Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Jîngeparêz yan cil û bergî kurdî?

Cil û bergî kurdî rojevî rojhelatî kurdistanî gorî…

Le mawey 15 roj da, ziyatir le 40 xwendkarî zanko û çalakî medenî û jîngeparêzî kurd destbeser kiran, ew oprasyone le layen hêzekanî supayî Pasdaran û Îtlaetewe Êranewe pêk hat.

Cewananêk ke çalak bûn kewtine ber şalawî girtin û destbeserkirdin, wêrayî Kurdistan ew oprasyone şarekanî dîkeyî girtewe û hemû gîrawan kurd in.

Amarekan bas le girtinî ziyatir le 40 kes deken, belam nawî 35 kesyan aşkira kirawe û 3 kes lewane jin in. Ew jinane be nawekanî Deriya, Ezîme û Esrîn rewaneyî zindanî supa le şarî Orumiye kiraw in.

Lêgerîn binemalekan, le çarenûsî rolekaniyan ta êsta bê encam bûwe û tenanet şiwênî ragirtin û barûdoxî gîrawan be tewawî nazanrêt.

Yek le hokarî girtinekan, dirêjedan be serkotkirdinî komelga û helmercî tirs û dilerawkêye, her weha astengkirdinî çalakî medenî û jîngeparêziye, ke lem diwayane da ziyatir pereyî sendûwe.

Detwanîn lem çend xale da bas le erkî jîngeparêzan le rojhelatî Kurdistan bikeyîn:

– Hewlî kujandineweyî darstan û lewergakan ke salanêke be şêwazî ciya ciya, desûtênidrêt.

– Helmetî bûjaneweyî jînge lewane kempînî zagrosane, nemam çandin, pakirdineweyî seyranga le zibl û paşamewekan, parastinî balinde û ajelekêwiyelan û rawnekirdin.

– Rêkxistinî simînar û workshop her weha xolî ciya bo hoşiyar kirdneweyî komelga be amancî aşitbûnewe le gel sirûşit.

– Yarmentî danî lêqewmawanî rûdawe sirûştiyekan û tenanet kesanî xêzandar û kemderamed, ke korona jiyanyanî dijwartir kirduwe.

Eme xalane beşek in lew karaneyî ke bêdûdilî jîngeparêzan û çalakanî medenî berêwiyan birdûwe.

Hewlêstî ewan siyasiyane nebûwe, belam le ber ewey kemterxemiyekanî karbedestanî rijêmî Êranyan aşkira dekat, boye rûberûyî girtin û destbeserkirdin bunetewe, tenanet giyan le destdanî Şerîf Baciwer û hewrêyanî diwayî çend sal hêştaş cegayî gomane, ke be pîlanî supayî Pasdaran pêk hat bêt.

Sererayî em şepolî girtin û destbeserkirdine çalakanî medenî sûrin le ser amancekaniyan, dûr niye le naw em çalakane da, kesanêk nizîk û hawbîr le part û rêkxstinekan Kurdistan hebin, belam ewan xo çekiyan dijî rijêm helnegirtuwe û pirûpagendeyan bo part û layenekanî dijberî Êran nekirdûwe.

Ew jîngeye ke çalakanî medenî dakokî lêwedeken û hewlî parstinî deden, hemûmane bandorî bo tewawî goyî zewî heye, ey bo çî girtin û serkutkirdiyan nebûwte rojevêkî giştî?

Rijêm bem girtinane bo ewey rê le her kardaneweyek bigirêt, rojevî cilî kurdî û bêrêzî le layen mîdiyakarêkewe be mîwanêkî  kurdîpoş, xiste ger.

Êsta herkesû be şêwazî ciya ciya dakokî le cil û bergî kurdî dekat, wek eweyî yekem care û doniya rûxabêt.

Bedilniyayewe her kes legel parastinî nirxekanî daye û gomanî tê da niye cil û bergîş beşêke le nasnamey kurd, belam ême eger jînge û jîngeparêzanman nebê, hemû şitêk dedorênîn le ber ewey Kurdistan man le naw deçêt.

Boye xozga ewende le ser cil û helperkêman hestiyarîn, le ser nirxe girîngekanî dîke be heman şêwe bûynayêt.

Nûçeyên Têkildar