Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

JÎTEM’a nûjen AKP/MHP

Dewletê tirk di salên 1990’î de bi destê JÎTEM, cerdevan û hîzbîkontrayê bi hezaran ciwanên kurd revandin û di jêrzemînên nezaretxaneyên leşkerî û polîsan de bi îşkenceyên dijwar ew qetil kirin. Hinek jê cenazeyên wan li tenişta rê û rûbaran hatin dîtin. Hinek jê di gorîn komî û newalan de hatin dîtin. Gelek ji wan jî hêj cenazeyên wan nehatine dîtin.

Piştî hikûmeta AKP’ê hat îktîdarê, ji bo hêza kurdan bide pişt xwe, xwe bi kurdan da şêrînkirin û polîtîkayên JÎTEM, cerdevan û Hîzbûllahê rexne kirin. Wezîrê çandiniyê yê berê û parlamenterê AKP’î yê Amedê Mehdî Eker ji bo kurdan bi xwe ve girê bide berdevkiya AKP’ê dikir  û digot: “Şikir bikin wê demê zarokên we dihatin revandin û windakirin. We cenazeyên wan nedît. Lê niha zarokên we girtî ne. Sax in û hûn dikarin biçin serdana wan.” Bi vê yekê kuştin nîşanî kurdan dida û dixwest ku kurdan ji girtinê razî bikin. Girtina mirovan wekî tiştekî asayî bibînin. Lê tenê armanca AKP’ê ne ew bû. Ji wê demê heta niha dixwest hêza siyaseta ciwan tevan biavêje zindanê û qada vala ji xwe re bihêle. Li aliyekî ciwanan digirin û cenaze ji girtîgehan derdikevin, li aliyê din zarokan, kal û pîran bi panzêran qetil dikin. Dema cenazeyên girtiyên siyasî îro ji zindanan derdikevin û zarok di bin panzêran de tên qetilkirin ev politikaya AKP’ê ya 19 sal berê îro baştir tê famkirin.

Di 8 mehên sala 2021’ê de 5 cenazeyên girtiyên nexweş ji girtîgehan derketin. Hinek girtî zêdeyî 25 salan girtî man. Gelekan ji wan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Hinek ji wan jî piştî hatin berdan çend roj şûnde li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Herî dawî Mehmet Alî Çelebî yê 70 salî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 28 salan girtî ma. Kal bûbû. Lê dîsa heta nefesa dawî girtî hiştin. Piştî can û ruhê wî stendin ew serbest berdan.

Di 12’yê tîrmeha 2021’ê de Huseyîn Îdîg jiyana xwe ji dest da. Îdîg piştî 26 salan di zindanê de nexweş ket û jiyana xwe ji dest da. Di 22’yê nîsana 2021’ê de Îsa Gultekîn jiyana xwe ji dest da. Gultekîn ê 67 salî piştî bi gelek nexweşiyan xistin serbest berdan. Di 14’ê adara 2021’ê de Hayrettîn Yilmaz ê 65 salî jiyana xwe ji dest da. Di 9’ê çileyê 2021’ê de Hadî Yalçin li girtîgehê bi nexweşiya pençeşêrê xistin. Dîsa di sala 2020’î de girtiyên nexweş Sitki Berktaş, Alî Boçnak, Takiyettîn Ozkahraman, Vefa Kartal, Sabrî Kaya, Nebî Îlhan, li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Kurdan bi ciwanî digirin diavêjin binê zindanan. Wan di binê zindanên tarî de tecrîd dikin. Li zindanan nexweş dixin û li girtîgehê dikujin. An jî tînin sînorê mirinê û serbest berdidin

Zarokên kurdan jî bi panzêran qetil dikin. Di 13 salên dawî yên serdema AKP’ê de polîs û leşkeran herî kêm 26 jê zarok 50 kurd di bin panzêran de pelçiqandin û kuştin. Li Êlihê Adnan Enuk ê 11 salî, li Colemêrgê Maziye Aslan a 11 salî, li Şirnexê Dîren Basan ê 10 salî, li Qereyaziya Erziromê Yusuf Yilan ê 9 salî, li navçeya Geverê ya Colemêrgê Mûhsîn Îşleyen ê 8 salî, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Sînan Saltikalp ê 17 salî, li navçeya Rezan a Amedê A.O yê 4 salî, li Wanê A.O yê 12 salî, li ser rêya Riha û Dîlokê Cuma Ozkaplan ê 17 salî, Navçeya Armûşê ya Wanê Taha Kiliç ê 4 salî, li Wanê Mustafa Duman ê 17 salî, li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê Hakan Sarak ê 5 salî, li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Berfîn Dîlek a 7 salî, li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê Muhammed Yildirim ê 7 salî û Furkan Yildirim ê 6 salî, (di malê de qetil kirin), li navçeya Lice ya Amedê Zîlan Yamankiliç a 10 salî, li ser rêya Çewlîg Amedê zarokê 8-10 salî, li Okmeydani ya Stenbolê zarokê ji Kobanê Raşid Oso yê 7 salî, li Sêrtê Felek Batur a 7 salî, li Êlihê Bûrak Îlhan ê 5 salî, li navçeya Hezexa Şirnexê Umut Ozalp ê 4 salî, li Amedê Ferhat Dalkiliç ê 5 salî, li navçeya Qilebanê ya Şirnexê Alî Olmez ê 15 salî, li navçeya Rizan a Amedê Efe Tektekîn ê 5 salî, li navçeya Xelatê ya Bedlisê Eyup Kirtayê 10 salî û herî dawî di 3’ê Îlonê de li navçeya Hezexê ya Şirnexê zarokê 7 salî Mihraç Miroglu kuşt.

Rast e di serdema AKP’ê de mirov di bin çavan de nayên windakirin û di gorên komî de nayên dîtin. Lê vê carê aşkera wan binçav dikin, digirin û li zindanan qetil dikin. Zarokan li kolanê di nava rojê de bi panzêr û maşîneyên zirxî de qetil dikin. JÎTEM’ê jî qetil dikir, AKP/MHP jî qetil dike. JÎTEM’ê winda dikir û bi îşkenceyê qetil dikir lê AKP/MHP bi îşkenceya derûnî û îşkenceya nûjen a demdirêj hêdî hêdî qetil dike.

Nûçeyên Têkildar