Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

JINNEWS 3 salî ye: Baş e ku hûn hene

Navenda Nûçeyan |

JINNEWS di 25’ê Îlona 2017’an de bi dirûşma ‘bi pênûsa jinê di şopa heqîqetê de’ dest bi weşanê kir û sê sal li pey xwe hişt. Ajansa jinê ya bi feraseta nûçegîhaniya ku jin, zarok û zindiyan esas digire, di rêya xwe de dimeşe û heta îro jî li dijî zîhniyeta serdest a mêr têkoşiyaye.

Di nav de siyasetmedar û hiqûqnas jî heyî, jinan pêvajoya sê salan a JINNEWS’ê vegotin:

Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî diyar kir ku rojnamegerên jin ên bi JINNEWS’ê hebûna xwe derxistine holê ne bi feraseta rojnaemgeriyeke heyî, di heman deme de projeyeke civakî ya bi xwe ne û wiha got: “Hewl didin bi perspektîfa jinan nûçeyan derxin holê û hewldanên wan wisa ne. Hemû xebatkarên JINNEWS’ê jin in. Vê jî gelek tişt nîşanê me didan. Em Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê piştgiriyê didin jinên ku mafên wan hatine binpêkirin. Em dema piştgiriyê didin jî bi JINNEWS’ê re dixebitin. Di vî alî de piştgiriya me ji bo hev çêdibe. Em ji bo JINNEWS’ê spas dikin.”

Aktîvîsta TJA û endama PM’ê ya HDP’ê  Şerîfe Yildirim da zanîn ku divê her derê gotina jinê zêdetir bi kar bînin, li her qadê divê wek çapemeniyê cih bigirin û got ku ew ji bo JINNEWS’ê hîn salên dirêj hêvî dike.

JINNES di hemû çalakiyên jinan de ye

Endama Komîsyona ÎHD’a Îzmîrê Ayşenur Kîzaroglu destnîşan kir ku di civakeke ku ser kuştina jinan, îstîsmarkirin zarokan tê girtin de hebûna ajanseke wek JINNEWS gelekî girîng dibînin û wiha got: “Li şûna zimanekî ku gumanbarê tecawizê diparêze, ligel nijadperestane, bikaranîna zimanekî ku bindestan diparêze, ji bo parastina wekheviya zayenda civakî di alî têkoşîna jinan de gelek girîng e.”

Aktîvîsta Piştevaniya Mor Denîz Uslu jî diyar kir ku JINNEWS di hemû çalakiyên jinan de heye, her tim ligel jinên ji bo dengê jinan bidin bihîstin an jî jiyana wan biparêze ne û wiha got: “Hewl didi dengê jinan bide bihîstin. Ev di alî tevgera jinan de gelek girîng e. Ji ber dixwazin dengê jinan biçewisînin. Bi hêviya gelek salên din. Sêyemîn salvegera JINNEWS’ê pîroz be.”

Berdewama Gurbetellî Ersoz

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn destnîşan kir ku avabûna JINNEWS’ê gelek girîng e, ji ber di rojnamegeriyê de hewcedarî bi nêrîna jinê heye û ev tişt anî ziman: “Li gorî min JINNEWS vê dike. JINNEWS wek berdewama Gurbetellî Ersoz e. Ez wisa difikirim.”

Nivîskara femînîst Hulya Osmanagaoglu anî ziman ku bi mezinbûna têkoşîna femînîst re ew dîtine ku zimanê jinê nûçegîhandina jinê di têkoşîna wan de çiqas bi nirx e û ev tişt diyar kir: “Me ev bi pêşengên JINNEWS’ê re dît. Ligel me hebûna JINNEWS’ê gelek girîng e û ji ber hêzê dide çalakiyên me.”

Her wiha Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ugurlu jî ev tişt anî ziman: “JINNEWS yekem ajansa jinan a nûçeyan ya li cîhanê ye. Ajanseke nûçeyan a objektîf û bêalî ye. Baş e ku heye. Em bi rêk û pêk dişopînim. Jê re serkefitinê dixwazim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar