Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

JINNEWS hat astengkirin: Nûçeyên me wan aciz dike

Li ser biryara 4’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê, di 1’ê nîsanê de malpera JINNEWS’ê hate astengkirin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî xebata xwe didomînin. Nûçegihana NINNEWS’ê Şirîn Çinar bertek nîşanî astengkirina malpera wan da û wiha got: “Nûçeyên me wan aciz dike lewma jî asteng dikin. Em ê bibin dengê jinan û dev ji vê yekê bernedin.”

JINNEWS, di 25’ê îlona sala 2017’an de ji hêla komeke rojnamegerên jin ve hate damezirandin. Ji wê rojê heta niha jî zextên li dijî ajansa qet nesekinîn. Ji roja destpêkê heta niha gelek nûçegihanên wê hatin binçavkirin, girtin û malperên wê jî 43 caran hate astengkirin. Herî dawî jî li ser biryara 4’emîn Dadgeriya Cezayên Silhê, di 1’ê nîsanê de malpera JINNEWS’ê hate astengkirin. Tevî hemû zext û astengkirinan jî xebata xwe didomînin.

Ji nûçegihanên JINNEWS’ê Şirîn Çinar got ku piştî hewldana darbeya ya 2016’an, zexta li ser rojnamegerên jin jî girantir bûne û wiha got: “Lê tevî hemû zextan jî me di sala 2017’an de bi dirûşma ‘Jin bi pênûsa xwe li pey heqîqetê ne’ dest bi xebatê kir. Ji roja destpêkê heta niha malpera me 43 caran hate astengkirin. Heta malpereke me hêj nehatibû vekirin ku asteng kirin.”

Di berdewamê de Çinar diyar kir ku geşedanên li welêt herî zêde bandorê li jinan dikin û axaftina xwe wiha xelas kir: “Bi taybet jî ji ber ku me gelek bûyerên tacîz û destdirêjiyê teşhîr kirin, her tim hewl dan me asteng bikin. Em tevek jî dizanin bê ka sedema van astengkirina çi ne. Heke hûn rojnamegereka jin bin û tiştên dijîn bi raya giştî re parve bikin, bêguman dê hinek bi vê nexweş bibin û piştre we bikin hedef. Lê belê çi dibe bila bibe û astengî çi dibin bila bibin em ê dev ji çêkirina nûçeyan bernedin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar