Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Jineolojî; Çavkaniya şoreşê û destkeftiyan

Li şoreşa rojavayê Kurdistanê sira jin, jiyan û azadiyê li gorî heqîqeta ku li derdora jinan hatiye avakirin jineolojî aşkera kir. Bi rêyên perwerde û dibistanan re êdî jineolojî derbasî her qadê dibe

Sedsala 21’an serdema azadiya jinan, têkoşîn û şoreşa jinan e. Şoreşa jin bi şoreşa rojavayê Kurdistanê re hat nasîn. Di şoreşa Rojava de vîna jinê, naskirina jin, zanist li vir wekî gavek ku bi şoreşê ve giredayî ye pêşket û deng veda. Bi têkoşîn pêşxistina ked û jiyana jinê wekî şoreş hat bi navkirin û di hûndirê vê şoreşê de bûyerên ku çêbûn an jî pêşketinên ku çêbûn di cîhanê de rista xwe kir.

Jineolojî ango zanista jinan a di destpêkê de sîstema akademîk a navendî tune bû. Xebatên jineolojî li ser akademiyên heyî semîneran û perwerdeyan dihat meşandin. Ji bo femkirin, tehlîlkirin û danasîna jin, sîstema demokratîk û ji bo pêşêrojê hedef, plansaziyên berfireh ên stratejîk nêzîkbûn lazim bû. Piştre pêwîstî hat dîtin ku xebatek mayînde ya jineolojî li rojavayê Kurdistanê bê meşandin. Bi vê armancê xebatên jineolojiyê xwe li rojavaye Kurdistanê de kir navend.

Civak çiqas bi êşên xwe dihesê her diçe êdî ew rastiyên berê qabûl nake. Piştî şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmeha 2012’yan, jinan li Rojava dest bi belavkirina jineolojiyê kir. Di navbera salên 2013 û 2014’an de li bajarên Rojava yên ku hatin rizgarkirin, jineolojî bi rêya semîneran hate belavkirin. Di sala 2015’an wek sazî hat birêxistinkirin û akedemiya jineolojiyê hate vekirin.

Akademiya jineolojiyê 5 navend vekirin. Navenda destpêkê di 17’ê Tîrmeha 2017’an de li kantona Efrînê hat vekirin. Piştre di 13’yê Îlona 2017’an de li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişloyê, di 3’yê Çileya 2018’an li Minbicê, 11’ê Çileya 2019’an li Hesekê hatin vekirin. Her wiha di 6’ê Adara 2019’an de jî li Kobanê hat vekirin.

Navendên lêkolînan zanistê veşartî nahele

Li her bajarê bakurê Sûriyeyê û rojavayê Kurdistanê Dêrîk, Hesekê, Kobanê û Minbic di binya akademiya jineolojî de xebatên lêkolînê hatin destpêkirin û navendên lêkolînê hatin vekirin. Tehlîla civaka herêman, civaknasiya herêmê, hêzdayîna jinan bi hevdû re hin baştir lêkolîn tê kirin. Naskirina cîns û cînsiyetperestî, xwebûn, xwezanîn, bindestî, pirnetewa civakê, têkiliyên civakê, anatomiya jin û zilam, aboriya civakê,  hevserokatî, hevjiyana azad, hestên polîtîk di navendên lêkolînê de hîn baştir tên famkirin. Her wiha li navendên lêkolînê de perwerde jî tên dayîn. Li Efrîn jî ev xebat dihatin dayîn lê niha ji ber êrîş û bûyerên cuda kar di herêmê de nikare bê meşandin.

Lêkolîn bi civakê re tê parvekirin

Endama Akademiya Jineolojiyê Rûmet Heval jî tekildarî lêkolînan de axivî û wiha got: “Rewşên rojane yên ku ji aliyên statejîk, siyasî, polîtîk, rêxistina civakê, sosyolojiya zarokan, bûyer û mijarên tên jiyîn hemû di rojeva jinan de cihê xwe digirin. Ev jî di qadên navendê lekolînê de tên destgirtin. Tehlîlên civakî yên bi civakê re rêya komcivînê re hat parvekirin. Gelek netew beşdarî vê komcivînê bûn. Her wiha pirtûkên lêkolîna tehlîla civakê jî hatiye destpêkirin.”

Bi rêya perwerde û dibistanan jineolojî derbasî malan dibe

Li ser esasa pêşxistina zanist û zanyariya civakê xebatên jineolojî yên akademîk li zanîngehê hat destpêkirin. Fakulteya Jineolojiyê di Zanîngeha Rojava ya Qamişloyê de, di dawiya sala 2017’an de hat vekirin û niha du ref li Fakulteya Jineolojiyê dixwînin.

Zarok û ciwan pêşaroja civakê ne. Ji bo hişmendiyeke azad, wekhev, xweza, azadiya jinê bê avakirin divê nifşên nû jî bên perwerdekirin. Jineolojî ji bo wê di mufredatên dibistanên zarokan de cih girt. Bingehek di vî alî de jî hatiye amadekirin. Ji bo refên 10, 11 û 12 pirtûkên dersan hatin amadekirin. Îsal di refa 10’an de li kantonên Hesekê, Qamişlo û Kobanê dersa jîneolojî li dibistanan hat dayîn. Ev Fakulteya Jineolojiyê ji bo Rojhilata Navîn mînakek e. Bi rêya dibistanan, perwerdeyan û pratîkan jinelojî derbasî malan dibe.

‘Civak xwedî li jineolojiyê derket’

Cihên ku jineolojî negihiştiyê li wan deran komîteyên jineolojiyê hatin vekirin û gel xwe bi xwe jineolojiya xwe xurt dike.

Endama Akademiya Jineolojiyê Rûmet Heval têkildarî perwerdeya jineolojiyê anî ziman ku li jinelojiyê xwedî derketin li xwe xwedî derketin e ango berovajî wê jî derbasdar e û wiha domand: “Ji aliyê civakê ve xwedî derketinek çêbû. Perwerde bi sîstematîk tên dayîn. Daxwazên perwerdeyê gelek tên kirin. Di encama van perwerdeyan de kûrbûna fikir, lêkolînên zanistî bi encam û berfirehkirina wan tê xwestin. Zanîna jin jê hatiye girtin yanî zimanê jin jê hatiye girtin. Bi rêya perwerdeyên jineolojiyê re ev hişmendî hemû tên hilweşandin.”

Mêr jî perwerdeya jinelojiyê dibînin

Li rojavayê Kurdistanê bi bandora şoreşa jinê re êdî mêr jî daxwaza perwerdeya jineolojiyê dikin.  Tekildarî vê mijarê Rûmet Heval da zanîn ku ji bo mêran taybet akademiyên jineolojiyê hene û ev tişt anî ziman: “Piştî perwerdeyê, mêr dibejin ‘bila jin platforma me çêbikin.’ Mêr dixwazin ji aliyê jinan ve xwe tehlîl bikin û xwezaya xwe bi nêrîna jin nas bikin. Ev jî encamek gelek mezin a gavên jineolojiyê ye.”

Enstîtuya ya Andrea Wolf mînaka gerdûniya jinelojiyê ye

Nasname û pênaseya jin gerdûnî ye. Gelek jinên azadixwaz ên biyanî derbasî Rojava bûn û bi jinên herêmê re hevdîtin pêk anîn. Ji xebatên jineolojiyê gelek bandor bûn. Encama  hevdîtinan akademiya jineolojiyê rexstinkirina van grûban, perwerde, tehlîlên civaka ewropayî û yên Rojava re û tekiliyên ku bên pêşxistin Enstîtuya Andrea Wolf hat vekirin. Ev salek e ku ev enstîtû hatiye vekirin û gelek jinên biyanî tên li vir lêkolînan dikin. Li Rojhilata Navîn û rojavayê Kurdistanê ev xebatek girîng û yekem e.

‘Zanist tenê di teorî de nema xwe di asta pratîkî de jî aşkera kir’

Yek ji xebatên jineolojiyê avakirina Gunde Jinwar bû. Rûmet Heval pêwîstiya avakirina gundê Jinwar jî bi van hevokan parve kir: “Cînsiyetperestiya civakê gihiştiye astekî ku sosyolojiya civakê bi hevdû bixe. Olperestî bûye mijarek ku jin her tiştî qeder û qismet bibîne. Bi hebûna xwe ya bindestî re hatiye razî kirin. Êrîşên ji derve û yên hindûr jin bêqûwet dihat dîtin. Nasnameya jin gelekî berfireh e. ji bo ev hişmendî tevahî bê guhertin perwerdeyekî rast, bingeha jiyanek rast, komînal, hevpar û xwezayî hebû. Jiyaneke ku jin hemû mijarên xwe bi awayekî aşkera rehet nîqaş bikin û bikaribin ku pêşeroja xwe plansaz bike. Modeleke civakî yê Rojhilata Navîn yê xweser Jinwar hat destgirtin. Xebata gundê Jinwar jî yek ji gavên xebatên jineolojî û saziyên xweser bi hevkarî ev xebat dan destpêkirin. Aliyê zanistî, pêşxistina fikir, perspektîfên pêşerojê dayîn de armanc ew e ku jineolojî beşdar bibe.

Modela herî bingehîn a ku di navnetewî de cihê xwe girt projeya Jinwar bû. Têkiliyên ji derve piranî li ser Jinwar çê dibin. Jineolojî bi xebatên Jinwar têkiliyên xwe yên Rojhilata Navîn xurttir kir. Zanist tenê di teorî de nema, xwe di asta pratîkî de jî aşkera kir.”

Xebat bi Rojava sînordar namîne

Her wiha ji bo pêşerojê jî Rûmet Heval anî ziman ku hin zêde berfirehkirin û xurtkirina xebatên zanistî yên heqîqeta jin û jiyanê lazim dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li vir gav hatiye avetin, lê xebatên me bi vir ve sînordar namîne. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de hin bi hedef û armanc em xwe bigîhênin hemû jinên cîhanê.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar