Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Jineolojî derfetekê li ku derê bibîne li wê derê zanisteke diçîne

Nêrgiz Ismayil

Şoreşa rojavayê Kurdistanê ku di nava xwe de gelek pêngavên zêrîn û dîrokî dan afirandin, pênaseya xwe ji tevahiya cîhanê re da diyarkirin ku ew di bingeh de şoreşa jinan e. Bi her gavekê re jinên Rojava dikaribû li ser mîrateya bi salan dîroka xwe ber bi zanista jinan ku ya jiyanê ye bibin. Jineolojî ku weke naveroka zanista jinan ne tenê avakirina navendan bes kir, di hema demê de di nava hemû sazî û dezgehan de jî beşên xwe yên jineolojiyê ava kiriye û ava dike, bûye mîna mêşên hingivîn ku her mêşek gulavekê li ku derê be tîne û bi wê hingiva jiyanê çêdike. Ji bo vê mijarê me hevpeyvînê bi Berdevka Beşa Jineolojiyî di Fakulteya Perwerde, Wêje û Zanistên Civakî de Dîcle Gûlî re kir:

Nêrgiz Ismayil: Destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê zemîneke çawa ava kir ku di vî perçî de jî jineolojî karibe kar û xebatên xwe yên stratejîk pêş bixe?

Dicle Gûlî: Di destpêkê de silavên rêzdarî li hemû şehîdên me yên pakrawan dikin ku bi rêk û keda wan em gihiştine vê astê, ji bo avakirina pergaleke demokratîk a bi pêşengiya jinan. Em dikarin vê rastiyê aşkera bibêjin ku şoreşa me ya Rojava nebûya dê tu derfetên me yên ku em karibin weke jin gavên pêşeng bavêjin û careke din dîrokê rast zindî bikin. Xebatên me yên jineolojî jî ew destkefftiyeke ji van destkeftiyên şoreşa jinan e. Şoreşa jinan nebûya wê beşa jineolojiyê jî di Zanîngeha Rojava de nebûya. Ji bo wê jî dema em behsa şoreşa jinan dikin, di nava wê şoreşa jinan de, di qada leşgerî, polîtîka, dîplomas, aborî û civakî de jî deriyên azadiyên yên nû hatin vekirin. Qada perwerdê jî yek ji wan qadan bû ku têde dibistanên seretayî heta zanîngehê bi pergalekî demokratîk perwerwerdeya alternatîf a demokratîk bê avakirin. Wekî qada perwerdê jî Zanîngeha Rojava xwedî cihekî gelekî girîng e. Zanîngeh ji bo ku zanistê pêş bixe, ji bo karibe berhemên zanistî derxîne û derbasî qada akademîk bike hate avakirin. Zanîngeha Rojava jî temenê wê pênc sal e, beşa jinolojî jî temenê wê sê sal in.

Em dikarin vê aşkera bibêjin; em di ezmûnekê re derbas dibin, lê belê ev rastî jî heye; gelo em vê cesaretê ji ku derê digirin? Em ji şoreşa jinan digirin. Şoreşa jinan vê cesaretê dide ku em hîn xwe bi vîn, bi hêz bibînin û çiqasî zehmetî hebin em karibin bi xwe hêza jinan bi rengê jinan ava bikin. Her wiha di qada zanistî de em nêrîna jin, zanista jin, vekirina jin taybet jî di nava zanistên civakî de em karibin careke din şoreşekê ava bikin. A rast ev hêviya me ye em şoreşa jinan biteyisînin nava zanistên civakî. Ji ber ku herî zêde di nava ferasetên zanistên civakî de xitimandinên cidî têne jiyîn. Bêguman ne nêrîna jinan di naveroka wê de heye, ne jî tehlîlên jinan hene, her wiha ne jî hêza çareseriyê ji bo pirsgirêkên civakê jî heye. Ev xwe bi xwe re xitmandinê di zanistên civakê de dixuliqîne, hem jî di pirsgirêkên civakî û jinan de rêyên çareseriyê bêne girtin. Ji bo wê jî beşa jineolojiyê xwe dispêre şoreşa jinan – şoreşa Rojava dixwaze li ser vê bingehê di qada zanistî de zanista jinan weke stûn pêş bixe.

Nêrgiz Ismayil: Di kîjan dîrokê de hûn di xebata xwe de gihiştin vê biryarê ku di fakulteya Perwerde û Wêjeyê de beşeke jineolojî were vekirin? Kengî ev beş hat ragihandin?

Dicle Gûlî: Fakulteya perwerdeyê ku beşa Zanîngeha Rojava ye, di 2016’an de hat vekirin. Beşa jineolojiyê jî di 16’ê Cotmeha 2017’an de hat vekirin. Ev jî weke beşa jineolojiyê pêwîstiyeke jiyanî bû. Rast e bi şoreşa me re jinan di hemû kar û xebatan de cih girtin, lê belê kêmaniya ku dibû valatî ew bû ku ger jin bi xwe ne di wê giraniya zanista xwe de be dê nikaribe tu gavên cewherî biavêje. Lewra vekirina beşa jineolojiyê di fakulteya giştî de ev derfeteke hîn firehtir da hemû jinan ku karibe bi asoyên kûr û dîrokê li xwe meyze bike. Rast e hemû pirsgirêkên civakê gengeşe dike lê ger bi bingehê ve gire nede, wê qet nikaribe wateyê bide pirsgirêkên xwe. Dikarim bibêjim ku beşa me ya jineolojî derfetên nû ji bo xwe naskirinê vekir. Heta dikarim bibêjim ku jin xwe wekî takekes jî nas nake. Ev di nava ders, semîner û gengeşeyan de ber bi çav dihatin dîtin. Vekirina beşa jineolojiyê di fakulteya giştî de dihêle ku li hemû mijarên civakê meyzandineke şênber ava bibe. Jixwe ev projeyek nirxdar e ji bo me. ji ber Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan di paraznameya xwe de ya Sosyolojiya Azadiyê de xebata jineolojiyê pêşniyar kiribû. Ev proje ji bo me bû wekî nefeseke azadiyê, nefeseke ku em karibin rast nejîn û rast civakê bidin jiyîn.

Nêrgiz Ismayil: Vekirina vê beşê di fakulteya wêjeyê de heta niha çi radeyê guhertin di hişmendiya jinan de daye avakirin, civak çiqasî sudmendiyê jê dibîne?

Dicle Gûlî: Di vê mijarê de dikarim gelek nimûneyên ber bi çav bibêjim. Heta niha me weke sê dewreyên perwerdê derçûyî kirine. Mînak dema ku jin hatin hîn fedî dikirin gelek mijaran gengeşe bikin, xwe nas nakin, ji xwe direvin, di bin bandora kelepûra malbatê û civakê de ne, hîn xwe wekî dîlgirtiyên pîvanên êl û malbatê didîtin. Lê pişt tevlibûna ji waneyan, semîneran û gengeşeyên taybet jî guhertineke ber bi çav heye. Ferqek mezin heye. Di vê mijarê de em çi dikin; çi bi zimanê kurdî çi jî bi zimanê erebî be mufredata em amede dikin. Her wiha em hêsan dikin, ji bo ku hemû ast karibin têbigihêjin. Bi rastî dema endameke vê beşê dikeve ferqa kesayeta xwe û dîroka xwe di nava malbatê û civakê de bandoreke xwe ya erênî dike.

Nêrgiz Ismayil: Di beşa we ya jineolojiyê de hûn li ser kîjan pergalê rê û rêvabêzên pêşxistinê didin meşandin?

Dicle Gûlî: Di destpêkê em pêşniyarê tevlibûnê wekî prensîp hene pêk tînin. A herî kêm divê her endamek hetanî refa amedeyî xwendibe, bo ku karibe hem mijaran ji hev derbixîne, hem jî hêza nivîs û lêkolînê li gel peyda bibe. Dema têne pejirandin jî her dewreyek du sal in tev li dibin. Bi awayeke sîstematîk hemû mijarên jineolojiyê têne gengeşekirin. Di şêwzên me de hema em bibêjin her mijarek bê nerîn, danûstandin ango pêşniyarî nayê derbaskirin. Vê xalê em ji bîr nekin ku em jî jin in ji vê civakê hatine, taybet jî civaka me ya ku bi salan e di bin sîstema pergala Baasê ya yeknetew, yekdewlet de jiyaye, hema em bibêjin kîjan jin were û tev li beşa me bibe û amede ye ji her mijarê re ev nêzîkatî wê ne rast be. Loma em gelekî bi nezanî nêz dibin. Ne tenê ev yek divê em gelekî zelal ji hev re bibêjin; heta hin keç tên û xwe tomar dikin zane ye, xwendevan e lê belê dûrketin ji mijarên zanîna xwe yan jî dîroka xwe lewazî hene. Ji bo wê rêbazên nerm û dana fêm dikirin. Ji xwe ev jî ji bo me destpêka şoreşekê di nava şoreşê de ye.

Nêrgiz Ismayil: Baş e ew endam ango şargirtên ku ji vê derê perwerdeya xwe diqedînin, diçin dibistanan dibin mamoste yan jî karekî din di nava civakê de dikin?

Dicle Gûlî: Di vê mijarê de em tenê giraniyê nadin ku hemû bibin mamoste li dibistanan. Rast  e hin jin dema perwerdeya xwe ya du salan qedand dibin mamoste, hem a seretayî, navîn û amade yî jî, lê belê hin ji wan jî têghiştinên wan hîn kurtir e em weke grûbên lêkolînê ava dikin ew jî cihê xwe tê de digirin. Di wateyeke din de piştî qedandina du salan ji perwerdeya asta bilind a xwendinê jî heye, hetanî bi majistêr jî. Ev li ser asta xwestek û têgihiştina wê jinê dimîne. Niha wekî nimûne ji ber rewşa şewba koronayê me grûpên cuda cuda ava kirin ew jî li online semîneran didin. Dikarim vê bibêjim din ava vê beşê de em tenê jineolojiyê ji niqaşan re venakin, her wiha bi rêka onlineyê jî em jê sud werdigirin. Ev yekî li ser asta cîhanê bandoreke xwe ya erênî heye.

Nêrgiz Ismayil: Nimûneyek ber bi çav niha di vê mehê de kîjan grûb hatiye avakirin?

Dicle Gûlî: Nimûne weke komxebateke me heye bi navê Amdeirle. Bi almaniya re, bi xwendekarên wan re, bi mamosteyên wan re, her roja pêncşemê bi rêka onlaineyê li hev dicivin, Mijara wan a sereke jî tundiya li ser jinan, qirkirina jinan û tunekirina jinan e. Di vî karî de ew mamoste hem behsa kar û xebatên jinên alman dikin, wekî semînerê didin, em jî wekî ezmûnên rojavayê Kurdistanê ji wan re pêşkêş dikin. Bi rastî ez dikarim bibêjim ku jineolojî qet sînoran ji pêşketinê re nahêle. Jin li ku derê bin dikarin hevaltiyê bi hev re bikin, dikarin bi hev re bijîn, dikarin ramanên xwe pev re parve bikin, dikarin der û êşên xwe pev re çareser bikin. Rast e dibe ku welatê me ji hev dûr be lê jineolojî rastiyeke wiha ye ku ne navberan nas dike ne jî cudatiyan. Em jî sûdemeniyê ji wan digirin. Şêwaza me ya li pêş jî ev e; heftiyekê ew tezekê amade dikin û pêşkêş dikin em li ser gengeşe dikin, hefteyekê din jî em amade dikin û pêşkêş dikin û li ser gengeşe dikin. Cihê rêzmendiyê ye. Ya herî xweş ev hemû gengeşe tên arşîfkirin û hêza me ya lêkolînê xurtir dibe.

Nêrgiz Ismayil: Ji bo şagirtên ku tev li dewreyên we dibin tenê keçên kurdan e yan jî ereb û pêkhateyên din jî hene? Wane bi çi zimanî têne dayîn?

Dicle Gûlî: Di despêkê de jinên kurdan tev li bûn. Lê niha guhertinek çêbûye jinên ereb jî têne beşdar dibin. Tên ku ew jî jineolojiyê nas bikin. Rastî ji bo wan gelek zehmet e. Ew jinên ereb ji civakekê girtî ku di nava çanda civakê de xeniqî ye yekcar nikare hemû mijaran rabikin, ji ber ku di jiyana xwe de fêr nebûne ku dîroka jinan heye, zanista jinan heye her fêm bûne ku zilam sermiyanê malê ne, sermiyanê jiyanê ne, stargeha civakê ne. Ev hişmendî wiha bi wan dane fêmkirin, lewma dema ku dihatin zehmetî didîtin çawa karibin hêza xwe bipejrînin û hêza xwe bibînin.

Nêrgiz Ismayil: Waneyên bingehîn çi ne?

Dicle Gûlî:  Neh waneyên me yên bingehîn hene: 1 – Sosyolojî, 2 – Xweparastina jinan, 3 – Dîroka jinan, 4 – Demografiya, 5 – Jineolojî çi ye, 6 – Felsefeya jinan, 7 – Tewriya rizgarkirina jinan, 8 – Têgînên netewa demokartîk, 9 – Tenduristî, 10 – Aboriya jinan, 11 – Hevjiyana azad û hwd.. Ev hemû meteriyalên sereke ne.

Nêrgiz Ismayil: Di sala 2021’an de projeyên we yên bingehîn çi ne?

Dicle Gûlî: Projeya me ya sereke ji xwe ev beşa jineolojî ya ku di fakulteya perwerde û wêjeyê de ye, lê belê armanca me ya sereke jî ku em fakulteyeke serbixwe bi navê jineolojiyê ava bikin. Rast e beriya du salan fakulte amadekarî jêre hatin kirin jî lê mixabin weke tê zanîn zehmetiyên ku hene û em hîn di nava rewşeke şer de ne, ne hêsan e hemû xewn û xeyalên jinan ji bo avakirina civakek bedew û aram hema bi cih werin. Ev mijarên kedê û fedekariyê ne. Gavên ku hatine avêtin jî ne kêm in lê belê em li asoyên hîna firehtir meyze dikin. Ne tenê fakulteyekê di heman demê de fakulteyan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyayê û weke modelê li Rojhilata Navîn em pêşkêş bikin. Em di van xewnên xwe de bi israr in û çi fedekarî jî pêwîst bike em ê bidin ji bo ku em karibin hemû civakê di hişmendiyeke zanista jinan de bidin jînkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar