Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Jineolojî hewl dide bibe zanista jiyana civakî û azad

Berdevka navenda lêkolînên Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya El Mûsa diyar kir ku ji bo jin bigêhîjîn rastiya dîroka xwe divê zanist be û wiha got: “Divê jin rastiya cewhera xwe ya hundirîn û dîroka xwe nas bikin. Zanista jinan hewl dide bibe zanista jiyana civakî û azad.”

Bi destpêkirina şoreşa rojavayê Kurdistanê re jinan dest bi birêxistinkirina xwe kirin, sazî û navendên xwe yên taybet ava kirin, roleke pêşeng di her warî de lîstin. Ev hemû li gorî perspektîfên pergala netewa demokratîk û parêznameyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di nav paraznameyê de nirxandinên herî sereke Jineolojî ye. Jineolojî zanista jinan e, zanista jiyanê ye ji ber nasnameya jinan civakî ye û têkiliya wan bi jiyanê re xurt e. Sîstema kapîtalîzm ya xwe li ser bi hevkariya ol, dewlet û çanda baviksalar dide jiyîn li dijî jin civak û jiyanê ye.

Jinan bi riya naskirina vê zanistê rastiya dîroka xwe nas kirin û bi riya wê jidayikbûneke nû afirandin û ber bi azadî û wekheviyê ve çûn.Ji bo hîn zêdetir Jineolojî were naskirin û li hemû herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê were belavkirin gelek navendên taybet bi lêkolînên wê hatin vekirin.

Berdevka Navenda Lêkolînên Navenda Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya El Mûsa behsa armanca damezrandina navendên Jineolojiyê û xebatên wê kir.

Divê jin cewhera xwe ya hundirîn û dîroka xwe nas bikin

Mariya El Mûsa diyar kir ku ger bixwazin jinan nas bikin divê pêşî li dîroka wan binerin û wiha got: “Armanca me ji vekirina navendên Jineolojiyê bi rengekî berfireh pênasekirin û belavkirina wê di civakê de ye. Ji ber zanisteke bi zanista jinan dîrok û pêvajoyên wê tê naskirin. Xwe di Jineolojiyê de kûrkirin gelekî girîng û pêwîst e, ji ber divê jin rastiya cewhera xwe ya hundirîn û dîroka xwe nas bikin. Her wiha divê jin sîstemên desthilatdar ên dixwazin hebûna wê tune bikin nas bikin. Ger em bixwazin jinan nas bikin divê em vegerin dîroka wan. Dema em vegerin jî em ê bibînin çawa jin pêşeng û fermandar bû. Jin xwedawend zanist û bijîşk bû.”

Di berdevamiya axaftina xwe de Mariya El Mûsa behsa girîngiya perwerdeyên fikrî kir û wiha pêde çû: “Em bi riya wane û semîneran li akademiyên sivîl û leşkerî bi koordîneya sazî û navendan armanc dikin ku têgeha Jineolojî pênase bikin. Ji bo jin hîn zêdetir di vê yekê de kûr bibin û pêş bixin. Bi riya vê yekê dê jin li hember hemû astengî tundiya di nav malê û civakî bisekinin û ji koletiyê xilas bibin. Zanista jinan hewl dide bibe zanista jiyana civakî û azad. Xwe dispêre aliyên hundirîn ji cîhana jinan. Her wiha Jineolojiyê girîngiyê dide tundiya li dijî jinan, rastiya dagirkeriyê, biçûkxistina jinan, birdoziya jin û qirkirina jinan.”

Mariya El Mûsa di dawiya axaftina xwe de amaje bi vê yekê kir ku xebatên navendê xwe dispêre perspektîfa lîkolînan û wiha bi dawî kir: “Ji ber em bi rengekî berdewam kar li ser şopandina karûbarên jinan dikin. Em hewl didin zanista jinan û hemû mijarên dozên wan di nav xwe digire bi koordîne bigrin dest paşê bi riya pirtûkên di saziyan navend û akademiyên perwerdeyê de tên belavkirin. Ji dema navend vebûye gelek pirtûkên me yên çapkirî hene.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar