Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Jineolojî bû sedema guhertinên girîng’

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê Dîrok Qehreman xebatên xwe yên salekê yên li herêmê nirxand û da zanîn ku Komîteya Jineolojiyê gelek gavên şênber avêtiye û xebatên xwe dewlemendtir kiriye

Bi avakirina Komîteya Jineolojiyê û xebatên ku di vê qadê de tê kirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû sedema guhertina hişmendiya civakê û perwerdekirina ciwanan.

Li gorî pêwîstiya herêmê bi lêkolîn û perwerdeyê, wekî navenda yekem a iineolojiyê di 17’ê tîrmeha 2017’an li Kantona Efrînê hate vekirin, piştî Efrîn ji aliyê dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê hat dagirkirin, navenda veguhestin herêma Şehbayê û di 13’yê îlona 2017’an de li Kantona Qamişloyê li bajarê Dêrikê hate vekirin. 3’yê çileya 2018’an li Minbic, 11’ê çileya 2019’an li Hesekê û 6’ê adara 2019’an jî li Kobanê hatin vekirin.

Akademiya Jineolojiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, fikra jiyana azad û wekhev, bi 4 rêyan wekî; Navendên Jineolojiyê, Dibistan, Enstîtuya Andrea Wolf, Fakulteya Jineolojiyê li nava civakê belav kir. Derbarê kar û xebatên Komîteya Jineolojiyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên salekê de endama Komîteya Jineolojiyê ya Herêma Firatê, Dîrok Qehreman nirxandin kir.

‘Jineolojî bi zanistî pirsgirêkan analîz dike’

Qehreman bi erk û mîsyona jineolojiyê dest bi gotina xwe kir û wiha got: “Sala 2020’an saleke li hember tarîtî û dagirkeriyê, qetilkirin û tundiya li dijî jinê bû. Asta êrîş û faşîzma li dijî hêz, rêxistinbûyîn, tevger û têkoşîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê pir bilind bû. Rista jineolojiyê ew e ku li hember zihniyeta desthilatdarî, tundî û êrîşên ku li dijî jin û civakê têne meşandin, analîzkirina bi zanisteke rast bê pêşxistin û çareseriyek bê dîtin.”

Di axaftina xwe de Qehreman da zanîn ku erka jineolojiyê ya sereke di astên civakî de bi gelemperî di guherîn û veguherîna wan de pêşengtiyê bike û wiha domand: “Jineolojî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê di 2020’an de, lez daye xebatên xwe ku bikaribe di nava civakê de hemû zanistên jineolojiyê belav bike. Bingeha civakê ciwan in. Bi taybet da ku li hember zihniyeta zayendperestî û desthilatdariyê were sekinandin, jin û ciwan xwe hîn bêtir di asoyên pir kûr de nas bikin, li dibistanên amadeyî li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyeyê waneyên jineolojiyê tên dayîn. Wekî gaveke gelekî baş li herêmên rizgarkirî wekî Minbic,Tebqa, Reqa û Dêra Zorê di vî aliyê de hat avêtin.”

‘Fakulteya Jineolojiyê hat vekirin’

Qehreman da zanîn ku Fakulteya Jineolojiyê jî hatiye vekirin û ev tişt anî ziman: “Bi avakirina Fakulteya Jineolojiyê ya li Zanîngeha Rojava kûrbûna jineolojiyê jî di nava pergala perwerdeyê de cihê xwe girt. Her wiha Gundê Jinwar jî êdî li cîhanê deng vedide, dibe warê hemû jinên cîhanê. Jinên ku ji welatên derve tundî li wan hatine kirin jî êdî bi rêya teknîkê xwe digihînin Jinwarê. Ev bi xwe asta bandora xebatên jineolojiyê yên li seranserî cîhanê dide xuyakirin. Şîfaya jin ku wekî sembola Jinwar e, di aliyê çareserkirina pirsgirêkên tenduristî yên jin û civakê de pêş dikeve. Tiba xwezayî pêş dixin û lêkolînên pir bi nirx jî dikin.”

‘Dersên jineolojiyê bi zimanê erebî jî dê bên dayîn’

Di berdewamê de Qehreman destnîşan kir ku ew derbarê jinên Efrînê ku rastî tecawîz û tundiya çeteyên dewleta tirk tên de analîzan dikin û wiha pêde çû: “Li hember jinên Efrînê taybet ewqas îşkence, destdirêjî, tecawîz, revandin û qetilkirin tê kirin, li hember wê û guhertina demografîk lêkolînên pir berfireh, analîzên pir xurt hatin kirin û bi jinên Herêma Şehba û Helebê re hatin parvekirin. Minbic jî mohra xwe li 2020’an xist. Ji ber ku wekî cara yekemîn li dibistanan dersên jineolojiyê bi zimanê erebî jî wê bên dayîn. Her wiha li Minbicê li gorî pêwîstiya jinên ereb, çerkes û tirkmen jî gelek xebat ji aliyê lêkolîn û amadekirina perwerdeyê li akademiyan, tên kirin. Di heman demê de li Tebqa jî Navenda Jineolojiyê hat vekirin û li gorî pêwîstiyên herêmê dest bi lêkolînan hatiye kirin.”

‘Li hember sîstema demokrasiyê hişmendiya feodal jî li pêş bû’

Qehreman rewşa jinên Kobanê ya sala 2020’an bi bîr xistin û ev tişt parve kir: “Ruxmî ku li Herêma Firatê sîstemeke berfireh û demokratîk ku jin pêşengtiyê jê re dike, hatiye pêşxistin lê hişmendiya mêr a feodal ku heya niha li hember têkoşîna jinan xwe diparêze, bû sedem ku gelek jin rastî tundiyê werin û bên asta xwekuştinê. Derbarê wê jî wekî jineolojiyê lêkolîn hatin kirin ku li ser rewşên xwekuştinê ku çavkaniya xwe ji ku derê digire, hat sekinandin. Li Herêma Firatê jî derbarê dagirkirina xaka gelê resen Serêkaniyê û Girê Spî, guhertina demografîk, koçberî, derûniya jin, zarokan û gelek mijarên din hatin lêkolînkirin û encamên wê yên pir baş hebûn.”

‘Mêr hatin perwerdekirin’

Qehreman da zanîn ku wan wekî cara yekemîn mêr li ser zanista jineolojiyê perwerde kirin û wiha got: “Li Herêma Firatê wekî cara yekemîn mêr li gorî zanista jin û jiyanê, li akademiyan hatin perwerdekirin. Her wiha lêkolîn derbarê jinên suryan, kildan, ereb û tundiya li wan tê kirin lêkolîn hat kirin û belgekirin. Yekem car Kovara Jineolojiyê hat çapkirin û belavkirin. Malpera jineolojiyê hat vekirin û li ser medyaya civakî jî xebatên xwe didomînin. Ji lêkolînên li ser jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, pirtûkek ku ev 3 sal in li ser bingehê dîrok, mîtolojîk,  neolotîk û gelek aliyan ve tê amadekirin, hatiye bidawîkirin.”

‘Saleke dewlemend bû’

Her wiha Dîrok Qehreman di dawiya axaftina xwe de hêvî û armancên xwe wiha anî ziman: “Hejmarek pir zêde ji jin û mêran li seranserî bakur û rojhilatê Sûriyeyê hatine perwerdekirin. Di vê salê de di jin û mêran de lêgerîn û xwe nûkirin pêş ket. Em nikarin bêjin ku ji sedî sed hişmendî hat guhertin lê hewildanê guhertinê û pirsîna ‘Ez kî me, çi dixwazim, bingeha min a jiyanê çi ye?’ çêbû. Hêvî û armancên me ew bû ku em wekî Komîteya Jineolojiyê bikaribin bi rengekî zanistî jin xwe bi rê ve bibe, guhertinên heyî bi rengekî zanistî analîz bikin û jê re bibin hêza çareseriyê. Di salên pêşiya me de jî em ê xebatên xwe berfirehtir û kûrtir bikin.”  QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar