyaseta her parçeyek ya Kurdistanê bandora xwe li ser parçeyên din jî dike. Piştgiriya xwe ya ji Partiya Çepên Kesk û kurdên bakûrê Kurdistanê re wiha tîne ziman: “Ji bo wê jî di hilbijartinên 14’yê Gulanê yên Tirkiyeyê de em piştgiriya xwe ya ji kurdên Bakûr û Partiya Çepên Kesk re dubare dikin. Em hêvî dikin ku kurd di vê hilbijartinê de serkeftinek mezin bidest bixe. Ev hilbijartin bibe werçerxanek bo guhertina ew rûyê ku zêdetirî 20 salin hikûmeta Tirkiyeyê birêve dibe.”

Bilêse di derbarê namzetên jin yên Partiya Çepên Kesk de hest û dîtînên xwe wiha tîne ziman: “Çendîn jinên şoreşger û qehreman di Partiya Çepên Kesk de bûne namezetên parlementeriyê, hêvî dikim ew dengên pêwîst werbigirin û li Parlementoya Tirkiyeyê xebat û tekoşîna xwe bidomînin.”

‘Li başûrê Kurdistanê hê jî kotaya jinan heye’   

Di hilbijartinan de HDP û niha jî Partiya Çepên Kesk ji bo jinan kotayekê sinordar diyar nake. Weke bingehek yê wekheviya zayendî rêjeya %50 ji bo jinan diyar dike. Lê partiyên başûrê Kurdistanê di hilbijartinan de ji bo jinan kota û sinorekê teng diyar dikin. Têkildarî vê mijarê Bilêse Cebar wiha dibêje: “Başûrê Kurdistanê jî ber bi hilbijartinê ve diçe. Hewildan hene ku guhertin di rêjeya kotayê de bên kirin. Qet alîgirê wê yekê nîne ku bêjin ‘rêjeya kotaya jinan’. Lê madem kota heye divê ne tenê ji bo jinan be, divê ji bo mêr jî be.”

Endama Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar têkildarî kotaya jinan bi van gotinan dawî li axiftina xwe tîne: “Ji gelek aliyan re pêşniyar hatine kirin ku benda ‘rêjeya kotaya jinan’ bê guhertin û weke ‘rêjeya kotaya zayendî’ bê diyarkirin. Herwiha rêjeya vê kotayê jî bê bilindkirin û hem parlementerên jin û hem jî parlementerên mêr nekaribin bi rêjeya %50 endambûna parlamentoyê bidest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar