Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jiyan bê jinan nabe û nagihêje heqîqetê

Mirov heta li têkiliyên di navbera jin û mêran de serwext nebe, ne dikare li ti pirsgirêka civakî bi temamî serwext bibe, ne jî dikare ji hev derxe. Di bingehê pirsgirêkên civakî de pirsgirêk û problematîkên di têkiliyên jin û mêran de hene. Saziya zewacê ya bi awayekî yekalî di civaka hiyarerşîk û civaka şaristaniyê de li ser jinê hat ferzkirin, serweriya mêr pirralî ava kir û bi vê re belkî jî di xwezayê de bi qasî ku ti zindî û ruhberî nedîtî, hîmê saziyeke koletî û hewcebûnê hat danîn ku bi tenê xweserî civaka mirov e. Statuya pêşî ya civakîbûn, çînayetî û netewetiya serdest-bindest, timî li ser vî bingehî ava dibe. Di binê her şer û pevçûnê de jî ev rastî heye. Tişta ku dîroka şaristaniyê û qonaxa wê ya herî dawî modernîteya kapîtalîst herî zêde ser wê girtiye, ew berevajî kiriye û neyênî nîşan daye, rastiya der barê statuya koletiya jinê ya li ser vî bingehî ye. Jina ku di civaka şaristaniyê de bi şeytên re wekhev tê dîtin, di sosyolojiya modernîteyê de kesayeta herî sernerm a konformîzmê û diya zarokan a karkertiya malê ya bêheqdest e.

Diviyabû serwextbûna li tevahiya naverok û şêweyên asta koletiyê ya ku bi hezarê salan bi aqil û destê mêrê mêtinkar û zordest ketiye jiyana jinê, bibûya gava pêşî ya sosyolojiya rastiyan. Ji ber ku şêweyê mêtinkarî û koletiya di vê qadê de prototîpa tevahiya şêwegirtinên mêtinkarî û koletiya civakî ye. Berevajiyê vê jî rast e. Têkoşîna wekhevî û azadiyê û asta destketiyên vê têkoşînê li dijî mêtinkarî û koletiya xistine nava jiyana jinê, bingehê têkoşîna wekhevî û azadiya li dijî mêtinkarî û koletiya di her qada civakî de ye. Têkoşîna azadî û wekheviyê di dîroka şaristaniyê û modernîteya kapîtalîst de li ser bingehekî rast pêş nakeve û rê li ber serketineke bi hêz venake, sedema bingehîn a vê yekê ew e, zêhniyet û saziyên mêtinkarî û koletiya şêwe danê û xistine nava jiyana jinê baş nehatiye fêhmkirin û têkoşîna li dijî wan weke bingeh nehatiye dîtin. Çawa ku dibêjin, masî ji serî ve genî dibe. Wexta ku bingeh rast û durist neyê danîn, avahiya were lêkirin wê di lerzeke piçûk de xira bibe. Di dîrokê û roja me ya îro de bêhejmar mînakên vê rastiyê hene.

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî û estetîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û wekheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihîje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Ji bo jiyaneke rast, ya bingeh ew e, divê mirov beriya her tiştî jinê terîf bike û rola wê ya di nava jiyana civakî de diyar bike. Em vî hukmê xwe ji bo xisletên biyolojîk û statuya civakî ya jinê nadin. Têgîna jinê weke hebûn girîng e. Mirov çiqasî jinê terîf bike, terîfkirina mêr jî ewqasî pêkan dibe. Em bi mêr nikarin dest pê bikin, jiyan û jinê rast terîf bikin. Hebûna xwezayî ya jinê di statuyeke navendîtir de ye. Ji aliyê biyolojîk ve jî ev wisa ye. Civaka serwer a mêr, statuya jinê têra xwe piçûk xistiye û tine hesibandiye, lê ev, ji bo serwextbûna me ya li rastiya jinê divê nebe asteng. Xwezaya jiyanê zêdetir bi jinê re têkildar e. Herçiqasî jin gelekî ji jiyana civakî hatibe dûrkirin jî dîsa ev rastî bi vî rengî ye, û nabe şaşî, berevajî piştrast dike. Ya rastî, zilam bi hêza xwe ya zordar û tineker di şexsê jinê de êrîşî jiyanê dike. Tinekerî û dijminatiya jiyanê ya mêr weke serwerê civakî têkiliya xwe ji nêz ve bi rastiya wî ya civakî re heye.

Lê em bi rewşa xwe ya mirov nikarin bersiva tam a van pirsan bidin. Ji ber ku em bi civakê bi sînorkirî ne. Em nikarin bibin hebûneke jor-civakê. Em bi tenê dikarin pirsan bikin. Şensa me jî ew e, pirsîn jî nîviyê fêhmkirin û manedanê ye. Ango dikare nîşaneyan der barê fêhmkirin û manedanê de (maneya mutleq) bide. Em niha dikarin hukim bidin ku ji bo me gihiştina asta manedanê gelekî girîng e, û em kengî li xwe hayil dibin ku em gelekî nêzî armanca bingehîn a jiyanê ne, hingê em dikarin razî û têr bibin. Em dîsa dikarin hukim bidin ku ji me tê û em muqtedîr in, beşekî mezin ji pirsgirêkên bingehîn ên der barê jiyana manedar de ji hev derxin, bi kêmanî em dikarin bersivên der barê jiyana civakî ya rast, xweşik û adil de bibînin.

Em kengî bi vê perspketîfa felsefîk berê xwe bidin rastiya jinê, em ê bigihîjin wê encamê ku divê têkiliya jiyana manedar bi aliyên jinê yên xweşik, rast û baş bêne pêşxistin. Em bi vî hukmî rabin, nabe ku armanca bingehîn a bi jinê re zêdebûn û pirrbûn be. Ji ber ku zindiyên tekşane yên besît jî haya xwe ji zêdebûnê hene û belkî jî mirov dikare bibêje, jiyanên wan ên yekarmancî li ser vî bingehî hatine şîfrekirin. Lê gerdûn diberide. Beridîna bi pêş dikeve nîşan dide ku tekşane xwe dubeşî parçeyên wekhev dike û ev jî dawiya jiyanê nîne, berevajî bi vê çalakiya dabeşbûna mîlyaran carî ya tekşaneyê jiyan bi lez pirrcure û pirrcuda dibe. Em bi vê jî dizanin ku bersiva piştî wê ya manedar zêdebûn û pirrbûn nîne, guhertin û veguherîne. Ji bo jiyanê zêdebûn navgînek e ku pêdivî pê heye, lê ji bo mirov li jiyanê serwext bibe ti carî têrê nake. Zêdebûn navgîn e, armanc an jî manedar nîne. Ya rastî, jiyaneke maneya wê bi tenê zêdebûn û pirrrbûn be, jiyaneke gelekî kêm û bi qusûr e. Ma dibe ku rewş li cem tekşaneyê bi vî rengî be, lê belê jiyaneke mirovane bi jinê re bi tenê bi pirrbûn û zêdebûna cinsî ve girêdayî be, ev ne bi tenê kêmbûna maneyê di heman demê de korbûnê jî îfade dike.

Xulase, felsefeya jiyanê ya xwe disipêre zêdebûna bi jinê re maneyek xwe ya ciddî nîne. Di civaka çînî de diyardeyên weke mîrate û bihêzbûnê mane li jina dizê bar kirine û ev jî maneyeke têkiliya xwe bi mêtinkarî û zordestiyê re heye û ji bo jinê negatîf e. Ango jina gelekî dizê ew jin e ku zû dimire. Eger kêm zayîn yan jî bi giştî pirsgirêka pirrbûna şêniyan li cem cinsê mirov hebe, hingê jiyaneke bi jinê re ya maneya wê gelekî payeberz bi jina hîç nazê re pêkan e. Gelên mêtingeh ên paşvemayî yên nikarîbûne weke civak û ferd xwe bi hêza polîtîk û entelektuel pêşde bibin, pirrzarokanîn dikare ji bo wan weke xweparastinekê qîmeta xwe hebe. Ji bo pêşî li qirkirina xwe bigire, bi anîna gelek zarokan dewamkirina zurriyetê jî rêbazeke bersivdanê ya berxwedanê û dewamkirina hebûnê ye. Lê ev xweparastina wan civakan e ku şensê wan ê jiyaneke azad zêde nîne. Lewma di civakên wisa de ku asta maneyê gelekî ketiye, bi jinê re jiyaneke li ser bingehê rast û estetîk mumkîn nîne. Rastiya civakên heyî yên dinyayê vê yekê piştrast dike. Jiyana bi jinê re di warê bergirî û xwe xwedîkirinê de aliyekî xwe yê xweser nîne. Bergirî û xwe xwedîkirin ji bo her zindî û ruhberî heye. Zêde manedar nîne ku mirov jiyana bê jin an jî bê mêr guftûgo bike. Di tevahiya jiyanên cot û fer de diyardeya nêrtî û mêtiyê heye. Ango pirsgirêk ne bi xwe bi hevjiyanê re, bi maneya wê re ya di civaka mirov de ye.

Civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne. Xwedî xisletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û naverokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemonya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re ji diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas dibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide.

Hevjiyana bi jinê re pêdiviya xwe bi awayekî aşkera û bi lez bi veguherîneke bingehîn heye. Bi jina bêparastin û bûye milk hevjiyana azad ne pêkan e. Ji aliyê exlaqî ve jî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku kengî exlaq tê tinekirin koletî dikare pêk bê. Hemin em nikarin ji exlaqê hêzên hegemonîk re exlaq bibêjin. Hêza hegemonîk, di vê navberê de mêrtiya hegemonîk bi tenê bi hilweşîna exlaqê civakî re dikare pêk bê. Li gorî ku jiyan bê jin nabe, ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe. Berevajiyê vê rastiyê jî rast e, bê mêr jî jiyan dibe, lê ew jiyan jî bi koletî dibe. Ev vegotina me zêdetir der barê wê jinê de ye ku di nava avahiya civakî de ye. Pirsgirêka jinê di nava cîhana zêhniyetê û têkiliya wê de girîngtir dibe. Heta zêhniyeteke dijberê nîşaneyên neyênî yên der barê jinê de bi awayekî serketî pêk neyê, bi giştî hevaltî (bihevrebûn), bi taybetî jî hevaltiya jiyana azad (bihevrebûna jiyana azad) pêk nayê

Divê mirov ji bîr neke ku şaristaniya hegemonîk û modernîte di berdêla înkara hevjiyana azad de pêk hatine. Ango şertê bivênevê yê eşqa civakî tewazuna hêzê hem a mejî hem jî ya avabûnê di navbera jin û mêr de bê derfet bibe, eşq pêk nayê. Di nava şert û mercên zewacê de ku têkiliyên kolewarî yên civaka kole û jidestdana maneyê kêlî bi kêlî lê tên çêkirin, eşq pêk nayê. Ji ber vê yekê, kengî hevjiyana azad bêîmkan dibe bandora kujer a desthilatdariya hegemonîk û modern çêdibe. Lewma jiyana mirovatiyê ew weke mûcîzeyeke bi heybet qebûl kirî, nirxa xwe ya mûcîzewî û avzûnkirî ji dest dide, nexasim ji bo jinê veguheriye felaketeke bi qehr û xwekuştinê. Divê mirov baş zanibe ku hevjiyana azad bi awayekî civakî hatiye avakirin. Ev jiyan di navbera nêr û mê de pêk nayê; di navbera jinîtî û mêrîtiya civakî ya avakirî de pêk tê. Divê neyê jibîrkirin ku avabûna hegemonîk herdu cins jî seqet kirine, têkiliya di navbera wan de ji wê bi tesîr bûye û weke têkiliya hegemonîk xwe nîşan daye. Di têkiliya hegemonîk de eşq bi pêş nakeve. Di eşqa mirov de şertê bingehîn ew e, divê herdu alî ango hev-alî xwedî îradeyên azad ên wekhev bin.

Nûçeyên Têkildar