Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Jineolojî dê zihniyeta baviksalariyê biguherîne’

Endama Komîteya Jineolojiyê ya beşa lêkolînan a herêma Firatê Şînda Kenco di derbarê komcivîna ku dê di 25’ê Îlonê de bê li darxistin axivî. Kenco diyar kir ku ew bi komcivînên wiha hewl didin pirsgirêkên di nav civakê çareser bikin û got ku jineolojî dê zihniyeta baviksalariyê biguherîne

Komcivîna Komîteya Jineolojîyê dê di 25’ê Îlonê de bi dirûşma ‘Ji bo li dijî derketina zayedparêziya civakî, em dibêjin Jineolojî’ li Kobanê bê lidarxistin. Komcivîn dê li gorî beşan were lidarxistin. Beşa yekem a komcivînê danasîna zanista jin (Jineolojî) û beşa duyem jî xeter û neyînî ya zewaca zarokan e.

Endama Komîteya Jineolojiyê ya Lêkolînan a herêma Firatê Şînda Kenco di derbarê komcivînê de axivî.

Kenco di despêka axaftina xwe de bal kişand ser komcivînê û wiha got: “Ev demeke em amedekariyan ji bo lidarxistina komcivînê dikin û dê di komcivînê de çar xal werin nîqaşkirin. Xalên ku bêne nîqaşkirin wiha ne; Jineolojî, tundî, zayendperestî û zewaca zarokan e. Komcivîn dê bi dirûşma ‘Ji bo li dijî derketina zayendparêziya civakî, em dibêjin Jineolojî’ were lidarxistin. Ev cara yekemîn e komcivîneke wiha dê li Kobanê bê lidarxistin. Ji ber sedemên di civaka me de zayendperestî di radeyek bilind de tê jiyîn û di nava civakê de jin di rêza duyem de tê dîtin û her wiha pirsgirêka zewaca zarokan hîn jî li herêmên me bi awayekî temamî nehatiye çareserkirin, me pêwîstî bi komcivînek wiha dît.”

Jineolojî rêya çareseriyê ye

Di berdewama axaftina xwe de Kenco bal kişand ser zewaca di temenê biçûk de û bandora wê ya neyînî û wiha domand: “Jineolojî pirsgirêkên hemû jinan çareser dike. Civaka baviksalarî beriya her tiştî jinên ciwan kiriye bin bandorên xwe yên neyînî. Li aliyek din ve jî bandora koçberî û şer li ser civakê heye. Her wiha malbat bi hinceta bisitire û bi serî be zarokên xwe di temenekî biçûk de dizewicînin, lê di encamê de ew zarok rastî tundiya mêrê desthilatdar tê û jiyan ji bo wan zarokan bê wate dibe. Heta em dikarin bêjin ku êdî jiyan ji bo wan xilas dibe. Ji ber di civakê de zewaca zarokan zêde ye, ji bo wê pirsgirêkên civakê û hevberdanê zêde dibe.”

Dê jin û mêr cihê xwe di komcivînê de bigirin

Kenco herî dawî bal kişand ser zanista jineolojiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jineolojî bi xwe zanisteke civakî ye.  Dema em dibêjin jineolojî hinek kes jineolojî wek tene temsîliyeta jinan dike difikire. Lê ya rast zanista jinan jineolojî temsîla civakê dike. Zanista jinan dê bibe rêya çareseriya hemû pirsgirêkên civakan. Ji bo em bikaribin di bin banê jineolojiyê de baştir civakê bînin ba hev me pêwîstî bi vê komcivînê dît. Di komcivîna jineolojiyê de jin û mêr dê cihê xwe bigirin. Di komcivînê de em ê hewl bidin ku pirsgirêkên di civaka Kobanê de heyî bi rêya nîqaş, perwerde û komxebatên wiha çareser bikin.” KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar