Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cuma - 13 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Jineolojî mirovahiya di tariyê de winda bûye derxistina ronahiyê ye

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê 1’emîn konferansa xwe li dar xist ev tiş hat parvekirin: “Jineolojî ji bo mirovahiya ku di taritiyê de windabûye, derxistina ronahiyê ye.”

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nêzî du mehan bi beşdariya jin û jinên ciwan ên wargehê koman avakir û di van komên hatine ava kirin de der barê 5 mijaran de atolyeyan pêkanî. Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Mexmûrê bi dirûşmeya ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê em ê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ 1’emîn konferansa xwe lidarxist. Konferansa ku di navbera 23-24’ê Tebaxê hat lidarxistin bi encamnemayê dawî bû.

Konferans bi beşdarbûna 100 delegeyan li Mala Gel bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê perspektîfên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û perspêktîfên Jineolojiyê hatin xwendin. Piştî xwendina perspêktîfan, sînevizyona ku der barê Jineolojiya Mexmûr de hatibû amedekirin, hate temaşekirin. Piştî temaşekirina sînevizyonê, peyamên ku ji Şengal û Başûrê Kurdistanê ji bo konferansê hatibûn şandin, hatin xwendin. Piştî xwendina peyaman, beşa duyemin a konferansê destpêkir.

Beşa duyemîn a konferansê bi pêşkeşkirina encamên atolyeyên beriya konferansê hatibûn pêkanîn, destpêkir. Mijarên di konferansa 2 rojan domkir de hatin pêşkeşkirin wiha ne:

*Bandora sosyo-psîkolojîk a koçberiya bi dare zorê ya li ser jinan.

*Mafên me çi ne? Em çendan dizanin, çendan pêk tînin.

*Hişmendiya zayendî û hîskirina zayendî.

*Dahûrandina sosyolojîk dîrokî ya çanda Botanê a bi kilaman.

*Stûnên demokratîkbûyina malbatê.

Pêşkeşî û nîqaşên mijaran du rojan bi eleqeyek mezin û xurt pêkhat.

Di roja duyemîn a konferansê de piştî bidawîbûna nîqanaş endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler axivî.

Songul Guler, 1’emîn Konferansa Jinolojiyê ji tevahî jinan re pîrozkir û wiha axivî: “Em konferansê diyarî hemû jinên berxwedêr dikin. Em spasiya hemû kesên ku di amedekarî û atolyeyan de alîkarî û piştgiriya xwe dane dikin. Em hevî dikin ku ev konferans bibe wesîleya bilindkirina têkoşîna jinên Kurd û cihanê.”

Piştî axaftina girtinê encamnameya konferansê ji aliyê Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Bahar Tarhan ve hat xwendin.

Biryarên ku di encamnameya konferansê de hatine diyarkirin wiha ne:

“Jineolojî bingeha zanista azadiya civaknasî ye. Di giştî cîhanê de zanist di pirgirêkên heyî yên civaknasî de, roleke çareserî naleyise di şûna wê pirsgirêkên heyî yên civakê kûrtir û girantir dike. Ger zanistek ne ji bo civakê be û li ser esasê dijî civakê kar bike, civaknasiya azadî pêşnakeve û nikare bibe rêbazên heqîqetê. Zanist bi îdiaya rêbazên heqîqetê derketiye holê. Lê mixabin zanist, di mijara tehlîlkirina sosyolojiyê de bi rol û berpirsyariyeke zanistî nêzîk nebûye. Jineolojî xwedî îdîaye ku zanista di bin bandora desthilatdariyê de ye derbixe û bike malê civakê. Ango weke alternatîf li hemberî zanista kapîtalîzm ya di bin bandora desthilatdariyê de ye derdikeve pêş û xebatên xwe dimeşîne. Jineolojî ji bo mirovahiya ku di taritiyê de windabûye, derxistina ronahiyê ye.

Bi vê hişmendiya azadiya civakî zanista Jineolojî ya li Mexmûrê kar û xebatên xwe dimeşîne. Jineoloji ya Mexmûrê armanc û hedefên girîng wek lêkolîn, sempozyum, komxebat, perwerde û konferansan lidardixe. Di vê çarçoveya de di dîroka 23-24 Tebaxa 2024 Konferansa yekemîn a Jineolojî ya Mexmûrê bi şîara ‘Bi rêxistinkirina hestê jin û jinbûyînê em ê jiyanê ji dagirkeriya zanista desthilatdaran rizgar bikin’ pêk hat.

Biryarên ku di Konferansê de hatin girtin

– Hevpeymanekî me li gorî malbata demokratîk çêbibe.

– Modêla malbata demokratîk divê çawa be divê şênbertir bibe.

– Divê têkoşîna guhertina malbat demokratîk bê dayîn.

– Zewac jî li ser çi esasê pêk were li gorî kîjan pîvan bên dayîn.

– Jinek ciwan a ku bixwazibe bizewice divê di aliyê aborî de zemîneke xwe hebe ku bikaribe xwe li ser piyan bihêle, weke şert bê danîn.

– Ji bo kar ne anîna berhemên plastîk kampanyayek bê destpêkirin.”

Konferans bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar