Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Jiyan bi keda jinan her tim zindî ye’

Bi hatina demsalên payîz û zivistanê re, jinên gundan bi lez û bez dest bi amadekariyên zivistanê yên xwarin û tamîrata malên yên ji axê kirin. Jinên gundan ên amadekariyên zivistanê dikin, diyar dikin ku bi keda jinan jiyan her tim zindî ye

Zayenda herî zêde di nav liv û tevgerê de ye jin e, ew e ku malbata xwe bi rêve dibe, aboriya malê li gorî demsalan geş dike, zarokên xwedî û perwerde dike. Di heman demê de bi xebatên çandiniyê, çand û rengdayîna amûrên ku diafirînin jî pêş dixin. Kêliyek ji jiyana xwe jî vala derbas nake her bi çêkirina amûran, amadekariya demsalan, xebatên çandiniyê re mijûl dibin. Bi hatina demsala zivistanê jinên kurd û ereb ji niha ve dest bi çêkirina xwarinên zivistanê kirine. Di heman demê de jinan dest bi tamîrata xaniyên bi ax jî kirine. Yek ji jinên ku dest bi amadekariyên zivistanê kirine gundên girêdayî navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê ne.

Jina bi navê Nehîde Daban a ji gundê Hemra ye diyar kir ku keda jinan jiyanê zindî dihêle û wiha got: “Jiyan bi keda jinan bi wate dibe. Mirov li malekê ku jin lê tune be binêre, jiyan li wê malê miriye, ew ruh û bedewbûn tune ye. Em wekî jin ji tunebûnê hebûnê diafirînin, keda me wekî jinên ji jiyanê hez dikin û ji bo avakirina nifşên nû yê pêşketî, jiyanê zindî dihêlin.”

Amadekarî payîzê dest pê dike

Daban derbarê amadekariyên zivistanê de jî ev tişt anî ziman: “Niha me dest bi amadekariya zivistanê kiriye, ji çêkirina ava bacanan, derxistina nava bacanê reş da ku di zivistanê de jê dolme çêbikin heta çekirina tirşî em di nava tevgerê de ne. Em di payîzê de dest pê dikin ji ber di zivistanê de mirov nikare bacanê sor û reş peyda bike. Jina ku materyalên zivistanê bi hezkirin çêbike dê tama wê jî dema çêkirina xwarina wê jî, xweştir be. Dema ku em tiştên amade bikirin em nizanin bi çi rengî hatiye çêkirin. Paqij e ne paqij e em nizanin. Ji ber wê bila em biwestin lê tiştên ku em çêbikin jî xweştir û paqijtir be.”

Jina bi navê Dilîşan Ehmed ku alîkariya xwesiya xwe dike, anî ziman ku ciwanên niha êdî wek berê girîngiyê nadin çêkirina amûrên bi destên xwe û wiha axivî: “Niha ez alîkariyê didim xwesiya xwe da ku fêrî çêkirina xwarinên ji bo zivistanê bibim û di pêşerojê de jî sûdê ji hînbûna xwe werbigirim. Kar jî mîna bazinê zêr e, mirov çi fêr bibe ew baş e, ne xisar e.”

Malên bi ax zivistanê germ havînê hênik in

Jina ereb Meryem El Hemîd ku ji gundê Eyn El Ebid e û mala dayika xwe ya ji axê sererast dike jî derbarê mijarê de ev tişt anî ziman: “Civaka ereb her malên ji axê çêdikin. Ji ber zivistanê germ e û havînê de jî hênik e. Îro dema ku ez hatim mala dayika xwe ziyaret bikim, min got ez ê mala wê jî çêbikim. Di destpêkê de min ax ku ji av, ax û kayê çêdibe, çêkir û paşê min bi alîkariya hevjinên birayên xwe dest bi çêkirina malê kir. Ger di vê payîzê de çênebe di zivistanê de jî çênabe. Da ku xanî di zivistanê de dilopan nekin me mal sererast kir.”

Zehmetiyên demsala zivistanê

Her wiha Hemîd zehmetiyên xwe yên di demsala zivistanê de jî ev tişt anî ziman: “Di zivistanê de jiyana gundan pir zehmet e. Ji ber ku gelek caran çemê ku di havînê de miçiqiye di zivistanê de lehî radibe û mal ber avê dikevin. Rêyên ku têne gund ji ber avê û heriyê, tên girtin. Li hember hemû zehmetiyan jî bi ruhê ku jin dikare her tiştekî bike û ji pirsgirêkan re çareseriyê bibîne, em dijîn. Jiyan bi jinê xweşik dibe, bi hebûna jinê hemû demsal dibin bihar, gul û gulistan. Keda jin û dayikan, rengekî din dide jiyanê, bi wê keda wan jî welat ava dibin.”    HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar